|
Em dikarin bêjin ku, têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî ya ku va ye çend sal in bi rengekî çalak û bi rêk û pêk, a di pêşengîtiya Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji aliyê Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZPKurdî) xebatên kurdî dimeşîne gihîşte astekê.
Di serî de li Amedê, Newroza îsal weke serkeftina têkoşîna civakî serkeftina zimanê kurdî jî îlan kir. Li qada Newrozê bi alavên kurmancî yên agirê kurdî, li dijî pişaftin û xwepişaftinê biryarbûna xwedîlêderketina zimanê kurdî bi dengekî bilind hate berzkirin.
Bi kurtasî, li çiyan bigirin heta bajaran, di warê hişmendiya parastin û pêşxistina zimanê kurdî de niha li gor berê, çend caran zêdetir pêşketin çêbûne. Qonaxeke bêveger hatiye bidestxistin. Biryarbûn û pêkanîn gelek zelal diyar e. Ev yek berbiçav e.
Hewara zimanê kurdî TZPKurdî jî, bi hemû xebat û lebatên xwe îspat kiriye ku di pêşengîtiya gelê kurd û Têkoşîna Azadiyê de îradeya zimanê kurdî ye. Ku ew îrade yek ji berhemên Têkoşîna Azadiyê û gelê kurd bixwe ye.
Meşa bi kurdî
Pêşketinên di warê zimanê kurdî de, ji bo me kurdan kêfxweşiyeke mezin e. Hêvî, daxwaz û xeyala salan e. Lê ya girîng ew e ku em vê kêfxweşî û dilşahiyê ji bo serkeftineke mayînde bikin pêlekanek, qonaxek, çavkaniyek, hêzek. Bi bernameyeke mayînde bikin têkoşîneke stratejîk, li her derê ku kurdek lê dijî zimanê kurdî bi rêxistin bikin û bikin xwedî sazî, dezgeh û dibistaneke kurdî.
Niha pirsgirêka bingehîn û sereke pirsgirêka bicihanîna vê pêwîstî û biryarbûnê ye. Biryarbûn û bilindkirina têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî, dewleta Tirk gelek ditirsîne. Di vê çarçoveyê de dewleta desthilatdar ji bo ku pêşî li pêşketinên zimanê kurdî û her wiha azadiya gelê kurd bigire her rê û rêbazên li dijî mirovahiyê diceribîne. Mijara me ya bingehîn jî divê li dijî vê yekê parastinên zimanê kurdî be.
Rojeva konferansê û kurdan
Belê; di navbera 27-28’ê tebaxê de, li Amedê konferansa TZPKurdî heye. Wisa diyar e ku di vê konferansê de jî dê li ser zimanê kurdî gelek tişt bên gotin û nîqaşkirin.
Weke mînak: Bi çavê îro, rewşa zimanê kurdî çi ye? Nêzîkatiya dewleta dagirker ji bo zimanê kurdî çi ye? Polîtîkayên pişaftinê û xwepişaftinê di kîjan qonaxê de ne û çawa tên meşandin? Ji bo serkeftina Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd a Demokratîk û yekîtiya hemû kurdan rol û girîngiya zimanê kurdî çi ye? Divê li dijî polîtîka û nêzîkatiyên pişaftin û xwepişaftinê -ku bi gelek awayên cuda tên meşandin- em kurd çi bikin?
Partî, şaredarî, komele, enstitu, sendîka, navendên çandan, çapemenî, welatiyên azad, ciwan, jin; bi kurtasî ji serî heta binî hemû sazî, dezgeh, rêxistin, tevger û derdorên kurd ên ji xwe re dibêjin rewşenbîr, nivîskar ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî, bi awayekî berbiçav divê çi bikin û çawa tevbigerin?
Divê em hemû kurd careke din ji xwe bipirsin: Em ji bo zimanê kurdî çi dikin? Ji xeynî çend nivîskar û ‘rewşenbîrên’ kurd, gelo nivîskar û ‘rewşenbîrên’ kurd ne tenê bi pênûsê xwe, bi her cureyê têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî de çiqas cihê xwe digirin? Xwe çiqas beşdarî xebatên Tevgera Ziman û Perwerdehiya kurdî dikin? Çima ew qas ji têkoşîna ziman dûr in? Ji bo ku di nav gel û civata kurd de, bi pêşengîtiya TZPKurdî de, kom, komik, rêxistin, dibistan û parêzgehên zimanê kurdî bên avakirin çiqas dikevin nava hewldan û xebatê?
Em dubare dikin: Gelo ma ziman tenê ‘li ser ziman’ tê parastin?
Serkeftina zimanê kurdî
Ji bo saziyeke stratejîk a zimanê kurdî, weke Akademiya Zimanê Kurdî, Saziya Zimanê Kurdî, Kongreya Zimanê Kurdî, Stratejiya Zimanê Kurdî a Hevpar û hwd. divê xebatên çawa û bi çi rengî bên meşandin? Zimanê kurdî dê çawa, bi kîjan rê û rêbazan di her qada jiyanê de belav bibe û bikaribe bibe zimanê rojane yê jiyanê? Divê rola kîjan saziyan, çi û çawa be? A.Welat dê çawa xwe bigîhîne deh hezaran?
Di têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî de taybetî, ji niha pê de divê TZPKurdî rol û mîsyoneke çawa bilîze? Dê çawa, li her derê bibe tevgereke civata kurd a zimanê kurdî? Ji bo zimanê kurdî divê TZPKurdî xwe bi çi awayî beşdarî têkoşîna xwegihandina statuyeke fermî ya kurdan bike? Li gel xebatên navxweyî, li dijî dewletê ji bo ku bi rengekî fermî di her warî de gav bên avêtin û zimanê kurdî bê bikaranîn, bigehe statuyeke xweser a fermî divê polîtîkayeke çawa ya berbiçav bê meşandin? Dîsa ji bo vê yekê, bi ruheke konfederal (pergala civakî), dê çend xwepêşandan, meş û mitîngên zimanê kurdî bi beşdariya sedhezaran li dar bixe?
Bawerim di serî de beşdarên vê konferansê, heke em hemû kurd li bersivên van pirsan û bi dehan pirsên weke van pirsan bigerin, nîqaşan bikin û xwe bigihînin biryar û encameke berbiçav, van biryar û encaman di nava gelê kurd de belav bikin û ji bo pêkanîna wan bikevin nava xebat û lebatê, têkoşînê bilind bikin ev yek dê bibe serkeftina zimanê kurdî.
Divê em baş bizanin ku serkeftina zimanê kurdî, serkeftina Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd e.
Hêvî û baweriya me jî ev e. Ango konferansek û têkoşîneke serkeftî ya zimanê kurdî û gelê kurd.
Not: Me hin ji can fikr û ramanên xwe yên li jor, di hin nivîsên berê de jî anîbûn ziman. Ji ber ku hê jî weke nan û avê di rojeva me de ne me pêwîstî dît ku dîsa bikin mijara vegotinê. |