|
Kurdistan, dayîka şaristanî û dergoşa mirovatiyê, warê egîd û qehremanan, hêlîna jiyan û jiyankirinê. Çima ew qas tû welatekî dewlimend, şirîn, bedew, ciwan û xwedî xwezayekî dewlimendî, lê dema mirov li te temaşe dike, dibîne kû ji çar aliyan ve ji aliyê dagirker û xwînmijên cîhanê ve hatî dagirkirin. Kî dizane kû çi bi serê vî welatî hatiye? Kî dizane berbi kuve diçe û wê encam çibe? Gelo ma welat bi xwe talankiriye, hema mirovên zordar hatin, ketin têde û kirin dibin bandora xwe de. Tiştek wisan li tû deverê çênebûye û tû car nayê bawerkirin jî wê li çi welatekê çêbe. Gelo eger mirov van tiştan dibêje belkî hinek kes bêjin ev kese xiyalên vale çêdike û derketiye cihana xeyalan. Lê her tiştekê rastiyek ya xwe heye, bawer nakim kû çi gotin bê wate bên çêkirin û gotin.
Gelo ma kes nizane yên kû di dîroka mirovatiyê de herî zêde rolê xwe leyîstin û buyîn sedem kû cîhana me ji bê çaretiyê dest bavêjin jiyan û jiyankirinê Kurdin. Ma yên kû şaristanî avakirîn û cîhan kirîn warê şaristaniyê ne Kurd bûn, mane Kurdistane buyî dayîka şaristaniyeta mirovatiyê, mane pêşiyên Kurdan bûn rêbertî ji şaristaniyê re kirîn. Lê çima bi demê re her tim di nava Kurdan de newekwevî, bê dadî, bindestî û bê yekitîbûn çêbûye, her tim di bin nîrê koletîyê de jiyan kiriye? Naxazim zêde dirêj bikim, min got her gotinek bê wate nehatiye gotin vê pirsê jî bersivek ya xwe heye. Ji dîrokê de heya roja meya îro dû tişt wekî cêwiyên yektir di nava gelê Kurd de hertim tên diyar kirin, xwe didin nîşandan, dimeşin, hîna jî meşa wan berdewame û kes nizane wê ev meşa wan kengê bi dawî bibe. Ya yekem ‘QEHREMANÎ’ û ya dûwem jî ‘XİYANET’ e. Ji dîrokê ve ew qas bûyer û şerên giran bi serê gelê Kurd hatin, di nava van buyeran de gelek qehreman û egîdên mezin derketin, şerên mezin kirin û nirxên bê hempa bi dest xistin. Ji van qehremanan mirov dikare Selahedînê Eyûbî mînak nîşan bide. Selahedînê Eyûbî yek ji wan qehreman, mêrxaz û egîdên Kurdane kû navê wî bi qehremanîyê li dîrokê hatiye nivîsandin. Wî ji bo Îslamiyetê şer kir û ji bo Kurdan tiştek biçûk jî nekir. Lê mixabin ev qehremanên me, leheng, egîd û mêrxazên me ne ji bo berjewendiyên gelê xwe şer kirine, her tim di xizmeta netewên cûda de bûn. Di roja meya îro de jî bi sedan mirovên Kurd hene, welatê bav û kalên xwe bi pereyan difiroşin û ne ji bo berjewendiyên netewa xwe kar dikin. Gelo ma vê yekê nabînin û nizanin, ev yek wê heya kengê berdewam bike, ev kesane wê heya kengê ji bo xelkê kar bikin? Ya duwemîn jî di nava gelê Kurd de her tim xiyanetê rolekî mezin leyîstiye û mora xwe li dîroka gelê Kurd daye. Bi dehan serhildanên gelê Kurd çêbûne, ji bo netewa Kurd kar û xizmetek gelek baş kirine. Dema mirov li van serhildane temaşe dike dewletê nekarîne li himberî wan şer bikin û bi rêya şer wan ji holê rakin. Dewlet bi xwe vê yekê dizane, hinek mezinên di nava serhildanê bi xwe de dike hevkarê xwe, ji wan re hinek sozan dide û bi rêya xiyaneta wan dawî li serhildanên Kurdan tîne. Lê dema kû serhildan têk diçe jî ew sozên kû ji wan kesan re dayîn bi cih nayne. Di heman demê de dewleta Tirk xwest vê yekê ji bo tevgera azadîxaza gelê Kurd PKK ê jî bide çêkirin, xwest bi rêya hinek kesên di nava PKK ê de, PKK ê tesfiye bike, lê bi ser neket û bi ser jî nakeve, ji ber kû li pişta PKK ê bi milyonan mirovên Kurd yên welatparêz, dirist, bi şeref û namûs hene. PKK xwedî bîrdoziyek pir mezine, di rêya rêber Apo de dimeşe û wê ji bo gelê Kurd serkeftinê jî bîne.
Ji bo kû di nava gelê Kurd de li her çar parçeyên Kurdistanê carek din xiyanet, şerê navxweyî, ji hev durketin, bê yekitî û li hev xwedî ne derketin çênebe, pêwîste gel û partiyên Kurd hemû bi hev re destê aşitî, biratî û yekitiyê nêzîkî hev bikin da bikarin ‘Yekitiyek Ya Netewî’ di nava xwede çêbikin, bûyer, nexweşî û nezanînên kû ji berê çêbûyîn carekî din neyên jiyan kirin û dûbare nebin... Bi vê boneyê pêşiyên me hertim şîret û amojgarî li gel kirine, lê mixabin gel xwedî li wan amojgariyan derneketine. Ji ber vê yekê ez dibêjim ne ji qestane pêşiyên me gotine ‘Eger dû dil bibin bira, wê çiya deynin li ser çiya’. Bi rastî jî wisane eger em Kurd bi hevre destê yekitî û biratiyê nêzîkî yektir bikin û hevgirtinekê di nava xwe de çêbikîn, wê demê emê bigihin azadiya xwe û ji bin destê dagirkeran rizgar bibîn. Wê demê wê tû kes yan jî tû dewlet nekarî zordariya xwe li ser me ferz bike.
|