| |
| Eklenme Tarihi: 27.09.2008 Saat: 00:03 |
|
|
Bûyerên ku li Iraq û Herêma Kurdistana Federal diqewimin rastiya wan kêm bê jî dîsa derdikevin hole. Bûyerên ku niha wekî pirsgikekê di serê her mirovekî re derbas dibe û wekî rojeveke zindî mora xwe li rojeva cihanê dixîne pirsgirêka Kerkûkê û pêşeroja wê ye. Helbet bajarê Kerkûkê bi erdnigariya xwe bajarekî başûrê Kurdistanê ye û bi nasnameya xwe neteweyî bi ser Kurdistanê ve ye. Em dikarin bêjin vekirina girêka Kerkûkê wê ne çareseriya bajêr, wê bi xwe re bingeha yekitiyeke netweyî û sazkirina yekîtiya gelan derxîne holê.
Her çendê Parlamena Herêma Kurdistanê di komcivînên xwe bi taybet li ser xala 140’an a Makezagona Iraqê û çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê rawaste jî, heke pirsgirêka Kerkûkê bi awayekî rast neyê bidestxistin û şîrove kirin ne mumkune ku pirsgirêka Kerkûk bê çareserkirin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê beriya her tiştî divê rayedarên başûrê Kurdistanê bizanibin di ka li kuderê windakirine û li kuderê jî biserketine. Ez dikarim bibêjim heta niha civîna Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî di nav de tu rayedarên kurd şîroveke rast ji pirsgirêka Kerkûk û navçeyên din ên wekî Xaneqîn û Mendelî re nekirine. Di civîna parlamentoyê ku çend roj berê pêk hat de xala ku herî bala mirovan dikêşîne gotinên Alîkarê Serokê Parlamenê Kemal Kerkûkî bû. Kemal Kerkûkî di nava gotinên xwe de hevokeke gelekî balkêş anî ziman. Kerkûkê got: “Pêwîste em bi xwe Kerkûkê li ser sênîka zêr pêşkêş nekin.” Bêguman ev gotinên Kerkûkî gelekî wateda re û di cih deye lê..?
Di roja paşvexistina referandûma Kerkûkê de, rayedarên kurd bi destê xwe Kerkûk pêşkêşî wan kirin. Hikumeta Herêma Kurdistanê rê da ku xala 140’an ji bo 6 mehan paşve bê xistin. Bi vê biryarê hem xala 140’an û hem jî referandûma Kerkûkê wateya xwe winda kir. Rayedaran tawîz dan, tawîzdayîna ji bo Kerkûkê li devreyî berjewendiya gelê kurd e. Divê rayedarên vê yekê nekeribana.
Xala din a girîng ku Kemal Kerkûkî anî ziman ew bû: “Ger em dev ji Kerkûkê berdin , wê sibe dor bê Silêmanî, Hewlêr û Dihokê.” Helbet ev hevok jî gelek wetedare, lê mixabin di pratîkê de tiştê ji bo Hewlêr û bajarên din hatiye kirin, ji bo Kerkûkê nehatiye kirin. Ji ber Vê yekê ji rêyedarên Başûr re Kerkûk xweş xebere lê gel ne bawere.
Di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, li ser Kerkûkê du nêrînên cûda û helwestên ku hevdu temam dikin hene. Nêrîna yekê dixwaze pirsgirêka Kerkûkê wekî mertal bi kar bîne ku karibe li ser wê siyasetê bike û sempatiya gelê kurd qezenç bike. Nêrîna din jî di bin navê parastina federaliyeta Iraqê û hembêzkirina desthilatê tiştek nehêştine ku dibin navê kurdeweriyê de bikin. Ev her du helwestên cûda firseteke mezin dan tirkmana. Ji ber vê yekê îro Tirkmen Kerkûkê dixwazin. Bi vê yekê re erebên sûnî jî cesaret girtin. Erebên sûnî niha j îli hemberî Kerkûk bi ser axa Kurdistanê bê vekirin derdikevin û hêz didin Hikûmeta Nûrî El Malîkî ku xala 140’an asteng dike. Bi vê cesaretê niha doza ku kurd hêza xwe yê siyasî û leşkerî ji bajarên wekî Xaneqîn, Mendelî, Qeretepe û Celolê bikêşînin, li rayedarên kurdan dikin.
Heta ku Başûr bi vî rengî tevbigere, wê hem tirkmen û hem jî ereb daxwazên yên cûdatir jî bînin ziman. Niha ji van daxwazên wan gelek jê bi cih hatine. Heke ew daxwazên xwe yên wekî Başûr jî têxin bin destê xwe bînin ziman, wê çaxê wê rayedarên kurd çi bikin. Divê rayedarên kurd li hemberî siyaseta tirkmen û ereban hişyar be û li dijî vê siyaseta kirêt nêrîn cûda yên di nav xwe de ji holê rake. Ya herî girîng jî divê kurd bi dibin sîwana Yekîtiya Neteweyî bên cem hev û hêza xwe bikin yek. Heta ev yek pêk neyê wê rewşa Başûr wisa be û îxtîmala kuji vê rewşê xirabtir jî bibe heye.
|
|
Yazdır Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|