Em 15ê Tebaxê dijîn. Her kes wateya vê rojê ji nû ve dinirxîne û wê binirxîne.. Ji bo dîtina bersiva; 15ê çi anî û çi ji me bir û kirina hesabên wê û ji bo paşerojeke baş mirov dikare çawa bimeşe, dubarekirina vê pirsê pirr grînge. 15ê Tebaxê, bi taybetî li dijî hin kesatiyên Kurd û bi giştî, li dijî kesatiyên li Rojhilanavîn ên çermê wan gurandî û ziman hatî jêkirin, bindest, ji kesayetiya xwe hatiye dûrxistin, bûne kole, bi zorê serî lê hatiye tewandin û van kiryaran jî weke merîfet dizane û xwe dike bazarê û bêguman li dijî dagirker û desthilatdarên ku dibin sedama vê yekê, serhildaneke. Belê ev Serîhildane. Nirxandina Çalakiya 15ê Tebaxê, tenê bi aliyê leşkerî ve, berovajîkirina wateya wê ye an jî nezanî û naîfiye. Çalakiya 15ê Tebaxê, li gel serkeftina eskerî, bi wateya çandî, civakî, siyasî û felsefîk ve tijiye. Û divê aliyê bê dîtin jî ev be... Neteweyek, Erdnîgariyek, Civakek ku ji bo xwe nafikire, riya fikir û ramanên wê ji destê hatiye girtin û weke ku ji cinawiran bireve ji bilî revê ti rê ji re nehatibe hiştin û ji rastiya xwe direve; lê îro hemû cîhanê digire pêş xwe û bi serbilindî dibêje ez jî heme. Ev yek ji nû ve afirandinê îfade dike. Berê, dema du esker şêniyên bi dehan gundan didan ber xwe, li meydanan êşkence li wan dikirin û weke tê gotin; Gotinên min fermane û dengê min qanûne bi şeniyê dehan gundan zilim dikirin. Bi taybetî zilamên gundan digotin Romî tên û ber bi çiya direviyan, lê îro zarokên fermandar ên 4 salî, 5 salî, 6 salî, bi kevir, dar û kevkanekan bersiv didin wan û derdikevin pêşiya panzeran. Lewma lazime mirov van bûyer û tevgeran baş lêbikole û şîrove bike. Tişta herî watedar jî, îro nifşên 70 salî-hem jî weke dayîk-di girtîgehên dijmin de ne û ev yek jî, ji bo fêmkirina tirs û xofa di mêjî û dilê dijmin de bese e û watedare. Bi wateye, ji ber ku jina ku doh serê wê pêçayî bû û îro jî li eniya herî pêş li dijî dijminên faşîst tilîliyan diqîre û dimeşe, dema zarokên wê ji bo xaka welat dibe qurban û dikeve binê axê, dibêje eger pêwist bike, ezê çeka wê/wî rakim. Û kesên weke Abîdeya ji-dilbûn û hêjayiyê, Melle Abdurrahman, eger di 99 saliya xwe de dibêjin ku ew ji bo kadrotiya profesyonel amadene û eger bi vî rengî xebat dimeşînîn û digêhijin mertebeya şehadetê, diyare ku li wir gelek tişt afiriye.
Herwisa eger Apê me Mûsa, li gel mirinê; ji bo şoreşê, ji bo partiyê, ji bo Serok çûbe Amedê û xwestibe hin tiştan sererast bike, ev bêhtir watedare. Belê guhertin bûye, hem jî gelek tişt hatine guhertin. Gotinek heye; ''Mirov tenê dikare carekê bi ava binê pireyan xwe bişo.'' Ya ku tê ziman ewe. Êdî ew av, qasî ku tu nikaribî paş de vegerînî kewn bûye, herikiye û çûye. Êdî ava nû ya diherike heye û civakek nû heye. Û, eger çalakiyên 15ê Tebaxê bên nirxandin, divê bi hemû aliyan bê nirxandin. Emê Bi van daneyên biaxifin û binivîsin. Bi cewherî çalakiya 15ê Tebaxê, di heman demê de gulleya li dijî kurdê ku mejî û hişê wî hatiye çeliqandin, ji xwe direve, nexweş, bi kompleks, bûye kesê ku tenê bi hestên xwe tev bigere, ji xirecirê re vekirî, ji aliyê naverokê ve viç û vala, neyarê xwe, tesfiyekarê nava xwe, her tim dikare tehrîk bibe û weke mayineke serserî kengê biteqe an jî were teqndin ne diyare, hatiye teqandin e. Bi gotineke din pûçkirin û peyder pey ji holêrakirina van nexweşî û nebaşiyan e 15 Tebaxê.. Herwisa jî Pêngava 15 Tebaxê tê wateya; ew nirx û bedewiyên neolitîk ku niha tê gotin, ''nirxên komunal' ên di esasê xwe de di cewhera vî gelî de hebû derxist holê û rêya hêşînbûna tovên wê vekir. Belê 15 tebaxê çalakiyek wisa ye, ku hemû aliyên vê cewhera paqij, sadebûna wê, ya ku edaletê hez dike, bûye dergûşa mirovahiyê, egît, lêkoler, ji bo cîran û mirovahiyê bêyî du-dilî cangorî dike û xwe davêje ser