| |
| Eklenme Tarihi: 26.08.2008 Saat: 21:43 |
|
|
Tekildarî nêrîna şoreşgerî ya ji bo olê, Rêber Apo nirxandinên berfireh kirine. Nirxandinên Rêber Apo, mîna duh îro jî derbasdar in. Nêzîkbûna şoreşgerî ya ji bo dîn (ol), li Tirkiyeyê îro berpirsiyariya girîng û karê sereke ye. Tevî xizaniya ku li Tirkiyeyê gel pê re rû bi rû hatiye hiştin û tevî vê yekê îstismarkirina olî ya ji aliyê hêzên desthiladar ve nêzîkbûneke bi vî rengî ferz dike. Gel ji xizaniya tê jiyîn û têkçûna civakê ya heyî bi kapîtalîzmê ve girêdide û li hemberî vê yekê xwe dispêre îdeolojiyên dema wan derbas bûye. Ya rast tiştê ku gel ber bi lêgerînên wisa ve dibe mîna lêgerîna bihuştê, ji bêrîkirina gel a civaka xwezayî pêk tê. Lêgerîna civakê ya berpirsê tiştê tê jiyîn û ferqkirina desthilatdaran a vê lêgerînê bingeha îstismara olê jî ava kiriye. Di vê mijarê de ezmûneke mezin a hêzên desthilatdar heye. Bi sedê salan ketin nava hewldanên olê îstismar bikin. Serdestiya xwe ya li ser gel bi piranî di encama îstismara olê de meşandin. Di vê yekê sekeftî bûne. Salên ku mîna serdema navîn tê binavkirin, pêvajoyeke bi vî rengî ye. Ezmûn û tecrûbeya desthilatdarên tirk jî ji texmînan bêhtir e. Bi taybetî jî piştî xilafet kete destê tirkan ev yek berfirehî hate jiyîn. Di roja me de, di îstismarkirina olê de desthilatdarên tirk tecrûbeyên xwe bi pêşketinên di qada navnetewî re kirine yek. Ola ku herî zêde tê xwestin di qada navnetewî de bê îstistismarkirin îslam e. Bi dûrxistina ji cewherê wê, îslamî xwe bi xwe tê dijberî hev. Gelek sedemên çûyîna ew qas tund a ser îslamê hene. Di dema karyana kapîtalîzmê de li hemberî wê berxwedana herî mezin ji komên misilman hat. Komên misilman li hemberî taybetmendiyên kapîtalîzmê yên têk dibin li ber xwe dane. Ev berxwedana misilmanan a li hemberî kapîtalîzmê, di heman demê de mîna bertekekê ye li hemberî xirîstiyaniya ku wê û kapîtalîzmê mîna hev dibînin. Ev rastî ji aliyê kapîtalîzma rojava ve hatiye dîtin û li hemberî wê polîtika hatine pêşxistin. Îstismara îslamê ji aliyê kapîtalîzma rojava ve, li ser bingehê bikaranîna îslamê ya li dijî îslamê hate rojevê. Piştî şerê II. yê Cîhanê DYA’ya ku alîgiriya kapîtalîzmê girte ser xwe, îstismarkirina îslamê derxiste asteke bilindtir. Hem ji bo di siyaseta cîhanê de karibe bibe hakimê Rojhilata Navîn, hem jî ji bo bikaranîna li dijî misilmanan îslamê îstismarê pêk bîne ji bo vê yekê hewl dide. Pêşxistina ‘Projeya Kembera Kesk’ a li Rojhilata Navîn mîna pêkanîna herî berbiçav û pêşketî ya îstismara olê ji aliyê DYA’yê ve di dîrokê de cihê xwe girtiye. ‘Projeya Kembera Kesk’ a DYA’yê mîna gava destpêkê ya ‘Projeya Mezin a Rojihata Navîn’ a roja me ye. Bi ‘Projeya Kembera Kesk’ gelên Rojhilata Navî di nava xwe de parçe bûn û ketin rewşa li dijî hev şerkirinê. Bi vê yekê re Rojihata Navîn xistin nava kaoseke mezin. Tiştê di roja me de tê jiyîn ji vê yekê ne cudatir e. Tiştê niha tê jiyîn, bi rengekî dûmahîk, tiştên di salên borî de hatin jiyin in. Sermayeya global niha jî bi navê ‘Îslama Nerm’ nêzîkatiyekê derdixe pêş. Ev nêzîkatî jî ji aliyê DYA’yê ve tê meşandin. Car caran ev nêzîkatî mîna, ‘îslama siyasî’ jî tê binavkirin. Ev çiqasî ‘siyasî’ ye ev mijareke nîqayeke din e. Rejîma Îranê xwe mîna ‘Komara Îslamê’ bi nav dike. Quranî Kerîm mîna qanûna jiyana misilmanan tê qebûlkirin. Di vê wateyê de şêwazên bikaranîna DYA’yê ya bikaranîna ‘îslama nerm’ di rastiyê de ji pêşwazîkirina îfadeya ‘îslama siyasî’ dûr e. Hin zanistê siyasetê ji bo Siyonîzmê navlêkirina, ‘Cihûtiya siyasîbûyî’ bi kar tînin. Heman şîrove dikare ji bo nermkirina îslamê û mîna hevkar bikaranîna wê jî bê kirin. Bi taybetî ji bo yên li Tirkiyeyê dixwazin olê îstismar bikin ev rastî dikare were qebûlkirin. Lê belê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û tevahiya îslamê ev ne gengaz e. Li Tirkiyeyê îstismara olê ji aliyê partiyên siyasî û derdorên berjewendîparêz ên xwe birêxstin kirine ve tê meşandin. Mîna partiya AKP’ê, mîna koma rêxistinkirî Cemaeta Fetullah Gulen ev yek bi berfirehî pêk aniye. Têkiliya Fetullah Gulan a bi DYA’yê re tê zanîn. Li gorî hin derdoran jî Fetullah Gulan ajanê CIA’yê ye û endamekî wê yê di çerçoveya ‘Projeya Kembera Kesk’ de hatiye amadekirin. Dîsa AKP jî mîna hebûneke ji aliyê DYA’yê ve di çerçoveya ‘Projeya Mezin a Rojhilata Navîn’ de ji bo bicîhanîna rolê mîna partiyekê hatiye avakirin. Fetullah Gulen û AKP hewl didin li ser îstîsmarkirina hestên gelê misilman hebûna xwe bidomînin û bibin hêz. Xizanî û bêçereserî dikare di nava civakê de bibe sedema lêgerînên olî. Di pêvajoyên wisa de ol dikare di nava civakê de bibe xwedî bandoreke mezin. Pêwîstî heye rast bê dahûrandin û nirxandin û têkiliya wê ya bi rastiya civakê re baş were dîtin. Rêber Apo bi perspektîfa, ‘Nêzîkbûna rast û şoreşgerî ji bo olê’ riya nêzîkbûnê nîşan daye. Ya herî girîng jî ew e ku di vê noqteyê de Rêber Apo rast were fêmkirin û li hemberî hêzên olê îstismar dikin û partiyên mîna AKP’ê bê rawestîn, defeta îstismara olê bê rakirin û pêşiya van hewldanan were girtin.
|
|
Yazdır Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|