Mahmut Aslan
Mahmut Aslan“Bilge, Entellektüel” ve Bukalemun
Cemil Bayık
Cemil BayıkÊrîşên dewletê nîşaneya têkçûna wê ne
Kakşar Oremar
Kakşar OremarSeyîd Rizayê Dêrsimî wiha gotibû...
Erkan Kobanlı
Erkan KobanlıKürdistan'da ki AKP'li belediyeler piyondur!
Selahattin Erdem
Selahattin ErdemYerel seçim
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülYine bir Güney klasiği mi?
Ahmet Dere
Ahmet DereErdogan har bûye
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDevşirmeler Insanlığın başına beladır
Serbest Rêzan
Serbest RêzanKî Dibêje Başûr bê Deng e?
Günay Aslan
Günay AslanDiyarbakır savaşları
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütTekçilik ve Türkiye gerçekliği
Mizgîn Bîngol
Mizgîn BîngolCîhan, Obama û tirk
Cemo Devrim
Cemo DevrimSAVASMALISIN !!!
Kasım ENGİN
Kasım ENGİNOmurgasız Bir Kişilik, Mukallit Erdoğan
Ahmed Aktaş
Ahmed Aktaş‘...(Kurd) derkevin biçin...’
Özgür BİLGE
Özgür BİLGEHa Beyrut kasabi Şaron,ha Kürdistan kasabi Qerdoğan
Fırat Penaber
Fırat PenaberŞiirlerim kadar eski/ kalbim kadar yenisin
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloAlastina rastiyên veṣartî (1)
Nurhak Erdal
Nurhak ErdalİKİNCİ 5 KASIM DÖNEMİ
Konuk Yazarlar
Konuk YazarlarDawî nêz dibe, dijmin hartir dibe
Hozan Dîno
Hozan DînoKÜRT MÜZİĞİNİN TARİHSEL DİRENİŞİ
Abdullah Öcalan
Abdullah ÖcalanEn Etkili Birey Herkese Bir Şeyler Verendir
Mihemed ORHAN
Mihemed ORHANDewleta Tirk Hertim Dixwaze Raya Giştî Bi Xapêne
SONGÜL BEYAZGÜL
 SONGÜL BEYAZGÜL ‘Her şehit için bir DTP’li öldürülmeli’
Mahir Deniz
Mahir DenizFELSEFEYE GİRİŞ -17-
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARŞEVA ÇÛYÎ
Ömer Dilsoz
Ömer DilsozHer însan siwarê hêviyên xwe ye
Ülkem Zeremya
Ülkem ZeremyaEBEDİ KOMUTAN’A
Teman Dep
Teman Dep1 HAZİRAN KADIKÖY MİTİNGİ, ÖLÜM DEĞİL ÇÖZÜM VE MEDYA
Siyamed Sipan Uğurlu
Siyamed Sipan UğurluNobedarên Azadiyê
Ömer Yüce
Ömer YüceAvusturya’nın Graz kentinde Amara Gençlik Festivali heyecanı başladı.
Halil Uysal
Halil UysalEylül…
Hayri Cewlik
Hayri CewlikBir Newrozun Anlattıkları
RC TEC
RC TECBu Haftaki Oyunumuz : Icindeki Dj
Berfîn Dilav
Berfîn DilavYüreğin Aydın yaşamın Yılmaz dı senin
Umut Özgür
Umut ÖzgürGÜNEŞİN GERÇEK SAHİPLERİ
Sedat İnci
Sedat İnciDağlara nakış ettik izlerimizi
Mehmet Mekin Yıkın
Mehmet Mekin YıkınKürt basını üzerine bir kaç söz
Zana-Qenco
Zana-QencoOPERASYON ve GELİŞMELER
Polat Can
Polat CanGERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
JÊHAT BÊRTÎ
JÊHAT BÊRTÎAnlatılması zor anlar
Rızgar Azad
Rızgar AzadŞaşırmayın; yanlış yapmayın!
İbrahim Güney
İbrahim GüneyEy TC! Senin gücün Kenan Güzel'e yetebilir mi?
Mehmet Alagöz
Mehmet AlagözUluslaşma ve Sanat
Firaz Baran
Firaz BaranBüyükanıt'ın yaptıkları
Hevîdar Munzur
Hevîdar MunzurTîrêjên Roja me îro ji herdemê geştirin
Argeş Arjin
Argeş ArjinGençlik eyleme, zafere....
Remzi Zilan
Remzi ZilanÖzgürlüğün Dili: ÇIĞLIK !!!
Cudi Arif
Cudi ArifÖzlemin patikalarında

