|
Roja ku hevdîtina Îlker Baþbug û Recep Tayyip Erdogan pêk hat, pora Rêber Apo gûzan kirin. Me nirxandibû ku gûzankirin û kurkirina pora Rêber Apo ji aliyê polîtîk ve tê çi watayê. Îlker Baþbug û Erdogan di hevdîtina pêk anîn de li hev kirin. Ev hevdîtin dikare mîna nûkirina hevdîtina li Dolmabahçeyê ya di navbera Erdogan û Yaþar Buyukanit û peymana li ser li hev kiribûn jî bê nirxandin. Bingehê peymana li Dolmabahçeyê çewisandin-perçiqandina Tekoþîna Azadî û Demokrasiya Kurd bû. Sedema bingehîn a hevdîtina Îlker Baþbug û R. T. Erdogan jî ev rastî ye. Ji ber vê yekê jî, di roja pêkhatina hevdîtina di navbera Îlker Baþbug û Erdogan de peyam tê dayîn ku bi gûzankirina pora Rêber Apo, biryara têkbirina hêzên Azadî û Demokrasiya Kurd didome.
Bi gûzankirina pora Rêber Apo, peyama “Em ê koka we bibirin” hatiye dayîn. Ev bi rengekî vekirî û zelal xuya ye. Bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a negirtina AKP’ê re praktîzekirina vê polîtikayê mîna wezîfe dane hikûmeta AKP’ê. Rastiya ku dê rêveçûna pêþketinên siyasî yên dema pêþ diyar bike ev rastî ye.
Tevî vê yekê jî pêþketinên siyasî yên li Tirkiyeyê jî rastiya heyî cuda tên nîþandan. Tê xwestin raya giþtî bê xapandin û li hemberî Têkoþîna Azadî û Demokrasiya Kurd tê sorkirin. Mîna ku di navbera AKP û Ergenekonê de lihevkirinek ne hatiye kirin tê nîþandan. Bi vê tê xwestin bê nîþandan ku AKP’a qaþo li hemberî Ergenekonê ‘serkeftî!’ bû, dê di tunekirina Têkoþîna Azadî û Demokrasiya Kurdistanê de jî serkeftî be. Tê xwestin baweriyeke bi vî rengî di nava raya giþtî de bidin peydakirin. Bi giþtî li gorî hedefa rejîma þerê taybet daniye ber xwe û tevahî bi þêwazekî demagojîk tê meþandin.
Hin derdorên ku bi rejîma þerê taybet re bûne yek û ji bo gihîþtina vê armancê tevdigerin lê xwe cuda nîþan didin jî hene. Ev jî ew derdorên ku yên têkiliya wan bi rejîma þerê taybet re heye. Ev derdor ji niha ve ketine tevgerê. Ev derdor negirtina AKP’ê mîna destkeftiyekê nîþanî raya giþtî didin. Dixwazin nîþan bidin ku yên di þerê di navbera AKP’ê û Ergenekonê de nebin alî, nebin yedekê van hêzan mîna hedef nîþan didin. Ji van hedefên tên nîþandan jî Tekoþîna Azadî û Demokrasiya Kurd di serê lîsteyê de ye. Bi vê yekê re dibin parçeyek ji dorpêça ji bo têkbirin û tunekirina Tekoþîna Azadiya û Demokrasiya Kurd a ji aliyê Îlker Baþbug û Erdogan ve hatiye plankirin.
Di nava vê nîzîkahiyê de lîstikeke gelek xeter heye. Tê xwestin ji raya giþtî re bê nîþandan an bidin qebûlkirin ku perçiqandina Têkoþîna Azadî û Demokrasiya Kurd tiþtekî mafdar e. Ev nêzîkahî xwedî potansiyeleke wisa ye ku gelek xetereyên mezin di nava xwe de dihewîne. Dixwazin di nava raya giþtî de têgiþtineke mîna, ‘Çi bi Têkoþîna Azadî û Demokrasiya Kurd were kirin rewa ye’ bidin ferzkirin. Bi biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a têkildarî AKP’ê de em ketine pêvajoyeke bi vî rengî. Divê ev rasî baþ were fêmkirin. Tevî vê yekê divê bi tiþtê tê nîþandan û tê xwestin deng vedin jî kes nexape. Dê tu feydeya AKP’ê negihije demokratîkbûna Tirkiyeyê. Berovajî astengiyeke cîdî ya li pêþiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye.
