|
Di şerê 24 salanê gerilayên Kurd yê li himberî artêşa Tirk ya zordar û dagirker ji bo rizgarkirina Kurdistanê û gelê Kurd gihandina mafê wan yên kû her neteweyek xwediyê wan mafane berxwedan û qehremaniyek bê hempa da meşandin. Di nava van 24 salên derbazbûyî de bi hezaran mirov ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bi hezaran gund hatin valekirin, bi milyonan mirov hatin penaberkirin û li ser xaka wan hatin derxistin. Hikumet û artêşê bi rêya JÎTEM, MÎT û herî dawî bi derketin û ji nû ve geşbûna ERGENEKON ê hat diyarkirin kû dewleta Tirk li himberî gelê Kurd şerekî qirêj û ne mirovane daye meşandin. Bi rêya JÎTEM, MÎT û ERGENEKON ê bi hezaran mirovên bê guneh bi sedema kû arîkarî dayîne rêxistinên wek PKK ê girtin, qetilkirin û serwinda kirin. Hîna bi sedan mirovên Kurd hene kû kes nizane çi bi serê wan hatiye, kesên kû ev kar kirîn ne diyarin û kujerên wan ji aliyê dewletê ve nehatine eşkerekirin.
Li himberî vê bê bextî û zordariya dewleta Tirk bi dehan car rêberê gelê Kurd Abdullah OCELAN û PKK destê biratî û aştiyê dirêjî dewleta Tirk kir û ji dewleta Tirk xwest kû pirsgirêka gelê Kurd bi rêya demokrasî û aştiyane çareser bike. Lê mixabin li himberî vê banga PKK ê ya kû bingehê demokrasiyê ye heya niha hikûmet û artêşa Tirk bersivekî erênî ne daye, her dem ji xwe re tûnekirin û înkarkirina PKK ê bingeh girtiye û ji xwe re şer kiriye armanc.
Di van rojê dawî de piştî kû İlker Başbug bu fermandarê artêşa Tirk, ji bo kû carek din li himberî gelê Kurd û PKK ê şerekî qirêş bide meşandin, di gera xwe ya yekem de çû Kurdistanê. Fermandarê artêşa Tirk Îlker Başbug yê kû fermana wî di kuştina bi sedan mirovên bê guneh de heyî li ser tûnekirina PKK ê, bi AKP ê re li hev kirî di gera xwe ya li Kurdistanê de gotinên balkêş gotin. Gera xwe ya yekem ji bajarê Meletî despêkir, pişt re Amed û herî dawî jî çû Wan ê. Başbug di gera xwe ya li Kurdistanê de carekî din tûnekirina PKK ê armanc kir û got; heya kû terorîstek mayîbe emê li himberî wan şer bikîn. Her wiha Başbug civîna kû li Amedê bi kesên karmend û rêxistinên sivîl re çêkirî de daxwiyaniyên balkêş û bê bingeh da. Di daxwiyaniya xwe de got kû ji bo em PKK ê tûne bikîn divê despêkê em têkilî û arîkariya gel ya ji bo PKK ê bidîn rawestan. Di berdewama axaftinên xwe de Başbug da diyarkirin kû PKK hêza xwe ya herî mezin ji Amed û gelê Amed ê digire. Başbug di axaftinên xwe de anî ziman kû em nikarîn PKK ê tenê bi şer tûne bikîn û di şerê li himberî PKK ê de me bi qasî 16 hezar kûştî dan.
Balkêşe, Başbug di gera xwe ya li Kurdistanê de gotinên bi xurûş anî ziman û got: “Kesên kû di şerde tên kuştin zarokên mene!” yanî xwe li gerilayên PKK ê jî kir xwedî û mirov dikare vê hevokê li gorî Başbug wiha şîrove bike. Kesên kû tevlî refên PKK ê dibin hemwelatiyên Komara Tirkiyêne, ev kesên kû tevlî PKK ê dibin ji aliyê rêxistinê ve tên xapandin, bûyîne gerîla û bê armanc li dijî artêşa Tirk şer dikin. Yanî li gorî Başbug li Tirkiyê pirsgirêkek ya bi navê “Pirsgirêka Kurd” nîne. Bi van gotinên vale û bê bingeh carek din artêşa Tirk dixwaze gelê Kurd bi xapêne û hinek kesan bike şirîkê xwe yê şerê qirêş kû li Kurdistanê tê meşandin. Başbug jî wekî fermandarên artêşê yên derbazbûyî sonda tûnekirina PKK ê da û da diyarkirin kû çend kes mayîne û emê di demekî kurt de wan jî bi qedênîn. Mixabin AKP û artêşê carek din pirsgirêka Kurd ji nedîtî dîtin. Di gera Başbug ya li Kurdistan ê de carek din hat îspatkirin kû dewleta Tirk li himberî gelê Kurd tûnekirin û înkarkirin kiriye armanc. Herwiha ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tû gav jî nayên avêtin.
Hertim dewleta Tirk li himberî bangên aştiyê yên gelê Kurd bê deng mayîye, vê carê jî bê deng ma û ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bê tû gav ne avêt. Gelo ev rewş heya kengê wê wisan bi dome, ne diyare? Li himberî vê yekê şerê kû bi salane didome wê derbazî bajaran jî bibe? Eger şer derbazî bajaran bibe wê Tirkiye bikeve di kîjan rewşê de? Çi wê bi serê aboriya Tirkiyê bê? Tirkiye wê bi kîderê ve biçe? Mixabin Tirkiye li beramberî van pirsan na hizire kû eger ji nû ve şer mezin û geş bibe wê çi bi serê Tirkiyê bê û Tirkiye wê bi kîderê ve biçe. Ji bo kû gelê Kurd xwedî li rêber, partî û mafên xwe derbikeve, pêwîste neyê leyîstokên dewleta Tirk, li dijî van leyîstokan bê deng nemêne û li her derê çalakiyên demokrasiyê li darbixin. Ji hemûyan jî zêdetir pêwîste li çar parçeyên Kurdistanê hewldanek di nava gel, partî û rêxistinên sivîl de bê despêkirin, ji bo kû di nava gelê Kurd de “HEVGİRTİNEK YA NETEWEYΔ bê çêkirin. Eger gelê Kurd karî di nava xwe de vê yekê pêkbîne wê demê ne dewleta Tirk û nejî tû dewletek din li himberî gelê Kurd nikara înkar û îmhayê bide meşandin.
|