| |
| Eklenme Tarihi: 22.09.2008 Saat: 18:39 |
|
|
Ji bo encama pêşketinên siyasî yên li Tirkiyeyê pêk tên bê dîtin, beriya her tiştî divê panaromayeke Tirkiyeyê bê derxistin. Dema panaromeyeke bi vî rengî bê amadekirin, pêşveçûnên siyasî yên di demên dawî de mohra xwe li pêvajoyê dane wê li pêşberî me tên rêzkirin. Di nava van de, bêretiyên dema hikûmeta AKP’ê, hatina serfermandarê DYA’yê ya Tirkiyeyê, Serdana Serfermandarê Artêşa Tirkiyeyê ya di serî de Amed û bajarên din ên Kurdistanê yên berbiçav in. Piştî vê yekê ‘Civîna Ewlekariyê’ û brîfîngên ku Serfermandarê Artêşa Tirk ji bo nûnerên saziyên çapemeniyê dan, daxuyaniyên têkildarî tezkereya ku rê dide operasyonên derveyî sînor a di cotmehê de dema wê diqede dikarin werin rêzkirin.
Ev hemû tiştên me destnîşan kirin, meyldariya pêşveçûnên di rojeva Tirkiyeyê de jî destnîşan dikin. Piştî hevdîtinên Serfermandarê Artêşa DYA’yê, hate ragihandin ku ew ê ji peymana Montroyê re rêzdar bin û li ew ê li Derya Reş hêza leşkerî bi cih bikin. Aşkerakirin ku li pêşberî vê yekê jî, “Hevkariya wan a bi Tirkiyeyê re ku li dijî PKK’ê pêk anîne wê bidome’. Serfermandarê Artêşa Tirk jî di serdana xwe ya bajarên kurdan de bi derdorên înkarvan-hevkarê dewletê re hevdîtin tercîh kiriye û piştî vegeriya biryargeha xwe di civîna li dar xist de herêmên Wan, Sêrt, Colemêrg û şirnexê mîna ‘Herêmên Ewlehiyê’ ku tê wateya Rewşa Awarte hatin îlankirin. Pîştî îlankirina van herêman, Serfermandarê Artêşa Tirk bi civîn û brîfîngên ji nûnerên sazî û dezgehên çapemeniyê re lidarxistin piştrast kir ku ew ê pêkanînê giştî bînin rojevê û banga beşdariya şerê taybet ê qirêj kir.
Cihgirtina nûnerê rojnameyên mîna Yenî şafakê di nava nûnerên çapemenî û ragihandinê de balkêş e. Mîna tê zanîn, heta niha nûnerê rojnameyên mîna Yenî şafak’ê tu caran di brîfîngên ji aliyê Serfermandariya Giştî ve dihatin dayin nedebûn. Vê carê nûnerê rojnameya Yenî şafak’ê jî hatibû wexwendin û kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdariyê dianîn ziman. Encama ku bi vê yekê re derdikeve holê aşkera ye. Beriya niha hatibû destnîşankirin ku Serfermandarî û AKP’ê li dijî Tevgera Azadiya Kurd lihev kirine. Dîsa di meşandina konsepta tevkujiya kurdan de, wezîfeya meşandina şerê taybet û psîkolojîk û têkoşîna bîrdozî de rêveberî û berpirsiyariya siyasî ji bo AKP’ê hatiye dayin.