 
Çare: Bêtir pêşxistina hêza gel a siyasî ye



Yazar Adı: Cemil Bayık


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 29.09.2008 Saat: 16:25

Rejîma şerê taybet a tirk plana xwe ya dema pêş aşkera kir. Daxuyaniyên ji aliyê Serfermandarê Artêşa Tirk Îlker Başbug û her wiha daxuyaniyên ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatin dayin vê rastiyê radixin ber çavan. Di cewherê polîtikaya dema pêş a rejîma şerê taybet a tirk de, berdewamkirin û berfirehtirkirina polîtikaya xwe gihandina hedefên ku di demên borî de hatibûn danîn û nehatibûn bidestxistin.

Di serê hedefên ji aliyê rejîma şerê taybet a tirk ve hatine destnîşankirin de ji bo tasfiyekirina Têkoşîna Azadiya Kurdistanê; bêbandorkirina gerîla, hakimiyete tam a di qada siyasî de û di qada navneteweyî de afirandina tecrîdeke tam cih digirin. Hewldanên Îlker Başbûg ên ji bo astengkirina beşdariya gerîla û hewldanên serokwezîrê tirk R.T. Erdogan ji bo bidestxistina şaredariyên mîna Amed, Dêrsim û şirnexê ya di hilbijartinên herêmî de tên wateya fermanên di çarçoveya vê polîtikayê de.

Ev planên dema nû yên rejîma şerê taybet a tirk di pêvajoyên borî de jî hatibûn ceribandin. A rast plan dikirin ku di Newroza 2008’an de bêjin ‘me serhildana dawî ya kurd têk bir’ û serkeftina xwe îlan bikin. Lê belê di vê yekê de biser neketin. Sedema vê yekê jî berxwedana gel û ya gerîla bû ku li Rêber APO xwedî derket û ew ji nêz ve şopand. Tevî vê rastiyê ji rejîma şerê taybet a tirk di meşandina heman planê de israr dike. Di vê çarçoveyê de astengkirina beşdariya nav gerîla û di hilbijartinên herêmî de bidesxistina herêmên li jor me navê wan rêz kirin mîna hedefeke stratejîk diyar kirine. Çima rejîma şerê taybet a tirk beşdariya gerîla û bidestxistina şaredariyên bajarên kurdan ev qasî stratejîk digire dest? Ev pirseke girîng e ku pêwîst e li ser bê sekinîn û divê rast werê bersivandin.

Dewleta tirk darbeyên cidî xwarine. Di hebûna wê ya siyasî de jî qelş/derzên mezin vebûne. Di rewşa em gihiştinê de hatiye dîtin ku bi hebûna xwe ya klasîk êdî ne mumkûn e li ser lingan bimîne. Ji bo derbaskirina vê rewşê li gorî xwe hin stratejî hilbijartine. Di vê çarçoveyê de pêwîstî bi sererastkirina klîka rêveberiyê dîtiye. Pirsgirêkên di navbera klîkên ku mîna, ‘Ergenekona Laîk’ û ‘Ergenekona Oldar’ xwe didin der jî ji qolincê di dema vê sererastkirinê pêde ne tiştekî din e. A ku Tirkiyeyê aniye vê astê Têkoşîna Azadiya Kurd e. Ji ber vê yekê jî klîka rêveberiyê ya Komara Tirkiyeyê amade dike mîna hemleyeke dewletê ya li dijî Tevgera Azadiya Kurd e. Hêza ku vê hemleyê pûç derxe dîsa ji Tevgera Azadiya Kurdistanê pêde ne tu hêz e.

Girîngî û sedema ku rejîma şerê taybet a tirk astengkirina beşdariya gerîla û bidestxistina şaredariyên bajarê kurd mîna stratejî daye ber xwe ji vê yekê tê.

