| |
| Eklenme Tarihi: 4.08.2008 Saat: 19:47 |
|
|
Guftûgoyên têkildarî Ergenekonê li Tirkiyeyê cihê xwe yên di rojevê de didomînin. Tê xwestin ku guftûgoyên heyî bigihijin noqteyeke wisa, mîna ku li Tirkiyeyê sazî, dezgeh û rêxistin nemane bi Ergenekonê re neketine têkiliyê. Divê em bizanibin ku ev yek hewldaneke berovajîkirina zanistiya mirovan e. Em dixwazin nêrînên xwe yên têkildarî Ergenekonê bi çend xalan bînin ziman.
1- Ergenekon li Tirkiyeyê rêxistina kûr a mîna ‘NATO’ya nepenî’ tê binavkirin bi xwe ye. Heta roja me her çiqas bi navên cuda jî hatibe bilêvkirin di rewþa heyî de êdî nekariye were veþartin, hatiye deþîfrekirin û derketiye holê. Ev rêxistinbûyîn mîna sîsika hesinî ya dewletê heta roja me rola xwe lîstiye. 2- Ergenekon heta roja me ji aliyê her qedemeya dewletê ve hatiye parastin, hemû pêwîstiyên wê aborî û hwd. dîsa ji aliyê dewletê ve hatine pêþwazîkirin. Ji bo Ergenekonê çi pêwîst bûye, dewletê mîna wezîfeya xwe ya esasî dîtiye û di vê çarçoveyê de ji xezîneya dewletê ya veþartî pere hatine dayin, di dema pêwîstî hatiye dîtin, qanûn û biryar ji bo karê wan hesan bikin hatine derxistin. 3- Mîna ku heta roja me parastina Ergenekonê ji aliyê dewletê ve weke berpirsyariyekê hatiye dîtin; her daxuyaniya li hemberî Ergenekonê û hewldanên deþîfrekirinê mîna sûc hatiye qebûlkirin. 4- Her çiqas di nava dewletên endamên NATO’yê de rêxistinên bi mîna ‘NATO’ya Nepenî’ tên zanîn di salên destpêka 1990’î de hatin deþîfrekirin û pêvajoya tasfiye û bêbandorkirina wan dest pê kiribe jî, li Tirkiyeyê pêvajoyeke bi vî rengî nehate meþandin. Bi vê pêvajoyê re li Tirkiyeyê rêxistina ‘NATO’ya Nepenî’ ku mîna Ergenekon hate rêxistinkirin li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê ji nû ve hate sererastkirin û rêxistinkirin.
Yên dîroka siyasî ya nêz a Tirkiyeyê dizanin, rola ku Ergenekonê di jiyana siyasî de lîstiye jî baþ dîtine. Ergenekon di provokasyon, tevkujî û darbeyên leþlerî de jî tim xwedî bandor bû. Yên li dijî Ergenekonê têkoþiyan jî þoreþger bûn. Ev yek ji wan rastiyaye ku mohra xwe li dîroka nêz a siyasetê xistiye.
Di pêvajoya heyî de ev rastî tev dane aliyekî û li ser Ergenekonê guftûgoyan dimeþînin. Mîna ku tiþtên heta niha hatine jiyîn pêk nehatine dixwazin meyla guftûgoyan biguherin. Di vir de berovajîkirineke mezin heye. Yên heta niha ji Ergenekonê re li çepikan dixistin, niha mîna dijberê Ergenekonê xwe didin xuyakirin. Bi vê jî namînin û yên di rastiyê de dijberê Ergenekonê ne bi bêbextiyan re rû bi rû dihêlin.
Di guftûgoyên têkildarî Ergenekonê de yên herî zêde dibin muxatabê çewtnîþandan û bêbextiyan Hêzên Tevgera Azadî û Demokrasiyê ne. Di dezgehên ragihandin û çapemeniyê de rojane nûçe û bernameyên bi vî rengî têne weþandin. Bi van bêbextiyên ku mirovekî hiþê wî li serê wî be qet pê bawer nake, dixwazin raya giþtî li gora xwe bi rêve bibin. Navlêkirina tevgereke zelal û vekirî ya ji bo Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Kurd wê ne mubalaxa be. Mêvan û rojnamevanên berê dihatin herêmên Hêzên Demokrasî û Azadiya Kurd lê bûn þahidên nêz ên vê yekê. Ew beþdarî civînên ku pirsgirêkên rêxistinî jî dihatin guftûgokirin dibûn û ji tiþtê dihate jiyîn serwext dibûn. Tu tevger an partî kesên ji derve tên beþdarî civînên ku pirsgirêkên hindûrîn tên guftugokirin nake. Kesî pirs nekiriye çima wisa dibe. Hêzên Tevgera Azadiya Kurd pêwîstî bi tiþtekî wisa nedîtiye. Dem bi dem hin rojnamevan û nivîskar ji arþîvên rêxistinê jî sûd wergirtine. Di nirxandinên Rêbertiyê de ku bi sedan cildî derbas dike, mijareke ku nehatiye guftûgokirin nemaye. Heta jiyana taybet jî bûye mijara lêpirsînê û mîna belge hatiye amadekirin û pêþkêþî gel hatiye kirin.
