Carina her tişt bêwate dibe li ber dilê min. Çavên min li siya dostekê/î zûr û beloq dibin, guhên min mûr û bel dibin li dengekî nas, gotineke nerm, ku tîna hêviyên germ jê bê min. Lê beyhûde ye bend û bendewariyên ji vir û ji wir, ji vî û ji wî; çi bibe, dawiyê her însan tenê siwarê ‘hêviyên’ xwe ye. Carina jî, her tişt xweş û geş tê bi min. Ji bîra min diçe bargiraniya jiyanê, hêviyên nîvîmayî, dûrgehên ku berê min daye vir û wir, şikestinên li ser dilê min bûne kuleke giran û xwezî û keserên bêencam. Nebe jî hevalek ku pişta du gotinên kurmancî pê re bavêjim ber destarê sohbetê û şevbihêrkan pê re hino hino bihêrim jî, li ber tîna çirayê hêviyên geş, bayekî keyfxweşiyê bi ser ruhê min de tê û dilê xwe pê xweş dikim. Çi bibe jî, dawiyê, her mirov tenê şarezayê ‘rê û rêçikên’ xwe ye. Çi ku, ji her kesê çêtir dest dizane ka kî dera laş û bedenê dixure… Serboriyek e jiyan. Qonaxên belek belek têne ber riya mirovî; dil wekî pelekî lawaz ê berba ye, geh bi vir de li ba dibe geh wir de, wekî Gulhezarên çîrok û destanên kurdewarî, “Çavek dikene yek digirî” û li lîsê hêviyê dinişe hemû rê û rêçûnên jiyanê. Qonaxa yekê ‘ez’ e: Hemû serçaviyên jiyanê ji vir dizên. Ez di geliyên jiyanê de evraz bi evraz li ‘xwe’ digerim. Qonaxa duyê ‘em’ e: Ava hemû kanî û cobaran ber bi vê bendê ve diherikin. Em di newalên jiyanê de nişîv bi nişîv li ‘hebûna xwe’ digerin. Hebûn sîtavkek e: ne sibe ne jî êvara wê heye; hem sî ye, resmê xwe dide ser jiyanê, hem jî tav e, resmên sî û sîberan vedikuje û winda dike hemû dews û şopên li şûna xwe… Hebûn bêzariyek e. Heta bi cest dibe, ji cest dike xwedanê xwe. Janek e, jana zayînekê. Bêzarî û bêhntengiyên ku gelek caran jiyanê li ber me dikin goreke tarî û me di çaledizên ‘bêçaretiyê’ de difetisînin, ya rastî, tenê encama paşvexistin û dewisandina xweziyên me ye. A rastir, ji her ‘bêçaretiyeke gewir’ derman û dewayeke kej tê pê, çi ku, “Reşetariya herî kor ya şevê kêlîk û gava herî nêzî berbanga belek e.” Wekî tîroja bin guhê tarisanê -ji penî ve- wisa ji paradoksan hez dikin em; hinekî paranoyak in. Maceraperest in em; hinekî hez dikin ji mij û dûxanê, alozî û têkvedanê. Paradoksên wisa em li berbangên hêviyên xwe dialînin ku ji şevê ditirsin em, lê ji şevê re derdikin dilê xwe her dem. Sebra me bi şevê tê, tirsa me jî her ji wê şevê ye; belkî jî hêvî li dûmahîka wê ne lew, berbang bi dûv de ye, lê xemrevîna dilê me ye jî şev. A rastir, her şev li hişê me tarî dibe gerdûn û her berbangê jî li dilê me hiltavêje tîrojka jiyanê. Ji ber hindê ye, çi bibe jî, dawiyê her kes “Mîmarê dîwarê xwe ye” di vê kavilistana jiyanê de. Carina ken, carina girî, têkvedanek e jiyan; carina evraz carina nişîv… kelvedanek e jiyan û dawiyê kefa li ser destî dimîne tenê ‘hêviyên’ mirovî ne; jê pê ve, sar; jê wê de tenê kavilistanek e; eynî, wekî ronahiya li bin guhê tarîsanê, brûskeke wisa har e jiyan, vêdikeve, vedijene û diçirîne mêlaka tariyê. Brûskek e jiyan, ne diyar e ka dê kengî vejene bi hêvî hêvî!..
|
|