|
Bi taybet piþtî salên 1990 î li bakûrê Kurdistanê, rewþa cerdevanî giha asta herî jor. Li hemû bajarên Bakûrê Kurdistanê dewleta Tirk ya zordar, faþîst û dagirker “Cerdevanî” li ser gelê Kurd ferz kir û gelê Kurd yê li bakûr jiyan diki neçarî vê rewþê kir. Di nava demekî kurt de li her bajar, navçe û gundekî Kurdistanê ev rewþa cerdevanî li her derê hat belavkirin. Ew gundên kû nedixwestin cerdevanî bikin ji aliyê dewleta Tirkve dihatin valekirin û gelê Kurd yê kû nebuyî xwediyê tû mafekê neçarî penaberiyê dikirin. Bi vê armancê dewletê digot yan hûnê bibin Cerdevan yanjî hûnê gundên xwe berdin û ji vir derkevin. Kesên kû digotin em Kurdin cerdevanî nedipejirandin û neçar dibûn kû bibin penaber. Kesên kû gundên wan dihatin valekirin neçar dibun kû penaberî bajar û metrepolên Tirkiyê bibin. Hinek Kurd jî ji bo berjewendiyên xwe yên kesî xwe spartin dewleta Tirk û bûn cerdevan. Bi vî awayî ew kesên kû dibun cerdevan ji gundên xwe nehatin derxistin. Di nava demekî kurt de li bakûrê Kurdistanê bi hezaran gundên Kurdan hatin xirakirin û þewitandin. Bi milyonan Kurdên bê guneh li ser xaka bav û kalên xwe hatin derxistin û neçarî koçberiyê bun. Bi hezaran kes hatin girtin, hinek ji wan di zîndanan de man û hinek jî, ji aliyê dewletê ve hatin kuþtin û hinek jî kes nizane çi bi serê wan hat. Hîna jî ji ber heman mebestê bi hezaran Kurdên bê guneh bi sedemê ku arîkarî dayîn PKK ê di zîndanandene.
Gelê Kurd yê kû li ser xaka xwe penaberbuyî û niha li Mexmûr bi cihbuyî ji ber zilm, zordarî û dagirkeriya dewleta Tirk ya faþîst di sala 1994 an de ji bakûrê Kurdistanê, derbazî baþûrê Kurdistanê bûn. Sedema bingehîn ya koçberiyê, ferzkirina cerdevantî ya dewleta Tirk bû. Piraniya penaberên li ser xaka xwe dijîn ji herêma Colemêrg û Botanê ne û despêkê demê derbazî baþûrê Kurdistanê bûyîn hêjmara wan li derdorê 15 hezarîbû. Ji van 15 hezar penaberên li ser xaka xwe hinek ji wan li Qesrok, Sêmêlê, Girê Gewrê, Hesenîkê û hêjmara herî zêde jî li Mexmûr jiyandikin. Gelê li ser xaka xwe penaber di destpêkê de li herêmên çiyayî yên bin kontrola gerîla de yanî li herêmên bi navê Bihêr û Þeraniþê bicihbûn. Ji bo kû daxwazên wan yên ji bo buyîna ‘Penaberên Siyasî’ bên pejirandin di 12.06.1994 an li Dewra Barzan ketin gireva birçîbûnê û di encama gireva birçîbûnê ya 28 rojan de daxwazên wan ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatin qebûl kirin û weke penaberên siyasî hatin qebulkirin.
Gelê kû li ser xaka xwe ji ber zilm û dagirkeriya dewleta Tirk penaberbuyî carekdin ji ber êriþên dewleta Tirk rizgar nebûn û ji ber êriþekî muhtemel ya dewleta Tirk bi piyade di 12.09.1994 an de ji Þeraniþ û Bihêrê koçî deþta Bêsivê kirin. Di nava zorî û zehmetiyên jiyanê de sê heyvan li deþta Bihêrê man. Piþtî vê yekê ji aliyê NY î ve di 11.11.1994 an de ji Bêsivê hatin rakirin û li dû wargehên cûda yên bi navê Geliyê Qiyametê û Etrûþê hatin bicihkirin. Piþtî bicihbûna penaberan ya li wargehên Etrûþ û Geliyê Qiyametê ji sala 1994-97 an hêjmara wan giha 15 hezarî û bi awayekî rêxistinî jiyana xwe ya penaberî berdewam kirin. Di pêvajoya kû penaber li Etruþ bi cihbuyîn ji bo kû rêxistinbuyîna xwe çêbikin, ji aliyê gel bi xwe ve saziyên cûda yên wekî; Meclisa gel, dibistanên seretayî û navîn, saziya çand û hûner, saziya Malbatên þehîdan, Yekîtiya Jinên Kurdistan, Þaxê Hereketa Îslamiya Kurdistan, saziya yekîtiya ciwanan, saziya çapemeniyê û wekîdin hatin avakirin. Di vê navberê de mirov dikare bêje di cihanê de ev yekem gelê penabere kû kariyî xwe bi xwe rêxistinbûyîna xwe çêbikin û heya dibistanan jî avabikin.
