|
Ji bo Nazdara dilê min…
(Di þexsê wê de ji bo hemû Nazdarên dilê min)
Erê Nazdarê; ronahiya her du çavên dayika xwe, Nazdara dilê min;
Bila sond û peyman be li ser navê wan her du çiçikên memikên dayika te, ku tu bi þîrê wan yê zelal û helal mezin bûyî, em wê ala te ya azadiyê, ku te li her derê welatê xeyalên xwe gerandibû nahêlin li erdê tu car. Bila sond û peyman be ji bo xwehilavêtina dilê te, em ê di her hilm û nefesa xwe de, ruh û giyana te û yên mîna te bi bîr bînin. Heke ji rojan ew roj hat, em ê li ser bircên Amedê, li ber peravên derya Wanê û li wan çiyayên bilind zanîngehên bi navê we ava bikin, ku her bihosteke wan wargehan bibe jîngeheke azad. Ku eþq û evîna we bi xeml û rewþeke mezin li her derê wê jîngehê tevnê xwe raçîne. Bila soz be ji doza we, em ne navê we ne nîþana we, ne têkoþîna we ne jî jiyana we tu car ji bîr nakin!..
Wê Rojê
Par (sala 2007’an) di meha îlonê de, dema gotin ku Nazan di pevçûneke li çiyayê Kato li gel hin hevalên xwe þehîd ketiye, te digot qey ruhê min xatir xwestibû ji bedena min û dilê min bar kiribû ji qefesa sînga min. Bi rastî jî ez, di þexsê wê Nazdara dayika xwe, Nazdara dilê xwe, Nazdara welatê xwe ji bo wan hemû þervanên azadiyê gelek li ber xwe ketibûm…
Belê rast e, her ku þervanekî/e azadiyê (wêxtê ji bo rojên azad û cîhaneke bêqeyd û zincîr, ji bo jiyaneke birûmet ku xwe bi ronahiyê xemilandiye bi her tiþtê xwe têkoþîneke bêhempa dimeþîne), jiyana xwe ji dest dide em pê diêþin û careke din giyana me ji bedena me tê standin, ev yek di dilê me de dibe kul û birîneke bê melhem û derman. Lê belê heke ev þervanê/a ku jiyana xwe ji dest dide, li her bihosteke war û wargehê zarokatiya xwe, ruh û giyana xwe hiþtibe, û mirovên mîna me xwe bi vê ruh û giyanê li ser piyan digirin ev yek hê bi zor û zehmetir e ji bo me. Heke ew kes ew be ku, we êþ û xemên xwe, ken û þahiyên xwe, þer û têkoþîna xwe li gel wî/ê parve kiribe koçkirina wî/ê weke koçkirina giyana we dibe ji bedena we.
Belê, dema min bihîst ku hevala min a ciwantiyê, hevala min a ku me bi hev re xwendibû, Nazdara civata ku em tê de radibûn û rûdiniþtin jiyana xwe ji dest daye bi rastî min careke din lanet li vê pergala ku ev cîhana bihuþt kiriye dojeh anî. Çirûskên çavên min ku bi giyana Nazdaran diçurisîn hezar caran xwe li qirika alavên agirê wê dojehê dan.
Û ez careke din pêhesiyabûm ku peyv û gotin çend jar û belengaz in dema ku ruh ji bedenan, dil ji sîngan bar dike bêyî hemdê mirovan. Lê dîsa jî çend gotinên ku qasî rondikên çavên min û dilopên xwîna di reh û demarên min de zindî xwe gihandin hewara min. Û navê hewara min wê rojê bibû KATO!.. Min hewara xwe biribû Kato, zêmara xwe dabû ber bayê demê, ku li deþt û zozan û çiyayên welatê min bigerîne hewara min.
Þehîdeke Nemir
Rojekê piþtî ku ew hewara min a bi navê KATO (di rojnameya Azadiya Welat de hate weþandin), min bi riya hevalekê xwe agahî wergirt ku Nazan (NÛDA) di þer de birîndar bûye, lê jiyana xwe ji dest nedaye. (Lê ji ber ewlekariyê me ev yek bi tu kesê re parve nekir).
