|
Roja 8’ê tabaxê hêzên leşkerî yên Gurcistanê êriş birin ser paytexta Osetyaya Başûr Tshinvaliyê. Li gorî agahiyan di encama êrişan de ji 1600’î zêdetir sivîl hatine kuştin. Di heman rojê de Rûsyayê jî êrişê bazên leşkerî yên gurcan kir. Wisa dixuye ku dê ev pirsgirêk bibe sedema hin aloziyên navneteweyî jî.
Gurcistan ji gelek kêmneteweyan pêk tê. Li vî welatî ji bilî gurciyan (acar, laz, megrel, svan) abhaz, osetî, kurd, azerî, ermenî, rûs, asûrî û hin kêmneteweyên din jî dijîn. Lê belê ji sala 1990’î ve Osetya û Abhazya ji bo serxwebûna xwe li dijî Gurcistanê têdikoşin. Heya niha jî heman pirsgirêk didome û vê gavê Osetya bûye sedema şerê rûs û gurciyan.
Piştî şoreşa Cotmeha 1917’an, di adara 1921’ê de Artêşa Sor Gurcistan dagir kir. Di sala 1936’an de heman welat bû endamê 15’mîn yê Sovyetan. Tê zanîn ku duyemîn Sekreterê Giştî yê Partiya Kominîst ya Sovyetan Joseph Stalîn jî bi eslê xwe gurcî bû. Di pêkanîna şoreşê de wî roleke sereke lîst. Bi îlankirina belavbûna Sovyetan, di roja 28’ê nîsana 1991’ê de Parlamentoya Gurcistanê serxwebûna xwe îlan kir. Ji serxwebûna Gurcistanê heta hilbijartinên 1992’an Zviad Gamsahurdia, ji 1992’an heya 2003’an jî Eduard Sheverdnandze ji Gurcistanê re serokatiyê kir. Piştî “Şoreşa Gulê” a 2003’an, ji bo demeke kurt (2003-2004) Xanim Nino Burcanadze ji vî welatî re serokatî kir, piştre jî Mîhaîl Şaakaşvîlî ku ji aliyê Amerîka û Ewropayê ve dihate destekirin bû serokê Gurcistanê.
Sheverdnandze ji aliyê Rûsyayê ve dahate hezkirin û di wan salan de têkiliyên Rûsya û Gurcistanê germ bûn. Lê belê Amerîka û Ewropayê tim dixwestin li herêma Qafqasyayê xwe bi hêz bikin. Lewre, bi rêbazên cur bi cur li dijî Sheverdnandze xebat meşandin. Di wan salan de têkiliyên di navbera Rûsya û Gurcistanê de jî hinekî qels bûbûn. Lewre di sala 2003’an de, bi destê Şaakaşvîlî, lê bi rêberiya Amerîka û Ewropayê, li Gurcistanê “Şoreşa Gulê” pêk hat.
Piştî hilbijartina Şaakaşvîlî têkîliyên Gurcistan û Rûsyayê xerab bûn. Serokê Rûsyayê yê wê demê û Serokwezîrê niha Vladimir Putîn li hemberî bihêzbûna Amerîka û Ewropayê li herêma Qafqasyayê siyaseta tengavkirina hevkarên van hêzan esas girt. Lewma, bi taybetî ji sala 2004’an vir ve li hemberî Gurcistanê ambargoya aboriyê da destpêkirin. Çendîn welatên rojavayî xwestibin wê ambargoya Rûsan pûç derxin jî bi ser neketin.
Piştî şerê ku ji 8’ê tebaxê vir ve di navbera gurcî û rûsan de dest pê kir pêvajoyeke nû derket holê. Li gorî ku ez dibînim ev pêvajo dê ji Rûsyayê re bibe sedem ku ew Abhazya û Osetyayê ji Gurcistanê veqetîne û wan bişibîne komarên otonom ên Federasyona Rusyayê. Bi vî awayî wê herêma Qafqasyayê zêdetir bikeve bin bandora Rûsyayê.
Dê Amerîka û hêzên din ên navneteweyî li hemberî Rûsyayê bikevin nava helwesteke neyînî. Lê belê ez bawer nakim ku ji ber Gurcistanê ew aloziyê zêde kûr bikin.
Ev êrîşên Rûsyayê li gorî daxwaza Tirkiyeyê nîn in. Ji salên 2000’î vir ve artêşa gurciyan ji aliyê Tirkiyeyê ve tê perwerdekirin. Heke bandora Rûsyayê li Gurcistanê zêde bibe, dê hin hesabên Tirkiyeyê jî bikevin avê. |