|
Li bajarê Îlamê keçeke ku xwendina xwe ya zanistgehê bidawî anîbû, bi awayê xweşewitandinê dawî bi jiyana xwe anî. Di nameya xatirxwestinê da wê wiha ji bav û diya xwe re nivîsandibû: “We bi zehmeteke mezin ez danîm ber xwendinê, min xwendina xwe bidawî anî, lê nebûna kar bû sedem ku ez li hemberî we şermezar derkevim. Min dixwest hevkariya bavê xwe yê karker û zehmetkêş bikim, lê piştî bidawî anîna xwendinê jî ez wek serbarê malê mam...”
Pisgirêkên wiha û gelek tiştên din bûne sedem ku em her roj çend xeberên wiha nexweş ji çar aliyên Kurdistanê bibihîsin.
Mirov bi raman û fîzîka xwe xwedî hêzeke mezinin. Fîlsofekî li ser hêza îde û ramanên mirovan wiha gotiye: “ji bo gihiştin û encamdayîna karê ku di hêza we de ye û dikarin pêk bînin, qet dereng nîne”. Hinek kes dema rastî nexweşî an jî sernekeftinekê tên êdî hemû hêvîyên xwe jî ji dest didin. Mirina xwe ya fîzîkî jî li ber çava dibînin, lê kesên wiha di civakê da kêm in. Berevajî wan, mirovên bi îrade û xwedî armanc ger sed cara jî rastî şikestê bên, dîsa jî dixebitin û biser dikevin. Ji padişahekî pirsîn: “tu çawa li hemberî ew qas hêza neyarê xwe biser ketî?” Wî jî wiha bersiv da: “Min hêz û îradeya xwe ji wê morîyan stand a ku ji bo birina dendikeke genim 69 caran ji dîwar ket xwarê lê di encama têkoşîna xwe da cara 70’emîn biser ket.”
Di roja îro da rewşa civakî-siyasî ya Kurdistanê bûye sedem ku gelek ciwanên me ji aliyê xwe yê manewî û hisî toşî nexweşiyên hundirîn bên. Li rojhilatê Kurdistanê ev çend sal in ku xwekuştina mirovan bûye êşeke mezin a jiyanê. Bi taybetî jî nûciwan, ciwan û jin bi gelek şêweyan dawî bi jiyana xwe tînin. Çiqas ku hejmara nifûsê zêde dibe xwekujî an jî întihar jî li cîhanê zêdetir dibe. Vê arêşa civakî wisa kiriye ku rêxistina tendurstiya cîhanê roja 10’ê îlonê weke: “roja cîhanî ya pêşgirtina ji xwekujiyê” binav kiriye.
Mixabin li Kurdistanê bi giştî êşeke wiha pir tê dîtin. Li Îlam, Kirmaşan û Loristanê xwekujî di van çend salên borî da her tim ji hemû wilayetên din yê Îranê zêdetir bûye. Bi taybetî jî gelek kes bi riya şewatandinê û bi şêweyek trajedîk dawî bi jiyana xwe tînin. Pirsgirêkên weke: Binpêkirina kerametê bi riya namûsê, zewaca bi darê zorê, xwendin û zewac, biserneketina di xwendin û kar de, feqîrî û nedarî, kifşbûna rastî û sirên pirîvat, strês, bi tenê mayîn, evîndarî, tirsa vegera mala bav piştî zewacê (bi taybetî jî di nava jinan de), vexwarina alkolê û kişandina êroîn, tiryak û tiştên wiha tev ji wan faktanin yên ku sosyolog û rewannas weke sedemên sereke yên xwekujiyê binav dikin. Yanî sedem dibine du par: 1. Sedemên civakî: tenêtî û bêkesî, hev berdan (telaq), bêkarî, mirina bab, dayik, bira û xizmên nêz, pirsgirên cinsî, ji destdayîna heysiyet û kerametê û...)
2. Sedemên psîkolojîk û tenduristiyê: Bêhîvîtî, xwe gunehkar hiskirin, xemûkî, hisa şîkestê, nexweşiyên ruhî û fîzîkî yên weke kanser, aids, hêpatît û...
Li rojhilatê Kurdistanê mixabin êdî êşa xwekujiyê di nava xwendevanên zanistgehan de jî zêde bûye. Di sala borî de 400 kesan li wilayeta 600 hezar kesî ya Îlamê dawî bi jiyana xwe anîne ku piranî bi riya agir an jî şewitandinê bûne û ji wan 220 kes jin bûne.
Hêvîdarim pispor, zana, nivîskar û rewşenbîrên me, destgeh û ragehandina kurdî çiqas ku dikare zûtir û bi awayekî zanistî li ser rêyên çareserkirina van êşên giran bisekine û merhemekê peyda bikin. |