|
Doh em hînbûn ku dema malbata rêhevala me Eylem ku li Dersîmê şehîd ket, dema xwestine cenazeyê keça xwe bibin Bismilê, polêsên dewleta terorîst, di ketina Amedê de, cenazeyê rêhevala me revandine û bi dizî li Erxaniyê definkirine.
Ev ne destpêke, ne jî dawî. Dewleta faşîst û ji hestên însanî para xwe negirtiye, wê paşerojê jî, nêzîkatiyên xwe yên derveyî exlaqê mirovahî, edeta civakê û dûrbûna ji wecîbe û baweriyên olî berdewam bike. Ji ber ku di havênê kewneşopiya vê dewletê de ku wahşeta ku bi gelan dide tahmkirin heye.
Em ji kewneşopiya vê dewleta terorîst dizanin ku dawiya bi dehan gelên li ser vê xakê anîne. Em Suryaniyan dizanin, Êzidiyan dizanin û çendîn gelên din dizanin. Eger gelê li pêş xwe zêde bi taloke nebîne, riyên din jî dizane bapîrên vê dewleta terorîst. Ji xwe dûr ketiye, heliyaye, ji zimanê xwe dûr ketiye, ji zimanê xwe dûr ketiye, bi darê zorê dev ji baweriya xwe berdaye û oleke din qebûl kiriye û bi vî rengî tunebûnê jî dizane. Û em dizanin ku navên wan, neqebên wan, gundên wan, riyên wan, çiyayên wan, stranên wan, govendên wan û çî wan hebe ji destê wan hatiye girtin. Bi darê zorê bûne Tirk. Xewnên wan hatine qedexekirin û an jî di xewnan de jî, ji rengên xwe dûr ketine. Ewqasî mirov ji mirovahiyê dûr ketine.
Belê divê mirov dewleta terorîst, di van mijaran de pîroz bike. Bi rastî jî xwedî dîrokek gelek serkeftîne. Xwedî nav û dengin. Divê bi xwe serbilindbin. Dikarin li meydanan, bi dengekî gurr bînîn ziman ka tecawuzî kê kirine, kî exte kirine û kî kirine zilam.
Belê, dewleta terorîst biserketiye. Em li pêş van serkeftinên wan, bejna xwe ditewînin. Ji ber ku qasî em bejna xwe bitewînin merîfetên wan ên qatlîaman hene.
Em hin tiştên din ên vê dewletê jî dizanin. Carinan em derbarê wan de jî dinivîsin.
Ev dewleta terorîst ji ber serkeftinên xwe yên di dîrokê de, zû bi zû hişê xwe komî ser hev nake, dersan dernaxîne û naxwaze derxîne jî. Dibêje wisa hatiye û wê wisa jî here. Û çawa ku di serê sedsalê de, jenosîda Ermeniyan, bi lîstikên Alî Cengîz ve, bi destê kurdan pêk anîn, niha jî lîstika Alî Cengîz bi destê qaşo Îslamperestan, bi destê çeteyan, bi destê kêmnetewên ji kesatiya xwe dûrketî û kesên bi ol û mezhebên cûda bibawer, dixwezin pêk bînin.
Me got em dizanin. Herî dawî piştî hevdîtinên Başbug û kafir Erdogan, em dibînin li dijî Kurdan seneryoyek nû ya qatlîaman di dewrê de ye. Ji niha ve, êrîşên li dijî Kurdan zêde dibin. Me ev, berê jî, di zewaca Erdogan û Buyukanit a ku mora Dolmabahçeyê lêdayî û mehra meleyan a sexte de dîtibû. Lê niha wê vî karî, hêjî zêde bikin. Vê carê jî, wê abalên Cihû û îslamîstên kafir bibin yek û siyaseta nîjadkujî berdewam bikin.
Bombeyên ku li Gungorenê teqiyan, destnîşaniya kişandina pîmê vê ye. Niha jî, bi revandina cenazeyê hevala me diyar dibe ku plan ketiye meriyetê. Li Kurdistanê êdî bombe wê kêm nebin, balefirên her roj cihekî bombebaran bikin.
Em van jî dizanin.
Lê em hin tiştên din jî dizanin. Em dizanin ku ev gel, girêdayî Hevalan e. Û em dizanin ku bi peyva HEVAL ve, av radiwestin.
“Heval çiye û kiye heval? Lê hevaltiya di dilê me de, gelê me di serpêhatiyên azadiyê de çawa digirin dest...Dibe ku pirsên kûr bin. Watedayîna vê zehmet e. Lê peyva HEVAL, hemû kesan bêfikar hembêz dike. Qasî ku cûdahiyên nake navberê, zarok, ciwan û dayik, bab, kalik û pîrik, ango jin û mêr jî dikaribûn bibin heval. Lê rastiyek hebû ku hemû kes nikaribû bibe heval. Yên ku dibin heval jî, divê weke hevalan bijîn. Weke dilekî sînorê wê nehatiye danîn...Li cihên cûda, di demên cûda de, lê bi heman rûhî...Ango yên dimeşin, dixebitin, bi coş dibin...Ango kesên weke rûbarên bi deng dikenin, weke evîndarê weke evîndarekî/e ber bi riya evînê diçe...
Gotinek hebû peyva navê Heval dianî bîra me; “Em yek ji bo hemû, hemû ji bo yek” Dema ku hesta wê dijiya, çend dar dîsa li baxçeyê dilê me zêde dibûn. Di hewaya wê de, mezin dibin şitlên dara.
HEVAL!...Li çiyayên mor, strana ku tê strandin, helbestaka ku tê nivîsandin a di nava ava diherike û agirê ku bi hemû kareyên hilatina rojê de nû dibeye. Ango, helbesta namire, strana ku naqede..Ji xwe li vir destpêdike evîn û heskirin.
Tiştek heye ku em dizanin, lê dewleta terorîst nizane. Ev gel êdî bûye HEVAL. Ev gel êdî hetanî dawiyê xwedî li HEVALAN derdikeve. Û ev gel êdî naxwaze bê HEVAL bijî û wê nejî jî.
Dewleta terorîst vê yekê nizane.
Û dewleta terorîst vê yekê jî nizane. Gelê ku bûye HEVAL, ne gelê berêye. Gelekî bi vî rengî êdî weke xwe bûye. Gelekî wisa, tirên xwe bihurandiye. Û gelekî wisa
Ve terörist devlet şunu da bilmiyor; HEVAL’leşen bir halk artık eski halk olmaktan çıkmıştır. Böylesine bir halk artık kendisi olmuştur. Böylesine bir halk korkularını aşmıştır. Ve böylesine bir halk alt benliği ile üs benliğini birleştirerek sadecea ama sadece bir bilinç benliğine ve kendine güvenen bir gerçek benliğine kavuşturmuştur.
Dewleta terorîst vê yekê nizane. An jî dizane, lê di nezaniyê de israr dike.
Vê şûn de, gel wê bi şêwazê HEVALTIYÊ, bersiv bide dewleta terorîst û li meydanan xwedî li HEVALÊN xwe derkeve û wê rengê xwe, bi awayekî gurr, li meydanan dayne holê. |