Piþtî ew birîndar dibe ji aliyê çend gundiyên welatparêz ve di malekê de 13 rojan tê dermankirin. Lê di destpêkê de haja Tevgera Azadiya Kurd û çapemeniya kurd jî pê nîn e ku Nazan sax e û di bi stara gundiyan de ye. Hem ji aliyê Tevgara Azadiya Kurd hem jî ji aliyê hevalên wê û çapemeniya kurd li ser wê gelek nirxandinên giranbuha û dîrokî tên kirin. Hevpeyvînên ku di berê de bi wê re hatibûn kirin hatine weþandin. Der barê þehadeta wê de bîranîn tên nivîsandin û îlan tên dayîn. Ango di nava çend rojan de ji bo þehîdeke pêþeng û hêja çi pêwîst be, kêm-zêde, hemû tên cih.
Lê ji hefteyek-deh rojan zêdetir þûnde tê zanîn ku Nazan bi birîndarî xelas bûye. Piþtî ku bi tevahî birîna wê sax dibe û ew digihe yekîneya xwe Tevgera Azadiya Kurd der barê saxbûna wê de daxuyaniyekê dide û raya giþtî agahdar dike. Û Nazan jî piþtî wê rojê di nava heval û hogirên xwe de weke ÞEHÎDA DIJÎ (SAX) tê binavkirin.
Erê Nazdarê;
Dilê te Nazdar bû, destên te Karker, hevala min. Weke navê xwe tu NÛDA bûyî. Nazdara min, dayika te dema tu dayî dayika mezin Kurdistanê wan çiyan gotibû: Ev NÛ-DA ye ji bo welatê xwe. NÛDAYA NAZDAR. NAZDARA DILAN. NAZDARA DILÊN RONAHÎ. NAZDARA DILÊ MIN!..
Erê Nazdarê, delal û nazenîna dayika xwe, ruh û giyana heval û hogirên xwe, karker û cangoriya welatê xwe, tu qet nemirî tu car û qet namirî. Tu baþ bizanibe, ku dem çiqas bêbext û rûreþ be jî, ev ‘mirovahî’ çiqas ji xwe dûr ketibe jî, ‘ew bajarên ku dixwazin mirovahiyê di nava kolanên xwe de bifetisînin’ bixwazin û nexwazin jî, ruh û giyana te, xewn û xeyal û xewnerojkên we çawa li her bihosteke wan çiyayên bilind û zozanên bêserî û binî dijîn dê li her derê ku hilm û nefes lê heyî jî hilm û nefesa te ya azadiyê weke bayekî sînornenas bigere. Dê ronahiya her du çavên we kirasê taritiya ‘dema mirovkuj’ biçirîne.
Û heta ku misqalek mirovahiyê li gel mirovên mîna me hebe jî em we tu car ji bîr nakin, em dê we di jîngeha dilê xwe de, di her kêlika jiyana xwe de, di têkoþîna xwe de bidin jiyîn. DÊ WE BIKIN RÊZAN Û RÊBERÊ XWE.
Ji ber ku hûn vê cîhanê jî, vê axê jî, vê demê jî, xwe, me û we jî baþ dinasin.
