Ji sala 1993’yan vir ve, her salê kurdên li Ewropayê festîvalekê lidar dixin. Bi deh hezaran kurdistanî, ji welatên cuda yên Ewropayê bi coşeke mezin beşdar dibin û heycana festîwalê dijîn. Di heman rojê de her Kurdistanî bi sedan nasên xwe, xizmên xwe û dilhezên xwe dibîne, xweşî û nexweşiyên xwe bi hev re parve dikin. Bajarê ku festîval lê çêdibe, bi rengê gelê kurd dixemile.
Roja 6’ê Îlonê li bajarê Gelsenkirchen a Almanyayê Festîvala 16. lidar dikeve. Bi deh hezaran kurdên li Ewropayê careke din dicivin. Dixwezim were zanîn ku wateya festîvala îsal ji ên salên borî pir cudatir e. Dewleta tirk ji mêj ve ketiye nava hewldanên qirêj da ku vê festîvalê asteng bike. Bi cur be cur îftirayan ew dixweze mêjiyê kurdan tevlihev bike. Ji bo bigehêje armanca xwe, dewleta tirk ji rayedarên Almanan jî alîkariyê girtin û hê jî digirin. Ez bawer nakim rayedarên Alman bikaribin roja festîvalê jî astengiyan derxînin, lê tiştên ku wan heya niha kirin jî ne hindik in. Qedexeya Roj TV a li Almanyayê alîkariyeke mezin bû ji bo dewleta tirk. Di bingehê qedexekirina Roj TV’yê de, daxwaza astengkirina tevlêbûnên kurdan li çalakiyan jî xwediyê giraniyeke mezin bû. Lê belê helwesta kurdan nehîşt ku ew biryara dewleta alman berfireh bibe. Heke di nêzîkatiya kurdan de qelsîyekê hebûya, divê were zanîn ku wê heman biryar li Ewropayê belav bibûya.
Çavên gelek derdorên ewropî li ser tevlîbûna vê festîvalê ye. Hejmara girseya ku wê tevli festîvalê bibe, dibe bersiva gelê kurd a ji bo hemû hewldanên qirêj. Lewre divê her welatparêzê ku dikare tevli vê festîvalê bibe xwe şunde negire. Festîvala îsal hewceyê tevlêbûn û coşeke mezin e.
Li gorî ku dişopînim, li gelek welatan amadekariyên festîvalê dorfireh hatin kirin. Di bernameya wê de jî dewlemendiyeke heye. Ji derveyê cur be cur standan, du dik û her wiha çadira panelê jî hatine amadekirin. Her ku diçe di bernameyên festîvalan de dewlemendî çêdibe. Pêwîstî bi vê yekê jî heye. Heta ez dibêmê lazime êdî festîvalên me tenê rojekê jî ne, pêwîste ew li gorî du (2) an jî sê (3) rojan werin tenzîmkirin. Welatparêzên ku ji deverên dûr, weke Marsilyayê, St. Raphaelê an jî Montpellier tênê wê, bikaribin bi hêsanî demeke xweş derbas bikin. Ji bo hemû kurdan wê festîval bibe dema vehêsînê û pêşxistina rihê neteweyî.
Digel hemû hewldanên ji bo astengkirina festîvalê hene jî ez bawerim roja 6’ê Îlonê wê bajarê Gelsenkirchenê bibe zozanê kurdan. Bi taybetî cilên renga reng ku jinên kurd li xwe dikin xweşiyeke awarte didin festîvalê. Dîsa nivîskar û rewşenbîrên kurd ku li dora standên pirtûkan dicivin û niqaşên ku pêş dixin jî taybetmendiyeke cuda ye.
Ez dixwezim careke din dubare bikim; li hemberî hemû daxwaza dewleta AKP-Başbûg û hevalbendê wê dewleta alman, divê her kurd derfetên xwe bihêşîne ku biçe festîvalê. Dê neyê jibîrkirin ku heman festîval bi awayekî zindî û pir bidiqet ji aliyê gêrîla û her wiha ji aliyê gelê me yê li her çar pareçeyên welat ve jî tê şopandin.
Ez ji niha ve, ji bo hemû kesên ku wê tevlî festîvalê bibin re xweşiyeke mezin dixwezim û wê rojê li wan pîroz dikim.
|
|