|
Di þexsê Nazan BAYRAM (Nûda KARKER) de ji bo hemû nazdarên dilan...
Nêrgizekê ji rûbarekê re got serê êvarekê:
‘Ava te bo çi ew qas zelal û herikbar e rûbaro
Zerî bo çi li peravên te bi per û bask dikevin?’
‘Ax tîna xwe bi min diþkîne’ got, avê
Nazanê rondikên xwe barandine dilê min!..’
***
Neman nîn e tu car di ferhanga azadiyê de
Û hebûn weke bayê sibe ye, digere li her derê
Dem û dewran di awirên mirovan de diherikin
Ax û avê heke, ba û êgir hembêz kiribe ji dil û can!..
Nazdara Dilan
NÛDA an jî NAZAN!.. Ango NAZDAR!.. Dilên ku bibûn hezkirî û evîndarên dilê wê jê re gotibûn, NAZDARA DILAN!.. Weke ku dilekî bi giyana wê xwe hiltavêt jê re gotibû: NAZDARA DILÊ MIN!..
NAZDARA DILAN, di zarokatiya xwe de textê xwe ava kiribû di nava qesra dilê dayik û bavê xwe de. Wê weke KARKEREKE JIYANÊ, KARKEREKE AZADIYÊ, bi dest û tiliyên hezkirinê baxçeyê xeyal û xewnerojkên xwe kola û tovê azadiyê lê reþand li nava xwîþk û birayên xwe... Heval û hogirên wê di nava awirên wê NAZDAR’ê de dîtin ku dem bûye çemek, û diherike ber bi derya mirovahiyê; deryayek ku tîna xwe bi xeyalên zarokên giyanazad diþkîne.
Bayekî Bênavnîþan
NAZDARA DILAN di ciwantiya xwe de jî bibû nazdara dilên bê navnîþan, dilên bê nav û nîþan. Ew bi xwe jî bê navnîþan bû, bê nav û nîþan bû. Weke bayekî li her derê digeriya. Bayekî bênavnîþan, bê nav û nîþan. War û wargehên ku ew lê digeriya ne guh didan navan ne jî nîþanan. Ji ber ku ne navên wan hebû ne jî nîþana wan. Ew gelek bûn, lê yek bûn. Ne navê wan hebû di nîþanên wan de, ne nîþanên wan hebû di navên wan de.
Nav û nîþanan wan bê navnîþan bû. Navnîþana wan xeyalistan bû. Xeyalistaneke ku bejn û bala xwe bi kiras û fîstanên jiyanê pêçayî û kembera azadiyê li ser xemilandî. Nav û nîþana wan xwehilavêtina dilê wan bû. Dilê wan xwe li ku hiltavêt û giyana wan li ku derê digeriya ew der navnîþana wan bû. Dilê wan ne tenê li cihekî, li warekî, li wargeh û meskenekî xwe hiltavêt. Dilê wan xwe li her bihosteke ku bêhn û pejna jiyanê lê hebû hiltavêt.
Nav û nîþanên wan bê navnîþan bûn. Navnîþanên wan bê nav û nîþan bûn. Ji ber ku her nav û nîþan di nava awirên navnîþana wan de bû, her derê ji wan re bibû navnîþan bi nav û nîþana wan xemilîbû.
Erê ew bê navnîþan bûn. Ji ber ku her der navnîþana wan bûn. Ew bê nav û nîþan bûn. Ji ber ku li her derekê navekê wan û nîþaneke wan hebû.
Nazdar û Zê
Rojekê ji rojan, NAZDARA DILAN ji rûbarê Zê (Zap) re gotibû: ‘Erê rûbaro, dîn û haro, zelal û herikbaro, bê mesken û waro; tu jî weke min bê navnîþan î, weke min bê cih û war î, bê mal û xan î. Ji ber ku heke her der war û meskenê mirov be, heke her derê xwe bi nav û nîþana mirov xemilandî be mirov bê navnîþan e, bê nav û nîþan... Ma ew dê çi bikin li navan an jî nîþanan!..’