Wezîfeya parastina rejîma þerê taybet ya li ber têkçûnê dane vê partiyê. Her kî îdîa bike ku partiyeke bi vî rengî dê sûdê bide demokratîkbûna Tirkiyeyê, ew raya giþtî dixapîne.
Divê ji aliyê herkesî ve bê zanîn ku rejîma þerê taybet astengiya herî mezin a li pêþiya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. AKP partiyeke ku polîtikayên vê rejîmê têxe jiyanê. Ji ber vê yekê jî her kî îdîa bike ku AKP wê feydê bide demokratîkbûna Tirkiyeyê û pêwistiya destekdayîna AKP’ê îdîa bike, divê bê zanîn ku ew bi tevahî di bin xizmeta rejîma þerê taybet de ye. Her wiha dijberê demokrasî û gel e. Li gorî vê rastiyê, yên xwedî nêzîkahiyên bi vî rengî divê wisa bên dîtin û nirxandin. Di pêvajoya ku rejîma þerê taybet ji her eniyê ve ketiye êrîþê û dorpêçê kurtir dike de, berxwedana li hemberî vê û têkoþîna werê dayîn jî li gorî van rastiyan þêwaz û rengê xwe digire. Divê ev yek rast were fêmkirin û li gorî vê yekê nêzîkahî bê nîþandan.
Helwesta li dijî îþkenceyê ne bes e
Me gotibû ku gûzankirina pora Rêber Apo, birîna koka kurdan e. Gûzankirina pora Rêber Apo, gaveke di vê çarçoveyê de hatiye avêtin e. Rastiya, ‘Nêzîkbûna ji bo Rêber Apo, nêzîkbûna ji bo gelê kurd e’ jî vê yekê piþtrast dike. Di vê çarçoveyê de bi gûzankirina pora Rêber Apo re, li dijî vê pêkanînê nerazîbûna kurdan, helwesteke pêwist e ku were nîþandan e. Gelê kurd ev nerazîbûna xwe bi jiyîn û hîskirina neheqiya li hemberî Rêber Apo nîþan daye. Ji ber vê yekê jî di pêvoya destpêkê de mêr, jin tevan bi kurkirina pora xwe helwesta xwe nîþan daye. Ev nêzîkayî heta cihekî dikare were fêmkirin û xwedî naverokeke watedar e. Lê belê nêzîkahiyeke bi kurkirina porê bi tenê, helwesteke ku bi tu awayî nayê qebûlkirin e.
Li hemberî kurkirina pora Rêber Apo ku tê wateya birîna kokê, tenê bi kurkirina pora xwe nîþandana nerazîbûnê têrê nake. Bi taybetî jî bi sînormayîna ciwanan a çalakiyên bi vî rengî bi tu awayî nayê qebûlkirin. Merheleye duyemîn a pêngava Êdî Bes e jî helwesteke çalaktir ferz dike.
Di merheleya duyemîn a pêngava Êdî Bes e de hedefên mezin hatine destnîþankirin. Ev hedefên mezin jî biryarbûn û helwesteke pir bi hêz dixwaze. Dawîlêanîna îþkenceya li Îmraliyê, rakirina tecrîta li ser Rêber Apo, parastina tendurîstî û azadiya Rêber Apo mîna hedef hatine destnîþankirin. Divê were zanîn ku tenê bi kurkirina porê xwegihandina van hedefên mezin ne mimkûn e. Di vê noqteyê de bi çalakiyên ku merheleya duyemîn a pêngava Êdî Bes e karibe pêþwazî bike û helwesteke li gorî vê yekê divê meyla nerazîbûnên heyî were diyarkirin. Bi vî rengî destnîþankirina nêzîkahiyê, tê wateya helwesta li hemberî tiþtên li Tirkiyeyê di demên pêþ de werin jiyîn. |