| |
| Eklenme Tarihi: 29.09.2008 Saat: 16:22 |
|
|
Berî du salan cara dawiyê bû ku ez hatibûm bakurê Kurdistanê. Vê carê dema ez careke din ji bo merasima salroja şehadeta Apê Mûsa ji Dusseldorfê ber bi Amedê bi rê diketim, min ji xwe pirsî ka vê carê guherandin dê çi bin û çawa bin. Cara yekem di sala 1998’an de min Amed dîtibû. Hingî hema bêje bajar weke gundekî mezin bû. Cara duyem sala 2006’an bû. Cara duyem guherîn pir zêde bûn. Vê carê min di her warî de guherînên mezin dîtin. Kuçe û kolanên bajêr paqij, gelek proje bi encam bûbûn. Amed an jî Diyarbekîr di raya giştî de wek navenda siyaseta kurdan tê naskirin. Amed bajarê jinên çeleng ên weke Leyla Zana û mêrxasên weke Osman Baydemîr û Vedat Aydin e. Amed dilê Kurdistana mezin e. Cara yekem bû ku min hevalên xwe yên rojnameya Azadiya Welat dîtin. Ji min re hesret bû ku ji nêz ve bibînim ka ew çawa û bi çi şêweyî rojnameyê amade dikin. Karekî kolektîf û atmosfereke tijî dilsozî cara yekem bû ku min di nava kurdan de didît. Ji serê sibê heta êvarê kar dikin û di dawiyê de ji bo hilbijartina manşeta rojnameyê û babetên nava rûpelên rojnameyê bi hev re civîna rojê ya dawiyê pêk tînin. Çend rojên ku ez li ba hevalên xwe yên rojnameyê bûm, xweştirîn rojên jiyana min bûn. Teyip, Emîn, Adil Zozanî, Omer Dilsoz û hemû hevalên din her yek ji herêmekê Kurdistanê ne lê evîna tevan doza Kurdistanê ye. Wan bi karê xwe yê kolektîf sîstemek li hemberî hemû masmediya sîstema serdest çêkirine ku di warê exlaq de çi sînoran ji xwe re nas nake, lê ew gelek caran bi karê xwe wan bêexlaqan rûreş dikin. Îro di nava rojnameyên kurdan de Azadiya Welat xwedî sengeke xwe ya taybetî ye. Roja şemiyê 20’ê îlonê em li Nisêbînê ne. Ciwanên kurd tev hatine navenda Mîtanî û li benda merasimekê ne ku ji bo bîranîna şehadeta Apê Mûsa. Li her derê behsa zimanê kurdî ye. Guherandineke din jî tê dîtin. Salên berê kesên ku bi zaravayê kurmancî dixwendin û dinivîsandin pir kêm bûn, lê amadebûna ev qas ciwanên kurd di merasimeke wiha de nîşana îspata pêşketineke mezin bûn. Evîn û heza ji çand û zimanê kurdî di çavên her kesî de xuya ne. Nisêbînî gelek mêvanperwer û rûxweş in. Şaredarê bajêr rêzdar Dr. Mehmet Tanhan wek xwendevanekî Mûsa Anter bi tewazuyeke mezin di nava mêvanên bajêr de ye. Di merasimê de germahiyeke mezin heye û merasim bi kefxweşî û germahiyeke mezin tê dawiyê. Hemû beşdarên merasimê ber bi Zivingê birê dikevin ku biçin ser gora Apê Mûsa, lê leşkerên tirk nahêlin ku em bi rehetî herin ser wê axa paqij. Dawiyê em bi ser dikevin û digihên Zivingê. Çinara Apê Mûsa û gora wî di hewşekê de ne. Bi sedan kurd li wir amade ne. Dîtina Leyla Zana ji mêj de ji min re bûbû hesreteke mezin. Hevalê Teyîp kedeke mezin da û em çûn xizmeta siyasetmedar û jina çeleng Leyla Zana. Bila hevdîtina me bimîne ji nivîseke din re. Çimkî di vir de ez nikarim behsa wan dem û saetên xweş û xeyalî bikim. Dîtina Kurdistanê ji aliyekî xweş e û ji aliyê din jî gelek dîmenên nexweş hê jî dilê mirovan diêşînin. Qereqol û dirûşmên şovenîstî wisa dikin ku mirov li welatê xwe hisa heqaretê bike. (Ne mutlu türküm diyene, Turkiye Türklerindır…) tev ji wan dirûşmên sîstemê ne ku ji Entabê bigire heta Wan û Colemêrgê bala mirovan dikişînin. Bi rastî jî gelo kengî ew roj dê bê ku em bi azadî li ser axa xwe a mezin bigerin. Werin em tev ji wê rojê re bixebitin.
|
|
Yazdır Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|