|
Ji sala 1976’an û pê de dengê mamosta Şivan Perwer berê bi riya radyoya Êrîvanê û piştre jî bi hatina kasêtan li her dera Kurdistanê belav bû. Ji sala 1979’an û pê de dengê keçekê li rex dengê Şivan gihişt guhê dilxwazên hunera wî ku rengînî û bedewiyeke nû dida berhemên wî. Ew deng dengê Gulistan Perwer bû. Wê carina Kurdistana bindest û birîndar dişiband Baxçekî Gulan.
Min bi bihîstina wê stranê zanî ku em kurd jî xwedî welatekî mezinin lê dewleta me tune. Min zû xwest ku xerîta welatê xwe yê bindest peyda bikim û bibînim. Birayê min Mihemed çû û di pirtûka nivîskarê biyanî Derk Kinan ew xerîta anî û nîşanî min da. Tevî ku di mala me de her tim kesên şareza li ser rewşa siyasî-dîrokiya Kurdistanê diaxivîn, lê stranên Şivan û Gulistan Perwerê bi qasî manîfestoyekî em hînî zaniyariyên nû dikirin. Gulistan hingî ji me re bûbû dengekî bilind ku li ser êş û elemên gelekî bindest distrî. Min gelek keç û dayik dîtine ku bi bihîstina strana “Lê lê dayikê” hêsir barandine. Gulistanê piştre wek “Gula Kurdan” hat binavkirin.
Sal derbas bûn, êdî Gulistan Perwer bû semboleke navdar di nava kurdên Kurdistan û cîhanê de. Wê li kêleka karê xwe yê hunerî li gorî adet û orfên civakê karîzma xwe jî bi rindî parast û her tim weke xanimeke giran û bi şexsiyet giraniya xwe parast. Ji ber wê jî hurmeta wê heya roja îro li cem hemû rêxistinên kurdan ên siyasî hatiye girtin û min nedîye kesek sivikatiyê bi wê bike.
Ger di salên 1930’an da hunermenda nemir Meryem Xan bû serkêşa jinên stranbêj mirov dikare bêje ku ji salên 1980’an û pêde jî Gulistan Perwera çeleng û zar şirîn jî di qada hişyarkirinê da riyeke nû li ber jin û keçên kurd vekir. Elbete tevgera siyasî li bakurê Kurdistanê bû sedem ku berevajî rêxistinên din bi keç û jin bêtir dakevin nava kar û xebata siyasî. Îro em dibînin ku keçên kurd li serê çiyayên Kurdistanê bûne pêşeng û gerîla û di girtîgehan de jî bûne sembolên berxwedanê. Gulistan berhemeke wan salên dijwar e ku her kes nedikarî li ser xebateke wiha biryarê bide. Lê Gula Kurda tevî ku ji malbata Şêxan bû li kêleka hevalê xwe yê hunermend pir bi pêwîst zanî ku bi çavekî din û nêrîneke nû li wateya jiyana kurdan binêre. Ew bû serkêşa wan keçên deng xweş ku nedixwestin dengê xwe di qirika xwe da bifetisînin.
Ji sala 1995’an bi vebûna Med TV di dîroka kurdan de rûpeleke nû vebû û li vira bû ku êdî me reng û rûyê hunermendên xwe jî dît. Gulistan Perwer ji sala 1998’an û pê de wê bi hêz û hezeke mezin dest bi bernama Baxçê Gulan kir. Baxçê Gulan bû bernameya malbatên kurd û bi taybetî jî jinên kurd bi evîneke mezin li wê temaşa dikirin. Wan bi çavê lîderekê li Gulistanê temaşa dikirin û şîretên wê bandoreke mezin li ser wan datanî. Bernameyên wiha pêwîst e berdewam bin û ger niha Gula Kurdan biryar daye ku ji demekê re vî karê xwe di Roj TV de nedomîne, lê pêwîst e piştre vê xebata xwe ya dîrokî bi hêzeke mezintir bidomîne.
Çimkî di nava bernameyên kulturî-çandî de bawer nakim heya niha bernameyek hebe ku bi qasî Baxçê Gulan hatibe hezkirin.Ev nivîs bi awayekî kurt hatiye nivîsandin, lê ezê vê nivîsê bi awayekî berfirehtir amade bikem ku kar û kesayetiya Gulistan xanimê baştir bê naskirin.
|