| |
| Eklenme Tarihi: 16.09.2008 Saat: 18:27 |
|
|
Şeva çûyî bû Demê li mirinê temaşe dikir Li ser riya Bedlîs û Mûşê Û Tabûtekê serî hildida Li ber awirên celadan!..
Mirinek Bêdeng bû her der. Bêdengiyeke ku hemû deng dîl girtibûn. Ne ji avê dengek dihat ne ji bayê şevê. Şev radestî bêdengiya demê bibû. Demê jî li mirinê temaşe dikir. Mirineke ku hêrsa tabûta dianî. Mirineke ku şerma jiyanê dianî. Mirineke ku sed heyf bi sed mirinan dianî. Mirinek!.. Mirineke bêguh. Mirineke bêziman. Mirineke bê hiş û raman. Mirineke bêdil û wijdan. Mirineke bêruh û giyan!..
Axîna axê Axê gelek caran mirin dîtibû. Wê gelek caran mirî hembêz kiribûn. Lê tu caran ew qas ji xwe şerm nekiribû. Ew, gava bûbû şahidê mirineke wiha ji rehm û bereketa xwe şerm kiribû. Şerm kiribû ji wan gul û kulîlkên ku her dem bejn û bala wê dixemilandin. Şerm kiribû ji wan çem û rûbarên ku tîna wê dişkandin. Li ser navê mirovahiyê rûyê wê nemabû ku di nava dilê xwe de, ji miriyekê wiha re xanekê çêke. Wê rojê ew jî bûbû şahidê wê mirinê, wan celadan. Bi her du çavên xwe dîtibû ku tabûtê çawa serî hildabû. Ne tenê dîtibû, bedena wê lerizîbû. Direcifî. Ne ji tirsan… Xwezî we bizaniya axê çend caran axîn kişandin ji kûrahiya cerg û dilê xwe!?.. Ne ku axê tu caran mirin nedîtibû, an jî mirin hembêz nekiribû. Heke mirinê jî heta niha mirineke wiha bidîta dê hezar lanet li xwe bibaranda. Heke mirî bi mirineke wiha bihesiyan dê careke din xwe bikuştana ji ber vê rûreşiyê.
Serhildana tabûtekê Tabûtekî serî hilda wê şevê. Ew her dem bêdeng bû. Heta niha çu jîndaran nedîtibû ku ew bi dev û ziman ketibû. Lê vê carê bi dev û ziman ketibû. Bi çav û gav ketibû. Axîneke kûr kişandibû û çend gotinan xwe berdabû ser zimên: ‘Heke min bizaniya ku ji mirinan mirineke wiha dê rojekê bê li ber çavên demê bisekine, heke min bizaniya ku rojek dê bê û ji miriyan miriyekê wiha dê li min bibe mêvan ma ez ê xwelîsero çawa heta îro bimama, ma min dê çawa bihişta ku ez van rojan bibînim!?
Xew nediket çavan Şeva çûyî bû. Xew nema diket çavan. Çavên ku ronahiya wan xwe ji mêj ve spartibû axê. Axeke sar. Axeke jixweşermkirî. Xewn dûr ketibûn ji xewan. Xeyalan dest ji xwe berdabûn. Her tiştî wateya xwe winda kiribû. Û celad!.. Ku hin ji wan raza bûn. Westiyabûn. Gelek ser jê kiribûn ji gewdeyan. Gelek beden kiribûn parçe parçe li ber çavên demê. Hin ji wan jî niha li ber serhildana tabûtekê şaşopaşo bûbûn. Tirs û xofeke ecêb xwe berdabû dilê wan. Direcifîn. Dilerizîn. Tayekê xwe berdabû dilê wan celadan. Tayeke ji mirinê xerabtir.
