|
Çend rojan berê nûçeyên ku hezên dewleta tirk bi rêbazên qirêj li hember kurdan çawa tevdigerin di Azadiya Welat de hate weşandin, lê mixabin ji ber li aliyekî zimanê nûçeyê bi kurdî bû, li aliyê din tevgera çapemeniya tirk a amborgoya ser daxwazên kurdan wisa kir ku li hember ew qas belgeyên balkêş nûçeyan qasî ku heq dikir ew qas bal nekişand. Çapemeniya tirk ji ber dozgeran tirsa wan şikandiye her roj belgeyên Ergenekonê diweşînin. Ez bawer dikim ku heta dozger an jî rayedar balê nekişînîn ser neheqiyên ser kurdan ew ê çapemeniya tirk tu carî balê nekişîne ser pirsên kurdan û ew ê tu carî guh nedin nûçeyên çapemeniya kurd ên ku qirîjiyan aşkira dikin. Em bi rûçikê çapemeniya tirk dizanin û ez bawer im hemû kurd jî baş dizanin ji bo wî ez li ser mabesta çapemeniya tirk zêde nasekinim. Li cihê ku hêviyên mirovan hebin gazinên mirovan hene.
Lê tevgera hînek kesan û malperan ha di van nuçeyên Azadiya Welat de ha di îdanameyên çeteya Ergenekonê de pir bala min dikişîne. Gelek malper an jî kesên ku nirx û hebûna wan wekî kes di nîqaşê de ye bi qirêjî û bêbextî bi ser kesên esas xebatên kurdeyetiyê dikin û xewên desthilatdaran direvîne tên.
Lê ev kesên kû bi bêbextî bi ser hêzên welatparêz ve tên bila baş bizanibin beriya her tiştî heger navnîşaneke ku gelê kurd xwe lê bigire tûne be hêzên tarî dê li Kurdistanê cirîtê bavêjin û dê bi hemû nirxên piroz ên kurdan bên lîstin. Divê baş bizanîn ku dewleta tirk dixwaze kurdan bi pirsgrêkên wan ên sosyal mijûl bike. Nûçeya Azadiya Welat ku keçikên kurdan bi hêviyên kar çawa dixapînîn,wan dikin bazara fihûşê û wan dikin sîxûr ji xwe re bikin wekî bangekeke xebatê û hişyarbûnê bi hesibînîn.
Li aliyê din dewlet ne bi tenê bi qirêjiya li hemberi jinên kurd dimîne. Dewletê bi riya AKP, li Kurdistanê dest bi sazumankariya olî kiriye. Bi riya hînek kesên kû daboriya wan tarî ne rengeki kurdî û îslamî didin xwe û bi riya ola Îslamê û rengkurdbûnê dixwazin pirsa kurdan bi kudan bidin jibirkirin. Di vî warî de hinek rojname û malper tên amede kirin û wan li ser navê kurdan li herêmên Kurdistanê dest bi weşanê kirine.
Di ware ajantiyê de divê hemû kes hişyar bin. Rê nedin dewlet bi riya hinek der û doran dest dirêjî nirxên hevaltiya piroz bike. Divê hemû kes di serî de wekî kurd tevbigere û kesên ku nava hewldanên tarî de be (xwîşk be, bira be, ji eynî eşîrê bin ferq nake) divê bi belgeyan bide teşhîr kirin. Navnîşan diyar e rojnameyeke kû bi hemû hêza xweve guh dide êş û elemên gelê xwe heye. |