Bayê Azadiyê
Stêrk dibiriqin û diçin, gul diçilmisin û diçin, kanî diçikin û hiþk dibin, lê ‘yên ku mirin kuþtine di hilm û nefeseke xwe de’ dê her bijîn di her hilm û nefeseke bayê azadiyê de, di nava bayê dilê min de. Ji ber ku ew hilma bayê azadiyê bixwe ne, ew bayê azadiyê yê dilê min bixwe ne. Ew ba digere hê li her derê welatê min…
Nazan BAYRAM (Nûda KARKER)
Di sala 1972’an de li bajarê Wanê navçeya Elbakê tê dinê. Di malbateke welatparêz de mezin dibe. Li bajarê Wanê dixwîne. Ew qas xwedî ruh û giyaneke paqij e ne tenê ji aliyê hevalên xwe ji aliyê mamosteyên xwe ve jî gelek tê hezkirin. Ruh û giyana wê, ya pîr û pak, a ku xwe dide ser rûyê wê û çavên wê û hevalên wê ronî dike hemû mirovên ku carekê bi wê re diaxive dike heyranê xwe. Ew di van salan de nakokiyên li Kurdistanê bi kûrahî û berfirehî dibîne. Dubendiyên civakî, neteweyî, aborî û hwd. wê dixe nava fikr û hizrên kûr û hûr… Bi taybetî hestên wê yên kûr ên welatparêzî û mirovperweriyê dibe sedem ku ew biryara tevlibûna Têkoþîna Azadiya Gelê Kurd bide.
Ew baþ dizane ku dema rûmeta mirov, civat û neteweyekê, li gel rûmeta mirovahiyê bi tevahî hatibe binpêkirin divê mirov bêje ‘ÊDÎ BES E’ û bi hemû ruh û giyana xwe, bi can û bedena xwe weke fedayî û cangoriyekê azadî û mirovahiyê di nava refên têkoþîna herî bilind de cih bigire. Ew heta dawiyê jî vê rastiyê tu car ji bîr nake û weke þervanekê, rêzanekê, rêberekê, berê her tiþtî weke ‘NAZDAREKE AZADIYÊ’ li ser vê bingehê dimeþe…
***
Nazan tevî ku rewþa malbatê wê hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê civakî gelek baþ e, hemû derfetên ‘wê jiyana heyî’ dide aliyekê û di sala 1992’an de tevli refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe. Bi navê xwe yê NÛDA KARKER, li herêma Þehidan, Zagros, Xakurkê, Qada Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Ewropa, Qendîl, Xinêre û Behdînanê, weke nav û paþnavê xwe, weke nazdara gel, heval û hogirên xwe têkoþînê dimeþîne. Ew bi þehîda efsane ya kurd BERÎTAN (Gulnaz Karataþ) re, (weke du hevalên herî nêzîk mil bi mil, dil bi dil) têkoþînê dimeþîne. Gelek berpirsyariyan digire ser milê xwe.
Li gel peywîra endametiya meclîsa PJA û HPG’ê, peywira endametiya Konseya Rêveberiya KONGRA GEL û KKK’ê, peywira avaker a jinûveavakarina PKK’ê digire ser milên xwe. Di her kêlika Têkoþîna Azadiyê de bi dilxwaziyeke mezin, bi çalak di nava xebatan de cih digire û xebatan pêþve dibe. Di têkoþîna azadiya jinê û pêþvebirina fikr û ramana azad de xebatên mezin dimeþîne. Her cihê ku diçê bi ked û têkoþîna xwe rengê xwe didê. Weke her demê, di nava Têkoþîna Azadiyê de jî, bi þexsiyeta xwe ya berxwedêr, serbilind, sade û kamil, dilsoz, fedekar, bi cesaret û hurmetgir bandoreke mezin li ser hevalên xwe dike, weke mînak û sembol tê qebûlkirin.
***
Nûda, di sala 2005’an de bi dilxwaziyeke mezin diçe qada Botanê. Û heta hilm û nefesa xwe ya dawiyê jî, wê bawer dike ku heta jiyaneke azad neyê afirandin divê dest ji Têkoþîna parastina rewayî ya rûmet û mirovahiyê neyê berdan. NÛDA KARKER, NAZDARA KURDISTANÊ, NAZDARA DILAN, di pevçûna 24-25’ê tîrmeha 2008’an de li gel hin hevalên xwe yê din bi qehremaniyeke mezin dikeve nava refên nemirên azadiyê, dikeve her dilê kurdan, dilê Kurdistanê û dilê mirovahiyê… |