Li wargehê yek ji buyerên herî zêde kû bandorî li ser penaberan kirî û buyî sedem kû di nava gel de nexweþî çêbibe, þerê navxweyî yê kû bi arikariya dewletên ciranê Kurdistanê bi taybet Tirkiye di nava Kurdan de dihat pêþxistinbû. Her tim dewleta Tirk û hevkarên xwe ji bo di nava Kurdan de nexweþî û þer bide çêkirin diket nava tevgerê û ne dihêla di nava gelê Kurd de biratî û yekitiyek ya neteweyî çêbibe. Þerê navxweyî yê kû di navbera partiyên Kurdan de çêdibû herî zêde bandora xwe li ser penaberan dikir. Ji ber vê yekê her tim gelê kû li ser xaka xwe penaberbuyî di nava þer û nexweþiyan de jiyan dikir. Di dîroka 15.12.1996 an de Neteweyên Yekbûyî di nava van zor û zehmetiyan de ji ber tehdîdên dewleta Tirk û hevkarên wê yekcar û bi temamî destê xwe yê arîkariyê ji wargehê kiþand û piþtî vê yekê buyerên dijwar û aloziyên mezin ji nû de li wargehê despêkir. Yek ji buyerên herî dijwar kû hêj bandora wê li ser gel heye û tû car nayê ji bîrkirin di 26.04.1997 an de ambargo hat danîna li ser wargehê, ketin û derketina ji wargehê hate qedexekirin.
Piþtî van zorî û nexweþiyan carek din penaberiya li ser xaka xwe despêkir vê carê þerê navxweyî yê navbera partiyên Kurd û tehdîdên dewleta Tirk bû sedem kû gelê penaber ji wargehên Etruþ û Geliyê Qiyametê jî koç bikin. Di 14.04.1997 an wargeha Etrûþ bi awayekî parçe parçe dest bi valekirinê hat kirin, hinek ji wan li wargehên wekî; Qesrok û Sêmêlê bi cihbûn. Penaberên kû mayîn jî ji wargeha Etrûþ bi piyan derbazî herêma Nînova bûn û Nînova di navbera sinorê navbera rejîma Bexda û PDK ê de bû. Ev herêma Nînova piranî derdor bi mayînan hatibû dorpêçkirin. Gelê penaber neçarbû kû salek û nîvê xwe li vê derê derbaz bike. Gelê penaber yê kû li Nînova bicihbûyî, carek din ji êriþan bê par nema. Piþtî salek û nîvê mayîna penaberan ya li Nînova, êdî gel neçar bû kû ji vê derê jî penaber bibin. Penaber di 13.02.1998 an di þeva tarî de ji Nînova koçî Nehdarê bûn. Piþtî bi cihbûna gelê penaber ya li Nehdaran, zorî û zehmetiyên mezin yên jiyanê ji nû de despêkirin. Ji ber kû herêm ji aliyê leþkerên Iraqê ve hatibû mayîn kirin û gel jî li ser wê herêmê bi cihbiribûn. Di vê navberê de di 18.02.1998 an li Nehdarê mayînek bi kesek bi navê Sêvê ve teqiya û di encamê de yek ji lingê xwe winda kir. Di 26.02.1998 rejîma Sedam biryar da kû xwe li penaberan bike xwedî û li ser xaka xwe bi cih bike. Li wargeha Nehdaran jî êriþên dewleta Tirk li ser gel ne rawestan. Di 03.03.1998 an de kesên bi navê Ehmet Ebdo (55 salî) û Mehmûd Ebdo (60 salî) bi awayekî serjêkirî hatin dîtin û hat zanîn kû ev kesane ji aliyê hevkarên Tirkiyê ve hatine qetilkirin. Li wargehê ji dervey êriþên dewleta Tirk û hevkarên wê, bandora xwezayê jî li ser wargehê dikir. Di encama barîna baranê ya dijwar di 29.03.1998 an de wargeha penaberan ya Nehdarê di bin lehiyê de ma. Di 21.05.1998 an de ji aliyê Îraqê ve þêniya wargehê hate tesbîtkirin. Piþtî tesbîtkirina þênîyê di rojên 23,24 û 25.05.1998 an de gelê li ser xaka xwe penaber ji Nehdarê ji aliyê rejîma Bexdayê ve anîn çola Mexmûr.
Li gorî kû tê gotin di destpêkê de ji bo wargeha penaberan kêleka robarê Dîcle hatibû destnîþan kirin. Lê dema gel li Nînova li wesayîtan hatin siwarkirin û anîn li çola Mexmûrê bicihkirin. Bi tevî hemû hewldanên gel yên ne qebûlkirinê jî, ti bersivek erênî negirtin. Dû roj bûn kû gel li Mexmûr bi cihbûyîn yanî 27.05.1998 bû, keçika 6 salî ya binavê Nûjîn ji ber cih guhertina wargehê winda bû û piþtî sê rojan li çolê mirî hate dîtin.
