|
Yek roja şer e, yek jî roja aşîtiyê ye. Li alîkî civîn û gotin û daxwaziyên şer, li aliyê din meş, mitîng û gotin û daxwaziyên aşîtiyê. Eha rewşa Tirkiyeyê ! Di 30'yê Tebaxê de Yaşar Paşayê şerker, karê xwe yê serleşkeriyê, bi şahiyeke dengdar da destê şerxwazekî ji xwe mezintir BAŞBUG İlker. İlker Paşa, weke naveroka nav û paşnavê xwe peyivî û eşkere li dijî Kurdan fermana şer dixwend. Di van civînan da hemî giregirên dewletê amade bûn. Bi kurtayî Ergenekonên deshilat ên gir hemî başdarbûn. Hela em bêjin evan paşa na, her ji damezrandina dewletê ve xwedî mejiyekî şerxwazin û dijî demokrasiyê ne. Lê ya sosret, di vê govendê de reqsa Eregenekonên bê çek bû. Di serî de ji Gul û Receb despê bike û dakeve jêr, hemiyan li çepla dixistin û digotin paşayên me gelek maqûl axifî ne. Naveroka axaftinên paşayan jî, dijberiya demokrasiyê û fermana kuştina Kurda bû !
* * *
Li aliyê din, gel û rewşenbîr û siyasetmedar jî bê bersîv nema. Hema roja piştî fermana van Ergenekonan, ji bona 66.min salvegera 1 Îlona roja aşîtiya cîhanê, li sê bajarên mezin xwepêşandanên bi sedhezaran li darxistin. Hilbet li dijî şerê Ergenekonên deshilat, gotin û durişmên aşitî û demokrasiyê qîriyan. Dayîkên eskeran û gerillayan bi hev ra daxwaziya aşîtiyê kirin. Bi van çalakî û xwepêşandanan, li dijî eniya ergenekonên şerxwaz, binaxa partiyek e sîwan a demokrat û aşîtîxwaz xurtir kirin.
* * *
Divê li Tirkiyeyê û Kurdistanê êdî kes xwe ne xapî ne. Du alî hene; yên dijî Azadbûna Kurda û yên li gel Kurdan. Ev rewş êdî gelek zelal bû ye. Yên li dijî Tevgêra Azadiya Kurdan, xwe bi ava zemzem jî bişon paqij nabin, ew yekser dibin hevalbendên Ergenekon. Ne dibin demokrat, ne dibin musliman, ne dibin liberal û ne dibin tu tişt, bi tenê dibin alîgirên şerxwazan/ergenekonan. Belê yên aligirên Tevgêra Azadiya Kurdan jî, lazime xwe baş sazbikin û bibin xwedî rêxistinên berfirehtir û xurtir. Ev jî dibe ku navê wê partiya sîwan be û ev perçeyek e ji Konfederalizma Demokratik.
* * *
Bi mejiyê van paşa na û bi van siyasetmedarên sixte, ev dewlet roj be roj pirtir diçe nava agir û dê bi şewite. Agirê li Kurdistanê gûr dikin ne bese, nuha jî dikeve nava agirê Amerika û Rusya. Qaşo ji bo aşîtiyê dest davê je pirsgrêka Gurcistanê, Osetya û Ahpazya. Dewletên li himber te ne xeşîm in. Rusya ji nuha ve helwesta tund nîşan da. Eger Tirkiye û Amerika, bi her awayî siyasetek e hevbeş bidin meşandin, helwesta Rusya tundtir dibe û ew hevalbendiya Receb û Beşar û Ahmedê Nijadperest jî xera dibe. Bêgûman li beramberî vê rewşa nuh, Kurd jî bê proje û helwest namînin. Ji nuha ve, lawaz be jî, ji bona hevgirtina Neteweyî, Kurd ketina nava hewldanekê. Di vî warî de, KNK jî dest bi hewldanek e hêja kiriye û bi navê Belgeya Stratejîk a Neteweyî, projeyek pêşkêşî hemî partî û rêxistin û kesayetiyê Kurdistanê kiriye. Li gel hemû mejî û hewldanên xerab, em dîsa bi hêvî ne, ku li goreyî wateya roja 1 ê Îlonê, zûtirîn dem aşîtî û azadî were welatê me û hemî cîhanê.
|