Rûbarê Zê, piþtî van gotinan hê bi lez û beztir herikî, ber bi navnîþana xwe ya ‘bênav û nîþan.’ Weke NAZDARA DILÊ MIN!.. Dilê min ê bê nav û nîþan. Weke NAZDARA DILAN!.. Dilên bê nav û nîþan.
Rondikên Behra Wanê
Behra Wanê, ji çiyayê Sîpanê re got: ‘Heke min bikariya hêstran bibarînim ji çavan, min ê dilê xwe bikira NAZAN û biherikiyam ser hinarokên axê û minê xwe ji alekan biberda ser lêvên wê.
Hewara Dilopekê
Dilopeke avê guhê xwe bir ber asîman û bi dengekî kûr, weke ku hewara xwe dibê got: ‘Xwezî çirûskekê xwe li dilê te bidaya ya asîmano û te bi hezaran çirûsk bi afiranda ji dilê xwe. Wan çirûskan dest bidana hev li meydana kadizê de û bibûna birûsk û þeqereq ji sînga te bianiya. Her çirûskek bibûya dilopek -dilopek ku ronahî difuriya ji çavan- û dest bidana hev weke govendgêrên govanda azadiyê. Û di meydana di navbera te û axê de bigirtana govanda ba û êgir, û bibûna lehî. Lehiyek ji ronahiyê. Ronahiyek ji hebûnê. Hebûnek ji hezkirinê. Hezkirenek ji hêvî û baweriyê. Hêvî û baweriya azadiyê. Û xwe li qirika demê bidaya -ku dem seranser bibû xem, û diherikî çem û çem!..-
Wêneyê Hêvî û Baweriyê
Heke hevî û bawerî ronahiya hebûnê be, hûn di neynika azadiyê de, li sûretê hezkirinê binêrin.
Wêneyê Ronahiyê
Heke ronahî hezkirineke bê nav û nîþan be, hûn bi hêvî û baweriya hebûnê li sûretê azadiyê binêrin.
Wêneyê Hebûnê
Heke hebûn ronahiya azadiyê be, hûn bi hêvî û baweriyeke mezin li sûretê hezkirinê binêrin.
Wêneyê Hezkirinê
Heke hezkirin azadiya ronahiyê be, hûn di nava awirên hêvî û baweriyê de, li sûretê hebûnê binêrin.
Wêneyê Azadiyê
Heke azadî hebûna hezkirinê be, hûn bi çavên hêvî û baweriyê li sûretê ronahiyê binêrin.
***
Û heke mirov bi ronahiya hesiyabe mirov heye. Heke mirov bi hebûna xwe hesiya be mirov hez dike û tê hezkirin. Heke mirov ji ronahiya azadiyê bi hêvî û bawer be dê hez bike û bê hezkirin.
Erê Nazdara Dilê Min
Tu bê navnîþan bûyî NAZDARA DILÊ MIN, tu bê nav û nîþan. Ji ber ku her derê ronahî, hebûn û hezkirin, jiyan, azadî, xeyal û mirovahî lê heyî navnîþana te bû û nav û nîþana te li wan deran bû. Tu gelek hatî hezkirin. Ji ber ku te gelek hez kir. Me gelek hez ji te kir. Ji ber ku te gelek hez ji ronahiyê, azadiyê û hebûnê dikir. Ji ber ku te gelek hez ji jiyanê dikir. Te gelek hez ji hezkirinê kir. Min gelek hez ji te kir NAZDARA DILÊ MIN!.. Ji ber ku tu ronahî bixwe bûyî, tu hebûn bûyî û tu hezkirin bû yî. Tu jiyaneke azad bûyî ku her tim, bi hêvî û baweriyeke mezin, xeyala mirovahiyê bûyî. Û em niha jî li pey wê xeyalê ne. Li pey RONAHIYA AZADIYÊ, ya ku hebûna xwe bi HEZKIRINA JIYANÊ nîþan dayî. Erê, em li pey wî navî, li pey wê nîþanê ne. Em li pey wê nav û nîþana bênavnîþan in. Ango li pey te. Li pey NAZDARA DILAN. NAZDARA DILÊN AZADÎXWAZ. NAZDARA DILÊ MIN!.. |