|
Siroştê di nava tariya şevan de kirasek reş, pîs, tarî û bê bûha li bejin û bala xwe kirî bû. Jiyan dihat dizîn. Zarok di nava bêbextiya Cîhanê de tûne dibûn û diheliyan. Lat û zinaran ne dikarî ji vê yekê re şahidiyê bikin, xwe li himberî taritiyê nedigirtin, diqelişîn û mirov di nav de winda dibûn. Tîrêjên Rojê ne didan Cîhanê. Li çiya û zozanan li cihê keyfxweşîya dengê bilbil û çûkan, dengê nalîn û zarezara wan dihat. Herkû diçû ewrên reş û tarî yên kû xezeb jê dibarî, xwe komdikir , kirasê bêbextiyê nû dikir û kirasek hîn reş û gemartir li bejin û bala dikir.
Her ev rewş dihat berdewam kirin, mirov di nava taritiyê de dihatin hêlan û ji xweşiyê dûr dihatin hêlan. Bawerî dihat windakirin, li hemberî vê yekê kesê bi xwe re ne didît kû vî kirasê reş û tarî ji ber bejin û bala siroştê ( xweza ) bikin. Gelek kesan xwestin kû vî kirasê reş û gemar bidin qetandin û mirovahiyê ji bin banê koletiyê azad bikin. Gelek kesên wekê Spartakûs li himberî zordariya reş rabûn û nekarîn vî kirasê reş û tarî tûne bikin. Her ev yek mezin dibû û nîrê koletiyê stûr û zêde dibû. Ew kesên kû li himberî vê taritiyê rabûyîn, bûn qûrbanê gelek bûyerên pîs. Êdî kesekê ne dikarî çeng û perên xwe li himberî zordariyê rabikin. Kesên wisan dikirin, dibûn qurban û bi serê wan qesrên herî mezin dihatin avakirin. Ji ber vê zilm û zordariya li ser xaka Mezopotamya heyî, çiya diqelişîn, berfa bi hezarî salan neheliyayî, di vê çaxê de heliya, bablisok (kasırga) dirabû mirovên neçar li ber bablisokan diçûn, winda dibûn û di tariya şevan de dihatin tunekirin.
Belê, di vê demê de ji ber kû giyan (can, rih) şirîne, serê mirovên kole nebin qurbanê zordestiya tarîtiyê, tişta ji wan di hat xwestin dikirin. Evê rewşê her kû diçû bihêz dibû û tarîtiyê xwe di nava “Welatê Roj û Agirî” de dida çandin û mirovahî berbî tûnebûnê ve dibir. Mirov dikuştin û zarok dihêlan bê dayik û bav. Qîzên kû dibûn evîndar ne dihêlan destê wan û evîndarê wan bigihin hev û li ser serê mirovan karesatên ji tofana Nuh mezintir bi ser serê mirovahiyê de di anîn. Roj û sal derbaz dibûn, êdî pêwist dikir kû li ser xaka Mezopotamya ya kû ji şaristaniya Cîhan’ê re pêşengtî kirî kesek rabi , vê xak û mirovahiya bi salan mayî bindest ji tarîtiya şevan razgar biki. Êdî ev roj nêzîk biribû; heya giha sala 1949’an. Di vê roja pîroz de , di beyaniya 4’ê Nîsan’ê de, tîrêjên Rojê yên kû bi salan nedayîn xaka Mezopotamya, dibin ewrên reş û tarî de bi awayekî xwar hêdî-hêdî da xaka Mezopotamya .
Êdî xaka bi salan ne hatî bergirtin, ji vê rojê û pêde bergirt. Mirovan xwe naskir û dîroka xwe ya di nav de aliyê reş rola sereke leyistî hat naskirin. Di vê roja pîroz de kesên jêhatî û berketî, kesên nezan û xiyanetkar ji hev hatin cûdakirin. Kesên bi salan destê wan di qeyd û zincîran de riziyayîn, hatin qetandin, kûr bi çavbûn, girtî ji tarîtiya zîndanê ya reş rizgarbûn,, kole azad bûn, mirovên bê zar, bi ziman bûn û kesên bê gûh bi gûhbûn.
Belê; piştî vê roja pîroz û bihadar ya kû di nav de aliyê ronî ji tarîtiyê hatî rizgarkirin û pêde li “Welatê Roj û Agirî” rewşa mirovan bi awayek cûda hat destpêkirin. Her kû bawerî zêde bû, mirovên nezan û paşverû yên kû xwe disipartin aliyê tarî, reş û pîs, vegeriyan aliyê ronî û Cîhan’a xweşî û nexweşiyê ji hev hat cûdakirin....
|