|
Hefteya borî roja pêncşemê, li Brukselê di avahiya Senatoya Belçîkayê de konferanseke bi navê «Di Pêvajoya Guftugoyan de Rewşa Pêşketinên li Tirkiyeyê û YE’yê» hate lidarxistin. Organîzeya vê konferansê ji aliyê Komîteya Belçîkiyan a Dostaniya bi Gelê Kurd re, Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Instîtûya Kurd li Brukselê û saziya belçîkî ya bi navê Aştî ve hate tenzîmkirin. Amadekariyên vê konferansê ji meha tebaxê ve hatin destpêkirin. Bi navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ez jî beşdarî amadekariyên vê xebatê bûm.
Di programa konferansê de pir siyasetmedarên belçîkî û kurd hebûn. Ji Kurdistanê Abdullah Demirbaş, Muharrem Erbey û Orhan Miroglu hatibûn. Ji Belçîkayê jî du Senator, du parlamenterên ewropî ku bi eslê xwe belçîkî ne, nûnerê partiya Sosyalîst, akademîsyen, nûnerê Info-Turk û bi navê KNK’yê jî ez tevli vê konferansê bûm. Parlamenterê ewropî Bart Staes, endamê Koma Keskan û Frieda Brepoels, endamê Koma Xirîstiyanên Demokratan ji bo çareseriya pirsgirêka kurd diyar kirin ku divê saziyên ewropî zextê bidin ser Tirkiyeyê ku ew li gorî krîterên Ewropayê tevbigere. Heke ne wisa be, divê guftugoyên bi vî welatî re neyên pêşxistin.
Ji derveyî axafgeraan hin senator, parlamenter, nûnerên cur be cur partiyên belçîkî, akademîsyen û nûnerên saziyên sivîl jî di konferansê de amade bûn. Bi taybetî Profesor Dirk Rochtus der barê pêvajoya guftugoyên di navbera YE û Tirkiyeyê de analîz kirin. Li gorî analîza Prof. Rochtus di pêvajoya guftugoyan de zêde guherînên pratîk li Tirkiyeyê pêk nehatine. Hin gavên ku hatine avêtin jî bi armanca veşartina rastiyên li vî welatî bi pêş ketine. Li gorî profesor Rochtus heke wisa bidome ji bo Tirkiyeyê rêya YE’yê zehmettir be. Axafgerên ku ji Kurdistanê hatibûn, bi awayekî dorfireh rewşa kurdan û ya li Tirkiyeyê anîn ziman. Birêz Abdullah Demirbaş, ku şaredarê berê yê Sûrê bû, bi taybetî li ser zextên dewleta tirk û polîtîkayên AKP’ê sekinî. Her wiha zexta li ser xebatên çand, huner û ziman jî hate ziman. Bêguman zexta li ser zimanê kurdî nikare wisa hêsan were dîtin, lewma heman xal bû sedemê baleke girîng ya beşdarên konferansê. Serokê Komeleya Mafê Mirovan a şaxê Amedê birêz Muharrem Erbey û siyasetmedar Orhan Miroglu jî bi axaftinên xwe rewşa mafên mirovan a li Kurdistanê anîn ziman.
Di encamê de mirov dikare bêje ku ji meha îlonê vir ve der barê Tirkiyeyê de niqaşên dorfireh têne kirin. Ji ber aloziya ku li Qafqasyayê derketiye heman welat bûye mijara guftûgoyên stratejîk jî. Hin derdorên ewropî dixwazin rola Tirkiyeyê zêde mezin bidin nîşandan, lê belê hin derdor jî dixwazin balê bikişînin ser rewşa wê ya neyînî. Lewre ez wisa dibînim ku di vê demê de serê ewropiyan jî tevlihev e. Ew ne dixwazin Tirkiyeyê ji xwe dûr bigirin û ne jî ew dixwazin vî welatî bigirin nava malbata Ewropayê. Bi awayekî giştî mirov dikare bêje ku siyasetmedarên belçîkî alîgirê Tirkiyeke demokratîk û çareseriyeke ji bo pirsgirêka kurd in. Li gorî hêviyên ku di vê konferansê de jî derketin holê, di rojên pêş de, li Belçîkayê, der barê pirsgirêka kurd de wê hin înisiyatîf karibin werin girtin.
|