Rêviyên karwanê dawiyê Rondik dibariyan ser alekên riya Bedlîs û Mûşê. Norşîn ketibû şînê. Çewlîk birîndar bû li gel Elezîzê. Amedê li gel hemû hezkiriyên xwe xwe dikir qêrîn û hewar. Çiyayê Sîpanê li ruh û giyana Xec û Siyabend li dilê wan rêwiyan reşand, ku hêza wan zêde be. Û dema şevê reş giradabû li ser eniya demê, li gelek dûr, li hêlîna çiyan warê Hekariyan zarok rabibûne ser piyan. Di sînga keçikan de dilê Binevşa Narîn, di sînga zarokan de dilê Cembelî xwe hiltavêt. Wan dengê tabûtê bihîstibûn. Qêrîn û hewara Xec û Siyabandan bihîstibûn. Dengê rêwiyên karwanê dawiyê bihîstibûn. Bi dilekî pîroz xwe digihandin hewara Amedê. Ku Amed dayika wan bû. Li peravên behra Wanê belgên dara diweşiyan ser keviran. Kevirên ku navê wan jê hatine dizîn. Lat û zinar dengê tabûtê belav dikir her çar doran. Û asîmanê welatekê seranser di xemê de bû wê şevê. Tu kes pênehesiyabe jî çiyan baş dît ku stêr çawa dinaliyan. Û hin mirovên ku hê bi mirovahiya xwe dihesiyan dimeşiyan. Dil bi dil. Mil bi mil. Ew rêvingên karwanê dawiyê bûn. Dimeşiyan. Dengê tabûta serhildêr bi wan re bû. Wan dengê xwe dikir dengê mirovahiyê di nava bêdengiya demê de.
Belengaziya celadan Navberekê celadekî dît ku bi hezaran mirî hişyar dibin li ber dengê tabûtê. Mirî zindî dibûn. Di destê hinan de tîr, di destê hinan de rim. Û hinan jî tenê sînga xwe vedabû. Hin ji wan dibûn tîravêj, hin ji wan rimavêj, ji wan hinan jî sîngê xwe yê weke çiya kiribû mertal. Tîravêjan tîr avêtin, rimavêjan rim avêtin. Sîngçiyayan sîng veda ber bi celadan ve. Tîran xwe li eniya celadan dida, riman xwe li dilê wan. Miriyên ku sînga xwe kiribûn mertal li pêşiya tabût û karwanê dawî dimeşiya, bi bîr û baweriyeke mezin. Wey bavo, ax lê dayê, ya star, bêlome; demê bi her du çavên xwe dît, tabûtekê serî hildida li ber awirên xencerên celadan. Miriyekê mirin qebûl nedikir. Rêwiyên karwana dawî milê xwe dabûn milê mirinê. Dilê xwe dabûn dilê mirî. Û miriyan xwe gihandibû hewara qêrîna mirinekê. Celadekî ji nava celadan devê xwe bir guhê celadekî din û jê re got ‘Hey min xwelîsero, hey min rebeno jaro, ev çi ecêbî ye, ku miriyek ji nav û nîşana xwe bêpar dimîne. Ev çi bîr û bawerî ye ku tabûtê radike serhildanê, ku dilê sax û miriyan dike yek!? Ev çi qudret e ku bejna min li ber giyana xwe diçemîne?!..
Sîpelên bêziman Keçikeke ciwan kevirek hilanî destê xwe. Li bin qêrîna bêdengiyê de. Ber bi avê dimeşiya. Dixwest avê hişyar bike… Ava deryayeke bêwelat. Derya bêdeng bû. Tu caran nehatibû dîtin ku ava vê deryayê bi vî awayî razaye, di xeweke giran de ye. Dengê sîpelan nedihat. Kesê nedizanî li ku ne, lê te digot qey di kûrahiya avê de xwe veşartibûn û nedixwestin îşev mirina miriyekî bibînin. Ma kê dizanî ku ew îşev lal bûne. Ma kê dizanî ku wan zimanê xwe kiriye berdêl ji bo hilma demê piştî bi mirineke wiha hesiyane. Wan zimanê xwe kiribû berdêl ku careke din mirineke wiha ji axê re nebe mêvan.
Şeva çûyî bû Şeva çûyî bû. Heyvê xwe daliqand. Tabûtekê serî hilda. Karwanek dimeşiya. Mirinê lanet li xwe barand. Û demê careke din xwe didaliqand di nava awirên deryayekê de. Miriyek û mirinekê careke din li ber jiyanê li ser piya bûn. Bi sûretê neynikekê. Neynikeke ku navê wê tabût bû. Tabûteke ku serî hildabû li dijî demê. Li dijî ‘wan celadan.’ Û demê careke din ji xwe şerm kiribû, bihûşteke windabûyî, li ber çavên ‘mirovahiya kor.
|
|
Yazdır Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|