Beşdariya gerîla tê wateya li hemberî siyaseta înkar û tunekirinê bihêzbûn û berdewama hêza parastina rewa ya gel. A ku di sîstema mêtînger a înkar û tunekirinê esas digire de derz vekirine ji vê hêza parastina rewa ya gel pêde ne tiştekî din e. Ji ber vê yekê jî klîka rêveberiyê ya Komara Tirkiyeyê dixwaze sererast bike astengiya herî mezin a li pêşiya xwe beşdariya gerîla dibîne û dixwaze dawî li vê yekê bîne. Bi heman rengî bidestxistina şaredariyên bajarê kurd a di hilbijartina herêmî de ji bo xwe girîng dibîne.

Bandora Tekoşîna Azadiya Kurdistanê ya li ser şaredariyê bajarên Kurdistanê jî ji aliyê klîka rêveberiyê ya dewletê ku derdixe pêş ve mîna astengî talûkeyeke mezin tê dîtin. Neyê qebûlkirin ku sîstema siyasî li navendê cuda, li herêmê cuda xwe bide nîşandan. Îlker Başbûg û R. T. Erogan bi daxuyaniyên dan ev yek anîne ziman. Mikurhatina ku encamên hilbijartinê yên li bajarê kurdan werin bidestxistin ‘pirsgirêka dewletê’ ne. Di nirxandinên hatin kirin de hate gotin ku, ‘Heger van hilbijartinan em bidest bixin wê demê ya serkeftî wê bibe dewlet, heger em winda bikin a têkçûyî dewlet e.”

Ev yek jî radixe ber çavan ka çima rejîma şerê taybet a tirk di plana astengkirina beşdariya gerîlayan û di hilbijartinên herêmî de bidestxistina şaredariyên bajarên kurdan de, tevî di pêvajoya borî de biser neketin jî ev qasî israr dike. A girîng rast dîtina vê yekê, standina tedbîrên li dijî vê planê û meşandina amadekariya li hemberî wê ye. Di pêvajoya borî de gerîla û gel ê ku Rêber APO şopand û lê xwedî derket nîşan da ka têkoşîna li hemberî van planan çawa bê dayîn. Pêwîst e di dema pêş de ev yek bi israr û bêyî ku tawîz bên dayin bê şopandin, meşandin û xwedîderketin. Di roja me de pêwîstiya vê yekê bêtir derketiye ber çavan.

Di vê çarçoveyê de pêwîst e hêza Parastina Rewa ji aliyê hejmar ve bêtir werê mezinkirin û asta beşdariyê mayinde bibe û her biçe zêde bibe. Her wiha divê berxwedana parastina rewa jî divê derkeve asteke bilindtir. Tevî vê yekê divê bi tu awayî destûr neyê dayin ku di hilbijartinên herêmî de şaredariyeke bi tenê ya welatê me bikeve destê hêzên nûneriya sîstema mêtînger a înkar û tunekirinê. Ji bo vê yekê jî divê ji niha de tevger were destpêkirin, aliyên kêm werin temamkirin û amadekariyên tam bên kirin.

Mîna demên borî, ji niha û pêde jî tenê bi vî rengî dikare bersiv ji bo siyaseta înkar û tunekirinê ya rejîma şerê taybet a tirk bê dayin. Ji vê pêde riyeke din tune ye. Rê û çareya bi tenê; Bihêztirkirin û berfirehtirkirina hêza parastina rewa û hêza siyasî ya gel e û gihandina vê yekê ya mîna hebûneke zelaltir a di pratîkê de pêk tê.

YAZDIR Yazdır     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
 
Seçenekler
   Çıktısını Al
   Arkadaşına Yolla
   Köşe Yazılarına Dön

Arşiv
·Êrîşên dewletê nîşaneya têkçûna wê ne
·Gelê me wê bersiva wî bidê
·Dilsoziya kurdan a ji bo Rêber Apo nepîvin
·‘Zîrveya Terorê’
·Li dengê xwe xwedî derkevin
·Komploya Navneteweyî didome
·Îlana şerê giştî
·FINDA DEREWÎNAN
·Ji bo aştî û pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk
·Fermandarên şerê taybet ê qirêj

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartışma platformu olup, sitemizde yayınlanan bütün yazılardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarından sahipleri sorumludur.


Sayfa Üretimi: 0.280 Saniye
SQL: 26
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.