|
Serfermandarê Giştî yê Tirk û Fermandarê Hêzên Bejayî ku nû dest bi wezîfeyê kirin axaftina ji wan dihate hêvikirin kirin. Her du fermandaran di axaftina xwe de noqteyên hevbeş anîn ziman. Her duyan jî destnîşan kir ku ‘hebûna dewleta ûnîter esas digirin’ û wê ‘parêzvaniya netew-dewletê bikin’. Dîsa deklere kirin ku ew mîna xetereya herî mezin Têkoşîna Azadî û Demokrasiya Kurdistanê dibînin.
Hem Serfermandarê Giştî yê Tirk û hem Fermandarê Hêzên Bejayî di axaftinên xwe yên kirin de tiştekî bi tenê yê nû nebû.
Serfermandarê Giştî yê Tirk û Fermandarê Hêzên Bejayî yê nû bi axaftin û nêzîkahiyên xwe ji aliyê raya giştî ve baş nayên naskirin.
Bi taybetî jî divê em destnîşan bikin ku Serfermandarê Giştî yê nû yek ji kesên ku şerê taybet ê qirêj li Kurdistanê meşandiye û xwediyê pratîkeke tijî têkçûn e. Ji ber vê yekê jî di daxuyaniya dayî de mîna rojeva sereke li ser vê mijarê sekinî.
Beriya niha têkildarî pêşveçûnên siyasî yên li Tirkiyeyê bi pêş ketin me nirxandin kiribûn. Têkildarî Operasyona Ergenekonê û Biryara Dadgeha Bingehîn a der barê AKP’ê de me nirxandibûn. Di nirxandinên me kiribûn de me destnîşan kiribû ku Operasyona Ergenekonê û biryara Dadgeha Bingehîn a der barê AKP’ê de di rastiyê de tên wateya destnîşankirina polîtikayên ku di dema pêş de li Tirkiyeyê were meşandin. Serfermandarê Giştî yê Tirk û Fermandarê Hêzên Bejayî yên nû dema bi fermî wezîfe girtin axaftinên kirin, nirxandinên ku beriya niha me kiribûn piştrast kirin.
Hem Serfermandarê Giştî yê Tirk û hem jî Fermandarê Hêzên Bejayî aşkera kirin ku wê li dijî Tevgera Azadî û Demokrasiya Kurdistanê şerê yekpare yê taybet û qirêj bidomînin. Jixwe ji axaftina ku wê bikira ve tiştekî din nedihate hêvîkirin. Ne mimkûn bû ku tiştekî cuda bihata gotin. Ji bo vê yekê hatin wezîfedarkirin. Ev wezîfedarkirin jî di çarçoveya hevdîtinên beriya niha hatin kirin de çêbû.
Serfermandarê nû Îlker Başbug dema fermandariya hêzên bejayî dikir tevgereke mîna Serfermandarê Giştî nîşan dida. Çi di civînên çapemeniyê yên bi serfermandarê giştî yê berê Yaşar Buyukanit re, çi jî civînên wî bi tenê de mîna Serfermandarê veşartî tevdigeriya.
Gelo Îlker Başbug ev yek li gorî planekê dikir? Bêguman bersiva vê pirsê girîng e. Lê ya herî girîng encamên ku ji ber vê nêzîkahiyê derketin holê ne. Ew jî ev e ku Îlker Başbug hêj wê demê bi erka Serfermandarê Giştî tevdigeriya. Niha bi fermî hatiye wezîfedarkirin. Dema bi fermî hate ser vê wezîfeyê, axaftinên wî mîna dubareya axaftin û nirxandinên demên borî bûn.
Ji ber vê yekê jî, tu cudahiya axaftinên Îlker Başbug yên dema merasîma dewirkirina wezîfeyê ji yên berê ne cuda bûn. Dîsa ji ber vê rastiyê ye ku dema ev wezîfe girtin ji xwe nedihate hêvîkirin ku helwesteke cuda nîşan bide.
Beriya di çarçoveya operasyona Ergenekone de ku hin paşayen teqawît hatin girtin, Îlker Başbug bi R.T. Erdogan re rûnişt. Di wê hevdîtinê de Îlker Başbug û R. T. Erdogan li hev kir. Ji ber vê yekê piştî operasyona Ergenekonê û Biryara Destûra Bingehîn a der barê AKPê de guhartina serfermandarî û fermandartiya hêzên bejayî li gorî lihevhatina di navbera wan de pêk hatiye.
Piştî vê pêvajoyê dikare were gotin ku rejîma tirk a şerê taybet dixwaze ji aliyê leşkerî û siyasî ve xwe ji bo pêvajoya dema pêş amade bike. Bi îfadeyeke din rejîma tirk a şerê taybet ji bo polîtikaya dema pêş a bîne rojevê rotuş (sererastkirin)ên dawî pêk tîne.
Rêber Apo dema rejîma tirk a şerê taybet dinirxînê, destnîşan dike ku AKP bi hêzên statukoparêz yên nava dewletê re dibe yek. Rastiya ku ev destnîşan dikin ew e ku wê di polîtikayên tunekirin û înkarê de israr wê bidome. Ev yek ji pêkanîna konsepta tevkujiya kurd pê de nayê tu wateyê. Serfermandarê Giştî yê nû Îlker Başbug jî aşkere dike ku li hember Tevgera Azadî û Demokrasiya Kurd şerekî giştî û taybet de bi israr bin û planên di rojevê de piştrast dike.
Ji ber vê yekê jî Îlker Başbug di axaftina dewirguhertinê de tiştekî tê zanîn dubare dike, li aliyê din bûyîna starta pêvajoya nû ya dema vê axaftinê xwedî wate ye.
Pêwist e bi zanistiya vê rastiyê divê gelê me yê welatparêz, derdorên şoreşger û demokratîk bibin xwedî nêzîkahî û helwestê li gorî wê nîşan bidin. Li gorî çarçoveya destnîşan kir ketina nava liv û tevgerê, hem ji bo gelê me yê welatparêz, hem jî ji bo derdorên demokratîk û şoreşger yên Tirkiyeyê tê wateya xwedîlêderketine berpirsiyariyên dîrokî.
Rejîma tirk a şerê taybet di encama rewşa neçareser de niha şikestinekê dijî. Dema polîtikayên nû destnîşan dike di bingehê de dixwaze xwe restore bike. Dema ev yek rast were fêmkirin, wê were têgihîştin ku xwedîlêderketina li erk û wezîfeyên xwe ya gelê me yê welatparêz xwedî wateyeke dîrokî ye.
Rêber Apo balê dikişîne ser girîngiya kombûna li dora partiyeke hevbeş a sîwane ya gelê kurd û tirk. Di heman demê de ji bo gelê me parastina xweser pêk bîne, rêxistinbûyina xwe ya komunal û demokratîk û di bin rêxistinbûyina Civaka Demokratîk de bicih anîna berpirsiyariyan girîng e. Li gorî çarçoveya ku Rêber Apo destnîşan dike ketina liv û tevgerê, bicih anîna wezîfeyê ji gelek aliyan ve xwe nîşan dide.
Di vê pêvajoya ku rejîma tirk a şerê taybet hewldanên xwe yên restorekirinê didomîne, bi operasyona dawî ya Eregenokonê û biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê AKPê de, bi rengekî fermî dewirkirina wezîfeyê ya li biryargeha serfermandariya giştî ya Tirkiyeyê pêk tê, mîna fermandarên şerê taybet axaftinên Serfermandarê Giştî û Fermandarê Hêzên Bejayî rastiya heyî careke din radixîne ber çavan.
|