Ji bo gel bê av nemêne, av ji çemê Dîcle (50 km) bi tankeran ji penabaran re dihat anîn. Di heyva destpêkê de, çend zarok bi pêve dana dûvpiþkan jiyana xwe ji destdan. Bi dehan kes ji ber nexweþiyên cûr be cûr mirin û hinek kesan jî çavên xwe windakirin. Her wiha, ji ber zor û zehmetiyên çolê, gelek kes di nava demê de seqet man. Penaberên kû li Mexmûr bi cihbûyîn tû çadir nebûn kû dibin de jiyanbikin, di nava dijwarî û germahiya havînê de gel dibin naylonan de li ber xwe didan. Di nava germahiya havînê de gelê penaber ji bo jiyana xwe bidomînin û xwe li herêmê bikin mînak di nava demekî kurt de li gorî kêmahiya derfetan bîrên avê kulan û di nava demekî kurt de penaberan ji bo xwe bax û bustan çêkirin, dar çandin û çola Mexmûr kirin wekî bajarekî rengîn. Kê dizanî û texmîn dikir kû wê gelê penaber bikarin li çola Mexmûr jiyan bikin û Mexmûrê ji bajarê dupiþkan rizgar bikin û bikin bajarekî xwedî þaristanî û pêþketî, bajarê xwedî çand û hûner. Bi demê re li Mexmûr rewþ guherî û penaberan ji bo jiyana wan nekeve xeterê xanî avakirin. Dîsan wekî wargehên derbazbuyî tiþta herî giring li wargehê vekirina dibistanan û perwerdekirina zarokan li pêþbû. Bi demê re li wargehê saziyên cûda hatin avakirin.
Çend ji wan saziyan;
1-Dibistan
a-Dibistanên Seretayî: Ev dibistanên Seretayî despêkê li salên 1994 an de li wargehên wekî Bihêrê û Þeraniþê dest bi perwerdeya zimanê Kurdî kiribun. Di wê demê de derfet kêmbûn, ders li ser keviran dihat dayîn, ne defter, ne pênûs û ne jî pirtûkên wan hebûn. Piþtî hatina penaberan ya Etrûþê, Neteweyên Yekbûyî dibistan avakirin û hinek derfet dan zarokên wargehê. Niha li Mexmûr sê dibistanên seretayî yên bi navê Dibistana Þ. Saleh Kendal, Þ. Mihemed Karasongor û Dr. Mihemed Nûrî Dersimî hene. Mamosta bi xwe ji wargehêne, bi xwe bernameyan amade dikin û xwendevanan dikin xwedî zanîn.
b-Dibistana Navîn Ya Þ. Jiyan: Ev dibistan li sala 1996 an de li Etrûþ hat avakirin. Navê xwe ji hevala Jiyan digre, Jiyan di encama êriþekê ya li ser wargehê de hatibû þehîdkirin.
c-Dibistana Amadeyî Ya Þ. Koçerîn: Ev dibistan di sala 2000 an de li wargeha Mexmûr hat avakirin. Navê xwe ji mamostaya bi navê Koçerîn digre.
2-Þaredarî: Her çendî kû wargeha penaberên Mexmûrê wekî wargeh tê zanîn jî mirov dikare wekî bajarekî bibîne. Þaredariya Mexmûrê di 13.11.1998 an de hat damezrandin, ji wê rojê heya niha li wargehê xebata xwe didomîne.
3-Navenda Çand û Hûner Ya Mexmûrê (NÇHM): Ji destpêka hatina penaberan û heya niha xebatên çand û huner bê navber li wargehê berdewam dikin. Di nava xebatên çand û hunerê de komên weke mûzîk, govend, þano û hwd hene.
4- Navenda Jinên Mexmûr: Ev sazî di 12.08.2002 an de hatiye avakirin. Ev sazî wekî mala jinên wargehê tê pejirandin.
5- Saziya Malbatên Þehîdan: Di þerê 15 salan yê li hemberî dewleta Tirk de, yên herî zerer û ziyan dîtine, yek ji wan civaka penaber ya Mexmûrê ye. Di vê saziyê de, têkoþîna jiyanê ya þehîdan tê lêkolîn kirin. Arþîvên jiyana wan tên amadekirin, rê û resmên bîranînên wan têde hene.
6-Saziya Ciwanan: Ev sazî jî di sala 1995 de li Etrûþê hatiye avakirin. Kar û xebata ciwanên Mexmûr dike.
7-Saziya Jinan Ya Hunerê Destan: Ev sazî di sala 2000 an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiya avakirin. Li wargehê jinên kû karên hûnerê destan dizanin, li wê saziyê kar dikin. Di hindirê vê saziyê de nexþ û nîgarên Kurdî yên klasîk xwe didin pêþ.
Belê; her kû li wargeha Mexmûr roj derbaz dibin, li gorî berê hîn zêdetir ji bo jiyankirinê derfet tên bi destxistin. Mirov dikare ji ber sazîbûn, rêxistinbûyîn û þêweyê jiyankirina penaberên kû li ser xaka xwe buyîn penaber bêje di cîhanê de yekem penaberin kû kariyîn ji bo jiyanê ew qas bibin xwedî rêxistinbûyîn.
|