|
AKP nehat girtin, lê ceza xwar. AKP vê yekê ji xwe re wekî serkeftinê dibîne. CHP jî wekî serkeftinê ji xwe re dibîne, ji ber ku xwedêgiravî li ser sûcê dijberiya 'laik'tiyê ceza xwariye. Çîroka Ergenekonê jî hîn di rojevê de ye. Civîna Şûraya Leşkerî xelas bû û Yaşar Buyukanit diçe, di şûna wî Îlker ê Başbug dibe serleşker. Li ser encama teqîna Stenbolê û Kerkûkê, siyaseta xwe ya derewan berdewam dikin. Lê bi avêtina ser aliyekî din nikarin xwe jê bişon.
* * *
Di van bûyerên dawî de, AKP jî û CHP jî ne serkeftî ne. Bi tenê dibe ku xwe dixapînin. Biryara negirtina AKP jî, çîroka Ergenekonê jî bi destê DYA û arteşê têne meşandin. Ji xwe êdî aşkera bûye ku AKP û artêş û DYA li ser hinek mijaran li hev kirine. Bi giranî jî li ser berjewendiyên DYA’yê ev lihevhatin çêbûne. Gumana xurt heye ku AKP, li ser dijberiya Îranê ji DYA’yê re gotibe 'erê'. Li beramberî vê 'erê' yê, DYA jî, li ser dijberiya kurdan (bi taybetî jî dijberiya PKK’ê), ji dewleta Tirkiyeyê re gotibe 'erê'. Îran jî, ji bo xwe bi Tirkiyeyê şêrintir bike û bi destê DYA’yê ve bernede, êrîşên xwe yên li ser kurdan dijwartir dike. * * * Îcar gelo, ev siyaset û ev karên qirêj ku li ser gelê me têne meşandin, ma serkeftî ne û ma bi ser dikevin? Erê hinek ji Ergenekonên ku aşkera bûne hatin girtin lê Ergenekonên hîn xerabtir û hîn kambaxtir ne ev in, yên niha li ser kar in û vê siyaseta xwînrij li ser gelê me dimeşînin ?
* * *
Loma, li ser van mijaran, helwesta gelê me gelekî giring e. Divê li hemberî van siyasetên derew û van plan û projeyên li ser serê me têne meşandin, em hîn zêdetir heşyar bin û xwedî amadekariyan bin. Wateya ew qas siyaset û planên mezin li ser me û welatê me têne çêkirin ew e ku em ne hêzeke biçûk in. Lê mixabin ev têra van êrîşên dijwar nake. Heke em hêza xwe xurtir nekin, em bi yekcarî nakevin lê dibe ku em derbên mezintir bixwin. Erê, em li hemberî Ergenekonekî nabin alîgirê Ergenekonê din, lê divê li hemberî hemû Ergenekonan em bibin alîgir; alîgirê kê(?), alîgirê berjewendiyên gelê xwe. Ji bo ku gelê me jî zûtir bi ser bikeve, divê hêza gelê me ya belawela em bicivînin cem hev, em birêxestin bikin. Erê, gerîlayên me yên leheng karê xwe dikin, li welat jî gelê me di nava serihildanê deye, lê ev hemû jî ne bes in, hinek stûn lawaz in. Ev ling û stûna derveyî welat, bi taybetî jî Ewropa, divê xwe hîn xurtir bi rêxistin bike û çalaktir bibe. Da ku em karibin layiqî Rêber û şehîd û gerîla û gel û welatê xwe bibin. |