|
Dý þefeqekî deyndardame,
Sîya porên''ZÎLANA'min'' rêwîye îþev,
Û dilêmin,
Mêvanê govenda êþ û xemaye.
Rûye kû bi beybûna xemilî bû,
Îþev rijîya mýxabin.
Westîyame îndî,
Nema kû nalînên xwe gohdar bikim.
Li ser bêbextiya ronahîyê
Çend demsal derbas bû.
Hina navdestêmin
Di nav xweyna dîrokê de xwe ji nude afirand.
Lorîna jitere berhevdikim''ZÝLAN''
Lorînên kû zarokên''ROJ'ê''mezindike.
Min ji,rêhevalê xwe bipejirîne
Gelo rê heye kû maçek bigrim ji kenê te.
Serfermandarê''MÊVANÊ GÝRAVÊ'',strana te gohdardikim.
Û birînên sed sala dicebirînim bi dengê te.
Ey Meletî!!!Wargeha Pakrewan'a,
Nebêje kû''Ez bêdengim û bêrûmetim''
Parêzera te her þev di temaþatedaye.
ZÝLANA'min,rêhevala''MÊVANÊ GÝRAVÊ''
Çewt bûna dîrokê bite sekinî
Û dayik bi navête,di mêjînin zarkên xwe.
Min weneyê te daleqand asîmanê bêdawî
Û hemû zarokên vî welatê
Navête ji xwera kir navnîþana azadîyê
Min navê Rojê gûharte
Û hemî stêrka xýst nava govenda te.
Kêmasîkî vî jîyanê heye zanim
Lê ez binavê te sond dixwom
Nema kû ew kêmasî bidome.
Tu zani,te bi biskên porê xwe gûhart vê meþa çewt.
ZÎLANA'min,mêvanê sýfra xwedayan
Zarokên AMED'ê bûn navþina gûleyan.
Min bi zarokên AMED'ê re nêrgiz û çîçeka jitera birêkir.
Te bîn kir ne???
Lewra min bêhna''MÊVANÊ GÝRAVÊ''lê kiribu.
Tinebûna te diweþîne kenê liser lêvênmin.
Gelo te,diriþmên di çavên zarokên AMED'ê da bihîst?
ZÎLANA'min,Qehremana''MÊVANÊ GÝRAV'ê,
Navêjim OXÝRBE jitere...
Na na navêjim,
Lewra her roj tû dinûde diafirî
Merheba ZÎLANA'min ,Merheba!!!! |