Cihgirtina nûnerê rojnameya Yenî şafakê ya di nava lîsteya ên hatina wexwendin de û kêfxweşiya ji vê wexwendinê rastiyê careke din derdixe ber çavan. Ev pêkhatin, tiştên di dema pêş de pêk werin jî nîşan didin. Tirkiyeyê bi lezgînî ber bi hawîra şerê giştî ve tê kişandin. Hêzên dixwazin Tirkiyeyê ber bi şerekî bi vî rengî ve bikişînin ji her alî ve dixwazin amadekariyên xwe biqedînin. Dema amadekariyên xwe qedandin û noqteya dawî danîn wê demê wê bikevin tevgerê. Bi hin aliyên xwe jî mirov dibînê ku ketine nava tevgerê jî. Di serî de desteka ji hêzên navneteweyî yên di bin serkêşiya DYA’yê de, daxuyaniyên ku serfermandarê giştî ji nûnerên çapemenî û ragihandinê re aşkera kir û wê bên dayin, teftîşkirina asta amadekariyên hêzên artêşa tirk ên li Kurdistanê, liv û tevgera leşkerî ya li herêmên sînor vê yekê piştrast dikin. Di rewşa heyî de tê xwestin gelê tirk jî ji van amadekariyan re bibe şirîk. Xuya ye bi vî rengî dixwazin Tirkiyeyê ber bi rewşeke gelekî xeter ve dikişînin.
Di salên destpêkê yên 1990’î de jî Tirkiyeyê ber bir rewşeke bi heman rengî de hate kişandin. Çîller û Gurêş di polîtîkayên xwe yên qirêj de bi ser jî ketibûn. Bi hezaran gund hatin valakirin, mirovên ku hejmara wan bi milyonan tê bilêvkirin neçar man cihwarê xwe biterikînin. Bi hezaran mirov li kolanan hatin qetilkirin, bi dehhezaran mirov di îşkenceyê re hatin derbaskirin û ew avêtin zîndanan, der barê rojname, kovar û partiyên siyasî de dozên girtinê hatin vekirin û qedexe danîn ser wan. Ji aliyê Çîller û Gurêş ve rûpeleke reş li yên dîroka Tirkiyeyê hatibû zêdekirin. Niha jî tê xwestin yekî mîna wî ji aliyê Erdogan-Başbûg ve bê vekirin.
Têrênekerina amadekariyan a derdorên çepgir û demokratîk a li hemberî şerê taybet ê giştî ku di destpêka salên 1990’î de hate destpêkirin di demên piştî wê re hate domandin ji gihîştina vê konseptê ya encamê re bû alîkar. Lê rewşa îro naşibe ya Tirkiyeya 1990’î. Rejîma şerê taybet ne xwedî hêza berê ya leşkerî ye. Li aliyê hêzên çepgir û demokratîk jî xwedî asteke amadekariyê ne. Amadekariyên ‘Partiya Sîwan’ ên tên meşandin û biryarbûna rêxistinbûyina komunal a demokratîk ku kelê me pêk tîne vê rewşê piştrast dike.
Gerek amadekirina rejîma şerê taybet a ji bo şerêkî giştî û qirêj, gerek li dijî vê yekê xwe gihandina asteke amadekariyê ya hêzên çep û demokratîk a ji bo têkoşîna demokrasiyê Tirkiyeyê aniye ber pêvajoyeke nû. Ev tev tên wê wateyê ku li Tirkiyeyê di aliyê siyasî de jî pêvajoyeke nû û girîng wê bê jiyîn .
Rejîma şerê taybet dixwaze xwe nû bike. Dixwaza esasî jî ew e ku bi vê yekê şerê giştî bimeşîne. Hêzên çep û demokratîk jî bi tevgerên xwe yên mîna, ‘Partiya Sîwan’ lêgerîna xwe ya berevajî kirina rewşê û kişandina Tirkiyeyê ya ber bi ji nû ve avakirinê didomînin. Ev rastî wê mohra xwe li pêşketinên siyasî yên li Tirkiyeyê pêk bên jî bixe. Di nava van pêşveçûnan de; hêzên çepgir û demokratîk bi têkoşîna demokrasiyê ya bipêş bixin, li hemberî hewldanên kişandina Tirkiyeyê ya ber bi şerê giştî ve bê wateya sekneke dijber a şerê giştî yê taybet û qirêj. şêwaz û encama ku bi şerê di navbera van hêzan de derkeve holê di heman demê de wê bê wateya pêşeroja Tirkiyeyê. Okunma: 114 |
|
Yazdır Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|