|
Me bi rojnameya YENÎ Ulkeyê û BBC beşa Tirkî buyerên li kurdistanê dimeşandin. Heroj agahîya keseyetîyekî kurd dilê me di nava mede diqirufand. Lê nuçeya a di 21 îlona 1992de hate weşan, wisa bandoreke wisa dikir zilam lal dibûn û ’gotin xilas dibû’. Erê mêrkûjan dest dirêjî zanayekî kurd, tenezulî kuştina kesekî 70-salî kirbûn. Wan Apê Musa li hember xwe weke tahlûke dîtîbûn.
Kalekî ku Apê Musa ji nêzve nas dikir digot, ’ev bêbextîye’. Erê bê bextîyekbû. Kuştina kesekî zana û heftê salî di kîjan qanunêde, di kîjan etîkêde hebû/heye. Lê kurdan ji berêva şerbata bêbextîya tirkan vexwarîye. Di strana dengbêj Şakîrode tê gotin’ heyfa min nayê wê heyfê heyfa min tê wê heyfê……ku bêbextê roman piştî kû kekê min kuştin gustîla wî ji destê wî deranî’. Herdem kurdan gotine ’şerbe jî aşîtîbe jî divê bi mêrxasî were kirin’. Ji paşve lêxistin karê tirsonekane.
Apê Mûsa ji wan kesan bû herî ku baş bêbextîya tirkan dizanî. Li ser erd û ezmanên kû kalên kurd bi birçibûn û bêkesîyê dihatin terbîye kirin, Apê Mûsa bi cîwanên kû weke gerîlayên biçûk bi nav dikir dimeşîya. Wî misyonek girtibû ser milê xwe. Ji kewneşopîyên bav û kalan wî sud werdigirt. Dûjmin ji misyon û hêza Apê Musa ditirsîya. Wan dizanîbû heger kal derkevin serê çîyan ewê cîwan weke lehî biherikin û li ber herikandina cîwanan ewê Enqere berbi lingan biçê.
Di îtîrafên Abdulkadir Aygan tê gotin ”kujêr ketîye panîkê ew li kolanê înfaz kirîye”. Ji çalakbûn û ji cîwanîya kesekî 70-salî ew çavtirsandin.
Erê 16 sal derbazbu ji ser wê rojêre. Gelek gerîlayên biçûk yên Apê Musa weke wî bibextî hatin kuştin. Gelek ji wan jî vêgavê yê kû doza kurd weke sîyasetmedar , parêzer û weke rojnamewan dimeşînîn. Kesên kû xwe weke xwedayê kurdan didîtîn bi tevgera rêxistînên ku dewleta tirk têk dibin tên tewanbar kirin û di girtîgehande çavan dizêwîrînîn. Navê rêxistina kujerên kurdan buye Ergenekon. Li hember doza kurd çete kewnbûne. Dewlet hînekan têk dibe hînekên dî n tîne şûna wan. Û kurd wekî berê her li ser pîyanin.
Gava kû hun vê nivîsê dûxwînîn çalakîyên ji bo bîranîna Apê Musa li gelek deverên kurdistan û Ewrupayê pêk hatine. Li Niseybînê li ser gora Apê Musa sundên meşa rêya wîde hatîye xwarin. Di şeva bîranîn xelatên Apê Musa hatine dayîn û di keseyetîya Apê Musa de hesabê bêbextîyê careke dîn hatîye pirsîn û ruçîkê sîyaseta înkarê a tirkan careke dîn hatîye teşhîrkirin. |