DI MEHA PÎROZ DE QEHREMANEKE DIN DERKET ASTA PÎROZMENDIYÊ
Nêrînek an jî tebbesûmek carna gelek tiþtan ji mirovan re dibêje, carna jî mirov bi mirovan dide naskirin..
Di demên wiha de çi tê gotin an nivîs çawa têne nivîsandin nizanim, lê tiþta ku niha ez dikarim bêjin û dizanim dilê min pirr giran bû bi çûyîna te portatifa þêrîn...
Nêrînek bû, ku cihê xwe di dilê tevahiya rêhevalên xwe de girtibû û ji ber ku nêrîna xwe di bi nêrîna rêheval Zilan re kiribû yek û navê xwe jî heman navê rêheval Zîlan girtibû portatîfa delal.
Careke din maha hezîranê nîþan da ku pirr pîroz e. Ji ber ku kesên herî bedew, kesên herî delal di vê mehê de bûne qehreman û tu jî yek ji wan kesane.
Meha Pûþperê meheke pîroze ji ber vê yekê ye ku kesên pîroz jî di vê mehê de dighîjin mertebeya pîroz.
Zîlan ango dema min tu naskirî hevala delal hevala þêrîn û portatîf. Îro bi xebara þahadeta te re barê dilê min ewqasî giran bû, ku weke berê rondik jî ji çavên min nebarîn lê di dilê min de firtoneyên ku ti rêyan nasnakin radibin.
Pûþper mehek pîroz e.
Pûþper despêka mehên havînê ye û dîmenek herî bedewe di nava hemû mehan de. Em li vê dîmena bedew binêrin, dibe ku em jî bighîjin naveroka gotina pîroziyê. Di vê mehê de li gorî qanûna xwezayê bihar û havîn cîh diguherin. Û di vê mehê de tim û daîm hestên ji bo guhertina pêþerojê di hundurê mirovan de derdikevin pêþ.. Xwezayê ti carî destê xwe ji mirovan re negirt. Tim bereketa xwe li ser mirovan de baran, ku mirov di vê cîhanê de bijîn.
Em dîsa di meha pîroz meha ku leheng û qehramanan de dijîn. Meha ku bi tîrêjên rojê dîlanê germ dike. Û roj hêza herî mezine ji bo gelên mezopotamyayê.
Mirovên ku bi rojê germ dibin, bi stêrkan geþ dibin û bi heviyê mezin dibin ji meha pûþperê jî pirr hes dikin. Zilan jî yek jî wan kesanbû ku tim bi heviyên rojên germ þevên sterkên geþ û heviyên mezin dijî û xwedî kesayetek li gorî navê xwe bû. Biçûk bû lê nav û nêrîna wê ya li ser jiyanê pirr mezin bû. Ji ber ku ew evîndara xwedawenda azadiyê Zîlan a mezin ango Zeynep Kinacî bû. Dilsoziya wê ya bi Zîlan re hiþtibû ku bi meha pûþperê re jî bibe evîndar.
Zîlan Çelê ango portafifa taxima me.. Ma tu çiqasî zû mezinbû. Raste raste zarokên me yên Kurdistanê ji xwe zaroktiya xwe najîn bê ku bixwazin zû mezin dibin. Tu jî yek ji wan zarokanî ku pirr zû mezin bûyîne. Ev du rojin ez dixwazin rojên ku min tu naskirî ji ber çavên min biçin û dixwazin bi tiþtên din re mijûl bibim, lê dîsa dengê kenê te li guhê min û rûkeniya te ji ber çavê min deqeyekê jî naçe. Zivistana 1999-2000 zivistaneke çiqasî tijî û sar bû ji bo me. Lê rengîniya portatifan Dola Sînan an Xinêre çiqasî rengîn dikir. Niha herî zêde çi tê bîranim tu dizanî rêhevala delal? Dema ku ji bona 8 Adarê roja Jinên Kedkar ên Cîhanê amadekariya þahiya ku boluka me dikirin û germ bûyîna me 20 portatîfên kû di hemû amadekariyên 8 Adarê de cihê xwe digirtin. Sal çiqasî zû derbas dibin ne wisa portatîfamin. Þeþ sal li ser vê zivistanê derbas bûn û em ew 20 portatîf çi qasî zû mezin bûn û her yek ji me çûne deverekê. Hinek ji me welatên xerîb û sar dene hinek ji me rêwîtiya xwe nîvco hiþtin û hinek ji me wan 20 kesan jî mertebaya ku tu niha gihiþtiyê de bûne rêwî. Heskirina welat û azadiyê heskirinek pirr mezin û giranbûhaye ne wisa rêhevalamin a delal. Çûyîna te ya vê demê jî da xuyakirin ku azadî ne ewqasî hêsane ku bi gotinan bê bilêevkirin. Dibe ku beledên azadiyê jî pirr giranbûhabin ne wisaye? Di demên wiha de gotin çiqasî bêwate dimînin. Ez ji sibê ve hewl didim ku xweþikbûna te binivîsînim lê ez careke din dinêrim, ku ez rastî jî nikarim xweþik bûn û bedewbûna te binivîsînim û hinek kesan re parvebikim.
Lê tu dizanî hevalamin a þêrîn herî zêde çi niha min diêþîne ez bi çûyîna te ya di meha pîroz de naêþim. Herî zêde ez niha bi vê yekê diêþim ku xebera te ez dûrî te welateke sar û serma dibihîzim. Weke ku ez te dûr ketime, ez ji tevahiya portatîfan dûr ketime û her rojê li xebera çûyîna we yekê dibhîzim. Nizanim rastî jî di demên wiha de çi tê gotin an jî çi tê nivîsandin. Tenê ez dizanim ku barê dilê min pirr girane.
Di meheke wiha pîroz de xebara çûyîna te jî him ez xemgîn kirim û him jî ji bona ku ez bibim hêjayî rêyate karê li pêþiya min zêdetir bû. Ji ber ku ez dizanim heviyên te pirr bûn ji bona pêþerojê û niha temam kirina wan hevîyên te hemû ji min û rêhevalên te re man. Ezê bi vê nivîsê j ite xatir nexwazim. Ji ber ku tuyê her tim bi min re be û ezê her tim ji te re bêjim, ku portatîfên din roj bi roj bi çi þiklê mezin dibin. Ez niha te bi hesretek mezin hembêz dikim.
Hêvîdar Mûnzûr |