|
13’emîn rûniştina salane ya saziyên mafên mirovan ku li ser rewşa welatên Asya û Oqyanusê disekine, berî çend rojan bi awayekî fermî li Kuala Lumpur dest pê kir. 200 kes ji nûnerên saziyên milî û sivîl ku ji mafên mirovan re dixebitin tê de amade bûn. Tevî ku rejîma Îranê pir astengî li ber nûnerên saziyên mafên mirovan çêkirin ku di vê rûniştinê da beşdar nebin, lê hinek ji wan xwe gihandin cihê rûniştinê. Ji Îranê tenê nûnerên sê saziyên: Qanûna Parastina Mafê Mirovan, Sazmanê Daniş Amoxtêganê Îran û Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê tê de beşdar bûn û li ser rewşa giştiya Îranê raporeke berfireh pêşkêş kirin. Di raporê da xalên herî girîng ev in:
1. Îran piştî welatê Çînê duyemîn welatê cîhanê ye ku zêdetirîn kes tê de tên îdamkirin. Lê gerek neyê jibîrkirin ku nifûsa Îranê heftê milyon e û ya Çînê jî yek milyar û dused û heştê milyon kes in!
2. Di zagonên komara îslamî de mafê jiyanê ji piştgîrî û garantiyê heya radeyekê bêpar in. Çimkî li gor zagonên komara îslamî zarokên ku temenê wan ji 18 salan kêmtire jî tên îdamkirin. Li Îranê cezayê îdamê ji zarokên kur re 15 û ji yên keç jî 9 sal in. Ji destpêka sala nû heta niha 7 zarok li Îranê hatine îdamkirin ku di karekî wiha da Îran li hemû cîhanê welatê yekemîn e ku zarokan îdam dike. Niha jî 140 kesên ku temenê wan ji 18 saliyê kêmtir e hukmê îdama wan hatiye dayîn û li benda îdamê ne.
3. Girtin û îdama rojnamevan û çalakvanên sivîl berdewam e. Bi taybetî jî li rojhilatê Kurdistanê atmosfereke tijî zor û zordariyê berdewam e. Heta niha li ser mirinên bi şik di girtîgehan de hê jî kes nizane ka kesên weke Dr. Zehra Benîyeiqûb (li girtîgehê bajarê Hemedanê) û Îbrahîm Lotflahî (li girtîgeha bajarê Sine) çawa hatin kuştin û tawana wan çi bûye!
4. Di zagona bingehîn de mafê perwerdeyê bi zimanên din ên di erdnigariya Îranê de hatiye diyarkirin lê di pratîkê de heta niha heta yek pêngav jî nehatiye hilanîn. Heta komên olî yên weke Bihayiyan ji xwendina bilind di zanîstgehan da hatine bêparkirin. Her wiha di salên borî da mafê xwendinê li ser esasê cins(keç û kur), mezheb( Sûnnî an jî Şîi û olên din), û îde û ramanên siyasî bi awayekî berfireh hatiye binpêkirin.
5. Mafê jinan di warên medenî, cezayî, diye (xwîn buha), newekheviyên di mafên jin û zewacê de bi giranî têne binpêkirin. Jinên ku ji bo mafên xwe yên wekheviyê di hemû waran de dixebitin têne girtin û daxwazên wan bi çi awayî nayên pejirandin. Jinên Kurd di vê qadê da xwedî çalakiyên dîrokî ne û heta niha çalakvanên weke Mehbûbe Keremî, Hana Ebdî, Rûnak Sefazade û Zeyneb Bayezîdî( sê kesên dawiyê kurd in) di zindanê de ne û sê kesên din jî ( Mensûre Şocaî, Telet Teqîniya û Perwîn Erdelan) jî nikarin ji welat derkevin. Jinên navbirî berî çend salan dest bi kampanyaya yek milyon îmzeyan kiribûn ji bo ku bikarîbin 13 bendên qanûna bingehîn biguherînin ku li dijî mafê jinan in.
6. Ji aliyekî din: Azadiya ol û mezheb, binpêkirina mafên kêmarên weke kurd, azerî, belûcî û ereb, girtin û îdama çalakvanên mafên mirovan, berbendkirina rêxistin û saziyên sivîl, yasaxkirina partiyên siyasî, girtin û zindanîkirina xwendevanên zanistgehan, binpêkirina mafên karker û zindanîkirina serokên sendîkayên kirêkaran, nedayîna mafê pêkanîna saziyên serbixwe... gelek tiştên din tev xalên girîng in ku di dosyaya mafên mirovan ya komara îslama Îranê da bi dûr û dirêjî cih girtine.
Bi giştî ger rêxistina UN û rêxistinên din yên ku li ser mafên mirovan disekinin, li hemberî rejîma totalîtera Îranê nesekinin û rayedarên komarê neçar nekin ku zagonên xwe yên dijinsanî neguherînin, tê çaverankirin ku pêşerojeke reştir li pêşberî gelên Îranê be.
|