|
15 ê Tebaxê
Ji Tunebûnê, Hebûn Afirand
Kurdistan, dayîka şaristaniya cîhanê, warê egîd û qehremanan û dergoşa mirovatiya hemdem. Kurdistan bi salan ji aliyê dagirkeran ve ji çar aliyan ve bi awayekî xwînmij hate dagirkirin. Her ku diçû ev dagirkerî hîn zêdetir li ser gelê herêmê û bi taybet jî gelê Kurd dibû xwedî bandor. Ev zilm, zordarî û bandoriya henê dibû sedem ku gelê Kurd ji nirxên mirovatî û civakî bê par bimêni. Her ku roj derbaz dibû, nîrê koletiyê hîn zêdetir dibû, gelê Kurd ji ziman û çanda xwe dur dihat hêlan, dagirkerên Kurdistanê, neyarên mirovahîyê, neyarên azadî, aştî û serkeftinê, neyarên demokrasî û biratiyê dibûn sedem ku gelê Kurd ji ziman, çand, berma û heya ji navê Kurditiyê jî dur bên hêlan. Ji ber ku eger Kurd ji van hebûnan dur hat hêlan, wê demê wê bikarin bi awayekî hîn hêsantir gelê Kurd, navê Kurd û Kurdistanê ji cîhanê tune bikin. Bi vê armanca ne mirovayane zimanê Kurdî û navên Kurdî li Kurdistanê hatin qedexekirin û rê ne hat dayîn ku Kurd ji bo pêşxistina zimanê Kurdî gavan bavêjin. Bi armanca tunekirina gelê Kurd zimanê dayîkê hat qedexekirin û înkarkirina ziman, çand, tore, bermayên dîrokî, nav û nîşanên Kurdî hatin armanckirin.
Piştî parçekirina Kurdistanê li çar parçeyan, êdî her dewletek dagirkerê Kurdistanê ji bo tunekirina gelê Kurd bi rê û rêbazekê cûda ketin nava liv û tevgerê. Her dewletekê bi şêweyekê cûda bandorî û zilma xwe li ser gelê Kurd da meşandin. Ji çar aliyan ve bi dagirkirina Kurdistanê her dewletekê dest direjî berma û hebûna gelê Kurd kirin. Bi sedan car qetlîam li ser gelê Kurd dan çêkirin, bi hezaran mirovên bê guneh di van qetlîaman de hatin kuştin û birîndarkirin. Li Kurdistanê bi hezaran gund hatin xirakirin, şewitandin û valekirin. Bi milyonan mirov li ser xaka bav û kalên xwe hatin penaberkirin.
Bi van zor û zehmetiyên ku li ser gelê Kurd dihatin meşandin, ji bo gelê kurd ji tunebûnê bê rizgarkirin û bikare ji bindestî û zilma dewletên dagirkerên Kurdistanê rabe, di 15 Tebaxa sala 1984’an dibin rêveberiya fermandarê Kurd Egîd (Mehsun KORKMAZ) de fişega yekem li Eruh-Şemzînan li dijî hêzên dewleta Tirk hat teqandin. Bi vê teqînê, bi vê bûyera kû di çapemeniya Cîhanê de cihekî giring girtî de yekemcare di şoreşa PKK ê de çek (Sîleh) tê bikaranîn de gelek guhertin bi xwe re anîn. Di nava van guhertinan de ya herî giring ewe ku gelê Kurd bi pêngava 15 ê Tebaxê li her derê hat naskirin, navê gelê Kurd yê ku berbi tunebûnê ve diçû, êdî hat naskirin. Ji aliyê dewletên cîhanê ve hat zanîn ku gelek bi navê Kurd heye û li mafên xwe xwedî dikeve.
Bi vê pêngavê, bi vê nubûn û vejînê di nava gelê Kurd bi xwe de jî ‘XWENASKİRİN’ hat çêkirin. Bi vê vejînê di nava gelê Kurd de hêdî-hêdî ‘Yekitî Û Hevgirtinek Netewî’ hat çêkirin.
Piştî pêngava 15 ê Tebaxê li Kurdistanê rewşek cûda hat despêkirin. Ji ber ku ev pêngav li bakurê Kurdistanê rûda, herî zêde jî bandora xwe li bakurê Kurdistanê kir. Êdî dewleta Tirk ya zordar û xwînmij ji nû ve dest avêt mêhtina xwîna Kurdan, ji nû ve dest avêt xirakirin û şewitandina gundên Kurdan û Kurd neçarî penaberiyê kirin. Li himberî van zordariya hemûyan jî gerilayên Kurd, partiya azadî û serkeftinxaza gelê Kurd û gelê Kurd bi xwe jî li himberî van zordariyan bê deng nema. Ji aliyê din ve jî tevlîbûna ciwanan ya ji bo hêzên gerîlla çêdibû. Bi van şansên serkeftinê, bawerî, hêza gerîlla û gelê Kurd hîn zêdetir dibû sedem ku gav û pêşketinên nû ji bo azadî û serketina Kurdistanê bên avêtin. Bi vê vejînê gelê Kurd yê kû ji aliyê dewletê ve dixwest bê tunekirin, xwe naskirin, zanîn kîne û ji bo serkeftinê li şansê jiyanê geriyan.
Roja vejînê 15 ê Tebaxê di nava gelê Kurd de wekî rojek ya cejnê hat beyankirin û naskirin. Ji ber vê yêkê bi rast hatina vê rojê, gelê Kurd li her cihê ku Kurd lê jiyan dikin vê rojê wekî cejnekî netewî pîroz dikin.
Pêngava 15 ê Tebaxê mizgêniya serkeftina gelê Kurd bi xwe re anî û bo sedem ku gelê Kurd ji tunbebunê ber bi hebûnê ve biçe. |