|
Navekî gelek şîrîn e.
Belê naveroka wê hîn şîrîntir e.
Ji ber ku ne me, ne jî welatê me ev navê delal û zelal tam nekiriye, loma em lezeta wê jî baş nizanin.
Lê Rojnameya me AZADIYA WELAT ev tehma hinek da me. Bi kêmanî me çand û zimanê xwe tehm kir.
Bi saya vî navî û vê naverokê me hinek ji vê lezeta xweş tehm kir. Em û Azadî hîn nêzîkî hevdu bûn. Ma gelo çi ji vê xweştir heye?
Ev nav û gelê me û welatê me ew qas bi hev dikevin, weke dayik û bavên bi gelek salên dirêj ji hev hatibin dûr xistin û gihiştibin hevdu. Weke evîndarên bi salan ji hev hatibin dûr xistin û gihiştibin mirazê xwe.
Bêguman ev hesreta sedsalan e, hezar salan e; dûr mayîna ji AZAD bûyînê.
Lê mixabin kedxwar û xwînxwar, vê daxwaziya mirovatiyê ji me re zêde dibînin û jiyanê li me dikin jehr.
Belê divê êdî her kes bizanibe, me jî bêhna jiyana azad hilaniye û hindik be jî me hinek ji lezeta azadiyê tehm kiriye. Û êdî ne dûr nêzîk em jî bi serfirazî û bi keda destê xwe, bi xwêdana eniya xwe, bi xwîna laşê xwe digihêjin jiyana azad.
Ji bo gihiştina vê armanca serbilind û mirovatiyê, ked û xebat û têkoşîna Rojnameya me AZADIYA WELAT gelek giranbuha ye.
Qasî ku ez agahdar im, li beramberî ew qas êrîşên dijwar, rojnameyek xwerû kurdî, bi vî temenê dirêj û berxwedana xurt ne jiya ye.
Loma hêjaye ku her salvegera rojnameya xwe em weke cejn û şahiyê pîroz bikin.
Lê di vî warî de ez doza lêborînê di serî de li xebatkar û xwendekarên rojnameya me dikim, ku min pîrozbahî dereng şandi ye. Her wiha ji gelê me jî lêborînê dixwazim.
Ez dîsa serkeftinê ji hemû xebatkarên hêja yên Rojnameya me re dixwazim û hêvîdarim em ê hîn gelek salvegerên bi rûmet bi hev re pîroz bikin û ez bawer dikim heta welat azad bibe em bi hev re ne.
Rojnameya me AZADIYA WELAT, li gelê me pîroz û bimbarek û berxudar be! |