|
Ew der. Deverên li pişt asoyan, li jêrsoriya hemû rengan, ji tîşk û tîrêjkê wêdetir, ‘masûmiyeteke zarokane’ li ber çavên min ket. Hişê min li wan deran ma…
Dinyayekê bifikirin, belek belek xewn û xeyal lê dinişin. Ji bo kêfxweşiyeke mezin girnijîneke biçûk jî bes e; mirov wekî xwe ne, wekî axa xwe. Di bîra çu kesê de nîn e piştkirina barê dinyayê, qedandina şol û karên cîhanê, naxêr, her kes di bayê dilê xwe de pilîtanê dike bi êş û kulên jiyanê. Jiyan li wan deran gelekî ‘masûm e.’
Jiyan li wê derê têra xwe ‘masûm e’ têra xwe zelal û bijûn e çirûska ji çavên mirovan. Kesê rûyê xwe veneşartiye li pişt rûpêçên şert û mercan. Kes bi du-sê-çar-rûyan nîn e û çu kes di bin kayê re avê nabe û binve binve kes xwe nake destîla têkvedana agir û bizotê kerbê.
Masûm e li wê derê jiyan.
Ez li wan deran bûm di heyameke di navbera xewn û rastiyê de. Li ser kanî û terazinên kêfxweşiyê zozan zozan dikeniya spîka çavê min. Dilê min wekî beza hespekî şînboz î kihêl deşt û leylanên welatekî masûm di bin kevremijê tarî de dinuxumand. Bi ba û bagerê re pêşbazî dikir hest û dilînên min ên masûm. Ez li wan deran bûm, li welatê berze, li nav masûmiyeta heyatê li duh û îroyîna xwe dihizirîm di navbera çav û birûyan de.
Masûmiyet hê jî maye li wan deran û hêj jî însan bêyî ku di hişê xwe de hesab û kitêbên nehênî veşêrin, bêyî ku însan jiyanê li hev bikin mirin û cîhanê li hev tengav bikin, her kes bi halê xwe masûm masûm dijiya. Hê jî, însanên wê derê kerb û rika xwe, kêfxweşî û dilsoziya xwe rû bi rû, çav bi çav, dil bi dil li rûyê hev dixin û jê pê de jî mil bil û dil bi dil jiyanê li ber lingê xwe pêpes dikin.
Hûn niha dibêjin ev camêr behsa kîjan ûtopyayê dike û ew derên ku dixwaze bala me bikêşê kî der e?
Li bîra min e, Orhan Pamûkê nobelhilgir di gotûbêjeke xwe de digot, “Her dem ji min dipirsin, dibêjin, çima nivîs? Hûn dizanin çima nivîs, çimkî ez wekî we nikarim her karî bikim. Çimkî ez nizanim karekî tenê jî bikim ji bilî nivîsê…” Erê, gava min ji devê şarezayekî ev mukirhatina ‘masûm’ bihîstî, demildest xwê bi birîna dilê min wer bû û careke dîtir di rêgeha ‘Riya aqilî yek e’ de hişê min ez li behra texmîn û hizrên aloz wer kirim.
Hingê ez pê dihesiyam ku nivîs mukirhatin û derbirîna wê ‘masûmiyet’ê ye, ew a ku roj bi roj ji nava me bar dike û diçe. Ji ber hindê jî, di rê û dirbên nivîsê de tayê ku hiş û zêhna min ez birîmê, ne bilbiliya baxê îrem, belkî jî qijikiya ser darên kevnar a kuçetariya daristanekê bû. Lê deng masûm, peyv masûm, êş masûm bû.
Erê, ez ê di pêjna peyvê de gav bi gav ber bi dol û newalên ‘masûmiyetê’ ve biçûma û min ê pênûsa xwe ji bo ragihandina êş û jana masûman bixebitanda.
Hêjayî gotinê ye, ku ez dixwazim aşkera bikim ku kengî ez pê hesiyam ku ‘masûmiyet’ nemaye êdî yekser qelema xwe bişikênim û dawî li nivîsê bînim. Bila ev jî qewlê min û we be. Bi pêjna masûmiyeta ku ez bawer dikim di dilê her însanekê de dilopek be jî maye, ez bixêrhatina ‘rojiya pîroz’ di roja aştiya cîhanê de dikim û hêviya jiyaneke masûm û azad bo we xwînerên dilsoz dubare dikim…
Gelo hûn bawer dikin ku devereke wisa ‘masûm’ hebe? |