|
Ez gelek caran dibihîzim ku Amerîka dê vê carê li Îranê bixe. Gelek pisporên stratejiyên şer dibêjin heta mehekê wê êrîş bi destê Îsraîlê pêk were.
Ji niha ve rêxistinên mafên mirovan û hinek kes bi hestên humanîtî tevdigerin û li hemberî şer derdikevin.
Rast e, wekî etîk û mirov kî li aliyê şer be tê wateya ku ji mirovatiya xwe tiştek winda kiriye. Ez dibêjim, ji bilî dîktatorên ku gelan bi zextan dibin kontrola xwe dihêlin, her rêvebiriyek dişibe gelê xwe. Heger rejîmek, rêvebiriyek an jî monarşiyek bi salan li ser textê îktîdarê mabe ew hinekî sûcê gelên ku li wî welatî dijîn e. Lê rejîma dîktatorî ya Îranê bi tu awayî nakeve nava van nirxên jorîn. Dîktatoriyeke zindî ye.
Min dizanibû recm û îdam heye, lê bi rastî min nizanibû ku dîktatoriya bi rejîmeke ev qas hov li Îranê heye. Pirtûka bi navê ‘Xwedê dixwaze tu bimirî’ ya hevala min a nivîskara îranî Mîtra H Lager di destê min de ye. Ew di pirtûka xwe de behsa xwe dike lê bi bîranînên xwe ew şahidiya dîroka dîktatoriyekê dike. Ji ber di bin çavan de winda kirin, îşkenceyên bi destên mêrkujên rejîmê em li Tirkiyeyê dijîn û jiyan şahidîtiya Mîtrayê ji min re xerîb nayê.
Bi rojan îşkence, mal bûye wekî girtîgeh, ji derdorê îzolekirin bi mirovan weke qedereke hevbeş a jinan îranî û kurd tê. Gelekî ku di bin zextan de dinale û hemû çavkaniyên fikr û tevgara azad li ser hatiye miçiqandin.
Tê gotin keştiyên şer derbasî deryaya reş bûne. Û Serokwezîrê Rûsyaya Vîlademir Putîn ev weke amadekariya şerê hemberî welatê xwe dîtiye û Tirkiye tehdît kiriye.
Keştiyên Amerîkayê derbasî Deryaya Reş bûne.
Ez derbasbûna keştiyan wekî tevgereke li hember Îranê dibînim û pir vekirî dibêjim ji vê rejîma Îslama Îranê were tasviyekirin. Ez ne alîgirê şer im û siyasetên êrîşkar jî qet hez nakim. Lê li cihê ku îdam û recm pariyê rojê be, ji bo ku dizî kiriye milê zarokeke 6 salî li meydana ku bi sedan kes kom bûne di bin lastîkên erebeyê de bipelçiqînin, ewil girtiyan kêr bikin piştre bi darve bikin divê mudaxele hebe. Di rewşa heyî de muxalefata Îranê kurd in, lê ev rejîma hov, hovîtiya xwe li hember azadîxwazên kurd PJAK di asta herî mezin de pêk tîne.
Bi kurtasî dibêjim heger mudaxeleyeke ji Îranê re bê kirin divê kurd piştê bidinê û heger kurd li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin wê piştî mudaxeleyê hinek desketiyên netewî bi dest bixin. Û piştî ku karê Îranê hate qedandin wê Rûsya Tirkiyeyê bê ceza nehêle. Gotina kurdan dijminê neyarê min dostê min e. |