|
Bedewtiya darên daristana, narîtiya gulên çiya, zelaltiya avên çema, jivana di bin tavaheyva buhara, xendeya li ser lêvên zaroka, hilma bayê sibeha û her tiştên bedew û narîn di sirûşta bê zagon de hene. Ew sirûşta ku mirov bi hemû hest û hîsên xwe dibe mirovekî dilpak û hestdar. Lê tiştekî dîtir jî heye ku vê sirûşê hîn bêhtir çeleng, rengîn û baldar dike, ew jî Gerîlla ne.
Zarokên sirûşta dilgerm û dilovan, xwe spartina himbêza vê sirûşta dilsoz. Ji sirûştê jiyaneke nû diafirînin. Jiyaneke gelekî kubar, bedew, bizagon û pak. Demê ku dibêjin gerîlla, yekser sirûşt-bi çiya, newal, çem û daristana- tê bîra mirova. Lê ne ev tenê! Tiştekî dîtir jî heye, li ba dilê gerîllayan gelekî biqîmet û giranbuhaye, bi muqateyî di hindir çenteyên xwe de vedişêrin û diparêzin. Ew jî helbestin!
Ev gerîlayên ku evqasî xwedî hest, raman û bîrewerên kubar û mezinin, tevayî hîs û hestên xwe, yên ku ji jiyana sirûştê dimijin, hur-hur li ser rûpelên lênûsên xwe dinivisînin. Ew ne tenê mirovên ku tenê şer dikin û zor 3u zehmetiyê ji mirovên dîtir bêhtir radikin. Na! Ew na jî xwediyê hestên herî narîn û nazikin. Hestên wan xwezayîne, rastin, bêmaskene û ji kurahiya dilê wan diherikê û li ser rûpela rêz dibe.
Demê ku dibêjin gerîlla, helbestên vejînê tên bîra mirova. Lê demê ku dibêjin "Gerîllayên jin" tiştekî pir-pir cuda tê bîra mirova. Tiştekî ku mirova dibe kurahiya dîrokê, dibe rastiya jiyana xwezayî, dibe nava dilê hestdariya herî kubar, delal, bedew û niya. Jinê çawa ku di destpêka dîrokê de awayê helbestvaniyê afirandiye û ji tevayî mirovatiyê re kiriye diyariyek, niha jî gerîllayên jin -yên ku nunertiya mirovperweriyê û hestdariyê dikin- gulokên peyva dirêsin, teşiya helbesta bi zimanekî şêrîn û asan dihunin.
Lê demê ku çend helbestvanên jin yên gerîlla, hestên xwe di nava deryayê helbestvaniyê de dikin yek, peyv, hest û muzîkê di nava hev de distirînin, tiştekî cuda dertê holê. Tiştekî ku ji her kesî re dibe bersîva lêger û lêpirsîna kesên ku li rastiyê digerin. Ji her kesî re dibêje: “Ka bixwîne û di deryayê hestên bêmaske de avjaniyê bike, li dengê muzîka zîz yê dengê periyên azadiyê gohdarî bike û xwe nas bike".
Demê ku helbest dibe dengê awaza kemaneke xemgîn, demê ku helbest dibê hilma biloreke narîn, dibê xunava sibehên buharê, demê ku helbest dibê dîlana, semah û kovenda jinên neolotîk û gelek pirtûk ji van hemiyan tên afirandin. Ma wê demê çi kes dikarê xwe bigre û di nava rûpelên cîhana helbestan de avjaniyê nekê. Ku nekê jî, bêguman ew mirova bê hest û raman e, yan jî miriye! Helbestvanên me yê jin, akama hestên dilê xwe û hîsên ramanên xwe, yên ku li cîhên cuda û di demên cuda- cuda de hatine afirandin, dikin berhenên giranbuha . Hêvî, hest, raman, dilovanî, bendewerî, aramî û dilniyatiyên xwe li ser rûpelên lênûsa di bina çenteyên leşkerî de dinivîsînin. Û niha jî ji gelê xwe re diweşînin. Dixwazin ku hestên xwe, bi her kesî re parbikin. Pirtûkên binirx û bedew Dibe qasidê dil û mejiyê van helbestvanên hêja û delal, periyên azadiyê. we û helbestên xwe Bi tenê dihêlin, da ku hur ji nava deryayê dir û kewserê ava jiyanê vexwen û têhbûna sala bişkînin. |