|
Evîn di tariya şevan de, hatibû dizîn Mirov dibûn qurbanê kesên zordar Jiyan dirawesta û bawerî disekinî Çiya di qelişîn û Xwe li ber zorê ne digirtin Volqan çêdibûn, kirasê bêbextiyê Xwe li dora “Rojê” alan dibû Ne dihêla “Roja Pîroz” Tirêjên xwe bidi xaka Mezopotamya Xwîn diherikî û tofan dirabûn. Nuh xwe li zarên xwe nedikir xwedî Mirov ji tofane rizgar nedikir..! Li cihê rubarên Dicle û Firat Rubarên xwînê diherikîn, dibun karesat Diket nava welat, gûl di çilmisîn Di rewşa xwe de di fetisîn. Daran bernedigirtin û şîn ne dibûn Cîhan dilerizî, berfa ber keviyan Diheliya û dibû..! Li ser zinaran dengê pezkoviyan Axîn û nalîna bilbilan, li deşt û zozanan Qêrîn û nalîna zarokan dihat. Bayê evînê li dergoşa evîndaran dida Zarokên “WELATÊ AGİRΔ yên di derguşan de Dibûn evîndarê dîtina “ROJ”’ê. Jiyan dibû dûjeh Xwezî ne dihatin xwestin. Gotin ne dihatin gotin, ziman dilerizîn. Dengê bablesotka şevên tarî Dihatin guhê zarokên bê dayîk û bav! Bê gûh û ziman! Roj û dem derbaz dibûn. Ji nişkan ve bû beyaniya Çar’ê Nîsan’ê Bi berbangê re, bi tilîliyên dayîkan, qêrîna ciwanan Bi mizgêniya zarokan Derketina “ROJA PÎROZ” dihat! Bang dikirin… Ji keyfan ziman dirawestan Di ber rawestanê re bi hev re digotin: Roj Derket… Roj Derket… Roj Derket…
|