mirinê ku aliyên wê yên herî xweşik ên bedewiya Dayik e, derxist meydanê. Ev Pêngav herwiha peyvên kevnar û bêwate ên weke; ''Mirov kurmê mirove da alîkî, hemû kelem û bariyerên li pêşiya rêya mirovahiya herî bi rûmet û dostaniya herî ji dil ji holê rakir û bû hîmê bedewî û hêjayiya ku ji dema serdestiya Dayik ve mayî, afirand. Wekî din di eslê xwe de Pêngava 15 Tebaxê, di kesayetiya jêr; ango tirsa ku bi zorê pê dane qebulkirin pûç kir û bi kesayetiya jor, ango nirxên ku di cewhera wê de hebû, bi aliyê hêjayiya Dayik re anî cem hev û kir hevdeng. Û, ev çalakî herwiha bidestxistina hevdengiya kes an jî civakek bi kes û civakeke din an jî hevdengiya bi mirovan re ye. Heger mirov behsa 15ê Tebaxê bike, divê mirov weke rastiya gelekî ji nû ve bi xwe hay bûye, rastiya takekesî û rastiya civakê bine bîra xwe û ji bilî vê wateyê nabe ku ti wateyeke din bidin vê pêngavê. Gelo aliyên wê yên negatîf nînin! helebet hene, ew jî; dema ku hewl tê dayîn birîneke kurmî û genî bûye û ketiye ajnûyan û bûye kangren, ji bo paqijkirin û rizgarkirina aliyên saxlem, neşter lêdidin, lê carina bi awayekî xwezayî neşter temasî aliyên saxlem jî dike. Bi taybetî, dema dest bi dixtoriyê tê kirin, di salên destpêkê yên ecemîtiyê de, zêde baldar nabe, lê bi derbasbûna salan, dibe profesyonel û karê xwe baştir dike. Belê, aliyê negatîf jî mirov dikare bi vî nûmeya kurt diyar bike.
Lê belê, di bin navê qaşo Otenazî (eutanasi) ya ji dil û bi zanebûn hewldanên astengkirina doktor, bi hemşîreyên sexte ên kuştinê û ameliyatxaneya ku bi bakteriyên sunnî ên kujêr tê dagirtin û dem bi dem zirar dide û carna jî rihê nexweş distîne jî hene û ev yek ne bûyerên ku nehatine dîtin e. Wayê yên vê rewşê diafirnîn li ber çavanin; ên weke cerdeanan, çetaya çaran a ku xistin nav PKK û komkujiya li ser gelê me tê meşandin û hemû cûreyên êşkenceyê, hemû vê rewşê îfade dikin. Weke encam; li gel hewldanên dijmin ên ji bo çewisandin, qetilkirin û tesfiyekirina li nav xwe jî, çalakiya 15 Tebaxê tê wateya afirandina gelekî nû, miroveke nû, mîlîtanên stû natewînin û generalên biçûk ên garantiya paşerojê, Xûdawendên ku ji bo paşerojê bibin numîneyên baş û afirandina abîdeyên weke darên çinarê ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ev rewş baştir aniye ziman û wiha dibêje: Eger di nava du çiyan de kendal hebe, kendalekî ku bi gavekê neyê girtin, tu wê li aliyekî çiya di nava dojehê de bî, lê li aliyê din ê çiya bihûşt hebe, tu yê çi bikî? Tu yê pireyêkê ava bikî! Tenê ew pire wê te ji dojehê rizgar bike û bibe wî çiyayê bihuşt lê ye. Mijara PKKê wihaye; ev bîst salin PKK bûye pireya di navbera du çiyayên ku di navberê de newaleke mezin heye! Aliyekî çiya tariye û li wir êşkence û dojeh heye. Hûn bi xwe vê rewşê jiyan. Li aliyê din jî, bihuşta ku ji bo we tê pêşniyar kirin heye. Ev yek, çiyayên me ne.; çiyayên azadiyê, çiyayên ku civaka nû li wir hevdu dibîne! Çiyayên herî wekhevîxwez û herî dadwer. Çiyayên ku mirov dikare li ser wan, baregehên azadiyê ava bike! Niha gel wê tercîh dike. Dibêje ezê ne di dawa vî çiyayê dojeh de, lê di dawa çiyayên bihuşt de bijîm. Biryar daye û li çiyan dimeşe. Heger ev pire nebe, mirov nikare xwe bigîhîne çiyan. Hetta mirov hîs nake ku di doşehê de dijî. Hin kes difikirin, ku bi înkarkirina pireyan, wê herin bihûştê. Hêj em li Erefê ne, ji pireyê derbas dibin, vê yekê ji bîr nekin! Di ser pireyê re derbasbûn hêj neqediyaye. Pirranî hêj li aliyê din ê pireyê ne. Riya bihûştê xûya dike, qefîleyên yekemîn ji Erefê derbas dibin. Hêj cejn nîne, em di Erefeya bihûştê de ne. Divê ev dîrok, bi vê wateyê bê fêmkirin. Belê em ji Erefê derbas dibin. Hêj cejn nîn e û di Erefeya cejnê de ne. Em bi kesên ku vê cejnê bi xwîn û keda xwe afirandine, ser bilindin... |
|