|
Li gorî propagandayên Dewleta Tirkiyeyê, diviya PKK belawela bûbûya, an jî rêvebirên PKK’ê qet nikarîbûya bihatina cem hev! Dewleta Amerîka ew qas agahiyên leşkerî û alîkariya siyasî dida, dewleta Îsraîl ew qas termal kamera û alavên teknîka herî pêşketî dida û hema hema hemû dewletên cîhanê û kevnepeperestên kurd jî piştgiriya wan dikir. Lê dîsa jî bi ser neketin. Gelo çima? Erê bersiv gelek zelal e û her kes jî zane. Belê dîsa jî her kes li ser vê pirsê kûr û dûr bifikire, hesab û kitabê xwe li gorî bersiva wê bike baş dibe. * * * PKK, dîsa hesab û kitabê her kesî li bin guhê hev xist û ew şerpeze kir û matmayî hişt. Bi rastî kongreyek wisa hêja, wisa bi kêrhatî, wisa bi encam li wê xaka pîroz li dar xistin, bala dostan jî û bala neyaran jî bi carekê kişand ser xwe û xwe dîsa bi xurtî xiste rojeva her kesî. Bêguman bi giranî kete rojeva dewleta Tirkiyeyê û di xala yekemîn de cihê xwe girt. Hema bi lez û bez Receb, desteya (dijî) terorê civand. Helbet baş zanibûn ku PKK belav nebûye û dîsa zanibûn ku ew bi xwe çiqas şikestinin. Lê belê nizanibûn ku PKK, di demeke wisa kurt de û ew qas bi hêz dikarî kongreyekê bicivîne û bi vî awayî bersivê bide wan amadekariyên wan ên şerê qirêj. Ji aliyê din ve, li dijî PKK’ê, bi riya çapemenî û medya xwe gelek derewên mezin ji gel û raya giştî re kiribûn. Ez bawer dikim ji bo van derewên xwe pîne bikin, di vê civîna xwe ya terorê de gelek serê xwe êşandinin. Di vî warî de, hinek nivîskarên wan; weke Fikret Bila, Murat Yetkin û hwd, ji neçarî li xwe û wan mikur tên. Hem dilêşiya xwê û hem gilî û gazindê xwe dikin. * * * Dewleta Tirkiyeyê, xwe ji aliyekî ve pîne dike, Receb û Başbug li ser hinek planên dijî kurdan li hev dikin, Başbug bi Ergenekonan re li hev tê û hwd. Lê ji ber ku dewlet riziyaye, êdî ne dirûnê dezî bi kêrtê û ne jî pîneyên wan dikarî kûnên dewletê yên fireh bûye bigire. Niha jî Receb, ji alîkî ve serê wî bi Deniz Fenerî re ketiyê belayê, ji aliyê din ve bi Aydin Doganê patronê Gruba Holdinga Dogan re ketine nava şerekî giran. Kiliçdarogluyê CHP’i, şûrê xwe kişandiye êrîşî Mir Dengir Firat û Serokê RTUK’ê Zahid Akman dike û hwd. Ma gelo kî ji wan paqij e? CHP’î, AKP’î û hwd, hemû ji hev lewitîtir in.
|