Zelal e ku wê aliyên neyên zanîn û veþartî yê rêxistineke ev qasî vekiriye tune bin. Heger ev tiþtekî mîna têkiliya bi Ergenekonê re bûya, heta niha bi sedan car hatibû rojevê. Bila gumana kesî ji vê yekê tune be. Tiþtên ku mîna rastî ne û nû derketine holê yên pêþkêþî raya giþtî tên kirin jî tiþtên pûç yên ji aliyê tevgerê ve hatine ziman in. Yên weþanên tevgerê dixwînin, diþopînin vê yekê dikarin bibînin. Têkildarî Pîlot Necatî agahî di gelek belgeyan de dikare were dîtin. Dîsa hevdîtinên bi yên mîna Dogu Perînçek re mîna pirtûk hatin çapkirin. Dîsa di dema esareta Rêber Apo de, bi kê re çi axiviye tev bi rengekî rêkûpêk ji gel re tê pêþkêþkirin. Tiþtek ji gel nehatiye veþartin. Pêwîstiya veþartina tiþtên têne jiyîn û axaftin nehatiye dîtin. Di nava rastiya Tevgera Azadî û Demokrasiya Kurd de tiþtekî ji gel werê veþartin tune ye û divê ev yek wisa were zanîn.
Tevî ku rastî ev e jî gelo çima ev qasî êrîþî Tekoþîna Azadî û Demokrasiya Kurd dikin? Divê bersiva vê pirsê rast werê dayin. Li vir bi rehetî em dikarin vê bêjin; Polîtikaya tevkujiyê ya li ser tunekirin û înkara kurdan têk çûye. Hewldanên restorasyonê yên hêzên mêtînger jî encam negirtin. Hêzên mêtînger ên serdest ji noqteya þikestin û bêçaretiyê Tevgera Azadiya Kurdistanê berpirs digirin. Ji ber wê jî ji her eniyê ve êrîþ dikin. Hewldanên têkilidanîna Tevgera Azadî û Demokrasiya Kurd û Ergenekonê encameke vê yekê ye. Nêzîkahiyên ku Hêzên Azadiya Kurdistanê û Ergenokonê têkildar nîþan didin, ji þerê psîkolojîk yên di çarçoveya þerê taybet de tê meþandin pêde ne tiþtekî din e. Beriya niha der barê þerê taybet de nirxandin hatibûn kirin. Armanca bi tenê ya þerê taybet ew e ku bi agahî û enformasyonên þaþ di têgihiþtina kes an civakê de bandorê bikin û li gorî xwe meylê bidin wan. Ji bo vê yekê jî di hiþê mirovan de dixwazin rê li ber gumanan vekin û hestên wan ên baweriyê têk bibin. Dema vê yekê pêk bînin jî, wê mîna ku gihîþtine armanca xwe bihesîbînin. Di belgeyên veþartî yên Serfermandariya Giþtî de ku gihîþtin destê çapemeniyê ev rastî bi rengekî zelal xuya dike.
Her tiþt zelal û vekirî li holê ye. Beriya niha jî di çarçoveya þerê taybet de hin îdiayên bê bingeh hatibûn kirin. Beyî dereng bimîne aþkera bû ku derew in. Ji ber vê yekê jî hewldan û nêzîkbûnên dixwazin Tekoþîna Azadî û Demokrasiya Kurd bi Ergenekonê re têkildar dikin jî wê negihin encamê. Bêguman wê guftûgoyên der barê Ergenekonê de ji niha û pêde jî wê bidomin. Her ku rastiya Ergenekonê aþkera bibe, ji bo raya giþtî ji vê rastiyê haydar nebe hewldanên astengkirinê wê berfirehtir bibin. Lê belê yek ji van hewldanan jî wê encamê nede. Li dijî rastiya Tevgera Azadî û Demokrasiya Kurdistanê hemû derew, bêbextî wê encamê nedin û ji çarenûsa ku mîna kuliyeke berfê bihele rizgar nebe.
|
|
Yazdýr Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|