Wate û tama jiyanê li warê bav û kalan baştir tê his kirin. Ez çend rojan li bakurê Kurdistanê bûm. Bajarên Amed, Nisêbîn, Ziving, Mêrdîn, Wan, Entab, Riha û Stenbolê bajarê ku kurd lê dijîn. Min nezanî ka ev rojên xweş û germ çima wiha zû derbas bûn. Dibêjin dema gav û çax xweş bin, mirov bi derbasbûna demê nahese. Birastî jî wisa ye. Zaten tu gotineke bav û kalan vala nehatiye gotin. Amed wek navendeke siyasî-çandî niha di cîhanê de xwedî îtîbareke mezin e. Kurd li wir xwestek û nêrînên xwe yên siyasî beyan dikin. Dema mirov digehêje ser axa Amedê bixwebawerbûn zêde dibe. Çimkî ev der axa mêr, şoreşgerên navdar e, dilê Mazlum Dogan û şervanên azadiyê ev der ji me re kiriye kela berxwedanê. Li Amedê hezar reng hene û tev jî rengên jiyana kurd û Kurdstanê ne. Roja 20’ê îlonê em ji bo bîranîna 16 saliya şehadeta Apê Musa li Nisêbînê ne. Nisêbîn di navbera binxet û serxetê deye. Ciwanên wir wisa germ û hêja ne ku ev rewş hêvîyên mezin di dilê mirovan de diafirîne. Gelek caran hinek kes dibêjin rewşa cîhanê ya taybet û globalîzm bûne sedem ku hez û dilovaniya mirovan ji hev re pir kêm bibe, lê li Nisêbîn û deverên din yên Kurdistanê ku min dîtine, tiştekî wiha nayê his kirin. Min li Nisêbînê gelek hevalên nû ji xwe re peyda kirin. Keç, xort, jin, ciwan û kal dihatin û bi hurmeteke mezin digotin:” Hevalê Kakşar tu gelekî bi xêr hatî...” û dest bi pirs û rewşa jiyana Ewropa û saziyên kurdan dikirin. Li navenda Mîtanî merasimeke xweş ya xelatdayînê li ser bîranîna Apê Musa hatibû organîze kirin. Mezin û biçûk, berpirs û şaredar tev di nava gel de bûn. Hemû rengê dilpakî û hevalbendiyê li wir dihat dîtin. Ji ber wê atmosfera samîmî min nezanî ka roj çawa gihişt dawiya deqeyên xwe. Li kêleka hevalên weke Mizgîn Bîngol, Emîn, Tayip Temel, Adil Zozanî û hevalên din dike ku ez gotineke wiha ji dil bibêjim: Ew roj di jiyana min da xweştirîn roja sala 2008’an bû.” Wê rojê dema xatirxwestinê me bi zor xwe ji destê nisêbîniyên mêvanperwer xias kir. Herkesî digot:”Heval fermo du roja mêvanê me be.” Bi rastî jî pir şa bûm ku min piştî çend salan min germahiyeke wiha mezin di nava kurdan de dît. Mêrdîn bi kevnariya xwe hem bi şev û hem jî bi roj pir xweş e. Em bi şev ji wir derbas bûn û hesreta Mizgînê bi cih hat ku dixwest di tarîtiya şevê hem Mêrdînê bibîne û hem jî çend fotoyên bajar bigire. Navê Entabê min di stranên nemir Eyşe Şanê da pir bihîstibû. Ez sê rojan jî çûm wir. Tevî ku ji dûr ve bajarekî modern dihat ber çavan lê ew jî mîna bajarên din yên Kurdistanê zêde avedan nîn e. Kurd li wir di zehmetiyên mezin dane. Gundên ku di şer da hatine wêrankirin, gundî jî ber bi Entabê ve kişandine. Li Sêwerekê ez çûm cem hevalê xwe Memedê parêzer. Ez bawer im ku ger li wir deh kesên weke wî hebûna yê rewşa me kurdan ne di vê astê de bûya. Ew hem rewşenbîr û mirovhez, hem jî mêvanperwerekî sedî 100 kurd e. Dema ez vegerîm Ewropa min ne ferqek belkî sed ferq di navbera vir û wir de dîtin. Mirov li wir rûxweş û bişkivîne, lê li vir sar û xemgîn in. Li wir hez û hêvî hene, lê li vir jî ger bi awayekî sîstematîk nekevî pey rojên jiyanê, jiyan dê ji te re bibe mirineke rojane. Li wir her kes ji halê te dipirse lê li vir serê her kesî di lakê wî de ye û weke saetên barkirî dixebitin. Evîna jiyanê li Kurdistanê evîneke îlahî ye, watedar e û mirov baştir tama rojên temenê xwe yê jiyanê dizane.
|
|