Têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd beriya niha gelek caran nirxandin û pêşniyar hatine kirin. Her wiha têkildarî vê mijarê her çiqasî piştî çapkirina wê hatibe qedexekirin û belavkirina wê asteng jî kiribin pirtûkek bi navê, “Kurd çi dixwazin” hatibû weşandin.
Di pirtûka bi navê “Kurd çi dixwazin” de ji bo pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin nêrîn û pêşniyar tê de cih digirt. Hin derdorên ku ev pirtûk xwendin, pêwîst dîtin ku têkildarî pirtûkê nêrîna xwe bînin ziman û destnîşan bikin ku daxwazî û pêşniyarên tê de cih digirin yên herî maqûl û guncav in.
Siyaseta serdest a li Tirkiyeyê, ji bo raya giştî ji daxwazên kurdan agahdar nebe pirtûka mijara gotinê qedexe kir. Bi vê yekê jî helwesta xwe ya li hemberî çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd nîşan da.
Ev helwesta siyaseta serdest a li Tirkiyeyê, ji daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd re nikariye bibe asteng; berevajî bûye sedem ku daxwazên di vî warî de berztir werin ziman. Herî dawî di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de li gelek derên Tirkiyeyê çalakiyên bi vî rengî hatin lidarxistin.
Em dixwazin destnîşan bikin ku çalakiyên di 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de hatin lidarxistin em destek dikin, bi rengekî girseyî anîna rojevê ya daxwazên aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd em watedar pêşwazî dikin û mîna berdewama çalakiya li Kadikoyê dibînin.
Tevî ku pirsgirêkên kurd û tirk dijîn yên cuda hene jî, weke tê zanîn ku du gelên ku pirsgirêkên hevpar dijînin. Lê belê tevî van pirsgirêkên hevbeş jî, hê jî ji bo çareseriya van pirsgirêkan nebûne îradeyeke yekgirtî. Ev kêmasiya ku gelê kurd û tirk bi hev re dijîn, mîna astengiya herî mezin a li pêşiya çareserkirina pirsgirêkên wan ên hevbeş in.
Nebûna hêzeke hevpar a gelê kurd û tirk, heta niha tim bi wan daye windakirin. Di encama ve yekê de yên bi ser dikevin jî hêzên mêtînger in. Lê belê dem hatiye ku dawî li vê rewşê werê anîn. Ev yek jî di pratîkê de pêk tê. Hêzên serdest ên tirk, ji bo daxwazên aştî û çareseriya demokratîk ya pirsgirêka kurd ku ji aliyê kurdan ve tên bilêvkirin, bi neyînî dibersivîne. Meyldariya wan heye ku vê helwesta xwe tundtir bikin û derxine asteke dijwartir. Li bi vê yekê jî nasekinin, her wiha dixwazin gelê tirk jî ji van polîtikayên xwe yên kirêt re bikin hevpar. Herî dawî di encama vê yekê de Serfermandariya Giştî û Hikûmeta AKP’ê li ser konsepta tevkujiyê lihev kirine û ev konsept îlan kirine. Aşkera bûye ku ev konsepta ku rejîma şerê taybet a tirk dixwaze pêk bîne wê xetereyên mezin biafirîne û ji bo astengkirina biratiya gelê kurd û tirk wê serî li her cure lîstikên kirêt bixin. Tê xwestin di navbera gelê kurd û tirk de şerek werê derxistin. Hewldanên afirandina şerê kurd û tirk ên li cihê zemîna provokasyonan lê heye û hêzên şovenîst xurtin jî di çarçoveya vê yekê de ye.
Li vir aşkera ye ku lîstikeke bi xeter tînin rojevê û divê ev yek were astengkirin. Yên karibin vê lîstikê pûç derxin jî ji gelê kurd û tirk, kedkar, rewşenbîr, derdorên li hember mafê mirovan bihestiyar, çep û demokratîk pêde jî ne tu kes an hêz e.
Hêzên serdest ên tirk, bi rengekî vekirî aşkera dikin ku ew li dijî aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd in. Ji ber vê yekê jî hêvîkirina ku ew ê ji ber xwe ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk û aştiyê gavê biavêjin şaşiyeke mezin e. Ji xwe bi vî rengî pêşxistina çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û sazkirina aştiyê jî ne mumkûn e. Beriya niha li Kadikoyê, niha jî di 1’ê Îlonê de di serî de li Stenbol, Adana û Îzmîrê çalakiyên ku li gelek cihan pêk hatin nîşan didin ku di rastiyê de aştî çawa dikare were sazkirin û pirsgirêka kurd a demokratîk çawa dikare pêk were. Çareseriya demoratik a pirsgirêka kurd û sazbûna aştiyê di serî de wê di dil, mêjî û çalakiya gelê kurd û tirk de pêk were. Riya vê yekê hatina gel hev û yekbûna kedkar, rewşenbîr, derdorên ji mafê mirovan re bihestyar, çepgir û demokratan e. Dema ev yek pêk hat, derdorên li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û aştiyê asteng in, wê werin derbaskirin.
Piştî mitîga li Kadikoyê, mitîngên dawî yên aştiyê ku di 1’ê Îlonê de pêk hatin hêviyên ji bo vê yekê zindîtir kirin. Di vê çarçoveyê de di yekbûn û hevkariya gelê kurd û tirk de, di îradebûneke hevbeş de gavên dîrokî yên divê werin avêtin, mayinde kirin encam bê bidestxistin û hewldanên zelal û berbiçav bên rojevê. Nav çi dibe bila be, pêwîst e hêzeke rêxistinkirî ya ku di cewherê xwe de tê wateya îradebûn û yekgirtinê pêk were.
|
|