|
Mijara rexistina terorîst Ergenekone ji salen 2000’î vir ve di rojeva Tirkiyeye de ye. Bi taybetî ji sala 2006’an vir ve ji sedî zedetir kesen ku bi endametiya ve rêxistinê hatine tawanbarkirin û hatine girtin hene. En weke Hurşît Tolon, Şener Eruygur, Velî Kuçuk, Dogu Perinçek ji wan çend kes in. Te zanîn ku di nava wan de rojnamevan, nivîskar, hunermend û artist jî hene.
Bi taybetî ji destpeka sala 2008’an vir ve, di çarçoveya operasyona Ergenekone de pir kes hatine binçavkirin. Ji meha gulane vir ve jî mijara heman operasyone rojeva raya giştî ya Tirkiyeye tije kir. Heman mijar di qada navneteweyî de jî, bitaybetî li Ewropaye, hate nîqaşkirin.
Hin saziyen Yekîtiya Ewropaye ev helwesta dozgeran pîroz kirin û xwestin cesarete bidin wan. Digel ku he jî hin kesen medyatîk tene binçavkirin, bi taybetî ji 30’e tebaxe vir ve ku Îlker Başbug bûye serfermandare arteşe, em dibînin ku hin hez dixwazin armanca ve operasyone biguherînin. Bi bahaneya “nexweşiye” kesen weke Şener Eruygur û Hurşit Tolon têne berdan. Di rojên pêş de we hin kesên din jî, dibe ku en weke Velî Kuçuk u Dogu
Perinçek, werin berdan. Li gorî ku ez dibînim, her ku diçe zimanê der bare mijara ve operasyone de tê guherandin. Heke wisa bidome, wê di rojen pêş de heman mijar, bi rêbazên taybet were veşartin.
Divê neyê jibîrkirin ku operasyona Ergenekonê li gorî berjewendiyên Amerîkaye hate destpêkirin. Serfermandariya arteşe u hikûmeta AKP’ê jî di vî warî de hatibûn razîkirin.
Lê belê ji dawiya meha tebaxê vir ve, di nezîkatiya Amerîkayê de hin guhertin çêbûne. Li gorî heman guherîna di nezîkatiya Amerîkayê de, li Tirkiyeye jî di hesabên artêşê û yên AKP’ê de guherîn çêbûne.
Heman rewşê li ser riya operasyona Ergenekonê jî bandorek çêkiriye.
Çima ev guherîn? Û ji vir bi şûn de we çawa bidome? Ez bawerim bersivdayîna van pirsan girîng e.
Beriya her tiştî pewîst e were zanîn ku, bi taybetî ji ber pirsgirêkên li Qafqasyayê, hin planên Amerîkayê, ên der barê nîzameke nû ya Rojhilata Navîn de, hatine sekinandin.
Weke demên borî ew naxwaze zede ser rejîmên weke ya Tirkiyeye û ya Sûriyeye de biçe. Rayedarên Amerîkî dixwazin gema van her du welatan jî di destên xwe de bigirin.
Lewre divê ji hin valahiyan re ew çavên xwe bigirin. Bi nezîkatiya Amerîkayê ve giredayî rayedarên ewropî jî zimanê xwe guherîne. Digel hebûna pir kemasiyên pevajoya guftûgoyan, di saziyên Ewropayê de rexne li pêş nakevin.
Heman nezîkatî bandorê li ser bala Ewropayê ya der barê operasyona Ergenekonê de jî dike. Li gorî ku ez dişopînim, bi taybetî ji vê meha dawî vir ve, çapemeniya ewropî zêde girîngiyê nade vê mijarê. Begûman ev ji ber helwesta siyasî ya YE’yê ye.
Li vir ya herî girîng ew e ku saziyên sivîl û derdorên demokrat, ên li Tirkiyeye û li Kurdistanê, bêdeng nemînine. Destpekirina operasyona Ergenekonê û binçavkirina en weke Hurşit Tolon, Şener Eruygur, Velî Kuçuk, Dogu Perînçek û Tuncay Ozkan dikare weke fersendekê were nirxandin.
Pewîst e, ev derfet neye windakirin. |