| |
| Eklenme Tarihi: 6.10.2008 Saat: 22:09 |
|
|
Dewleta Tirk ya dagirker û dagirkeriya Kurdistanê ji xwe re kirî armanc, li himberî bangên aştî û biratiyê yên gelê Kurd, KCK, Rêber APO û derdorên demokrat yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd her tim bê deng maye û ev bêdengî hîna jî berdewame. Li himber van hewldanan hemuyan jî tenê ji bo xwe tiştekê dike armanc; dixwazin Kurdistan ê dagirbikin û PKK ê tûne bikin.
Bi salane dewleta Tirk tûnekirina PKK ê ji xwe re armanc kiriye û hertim di nava tevgerêdeye kû ji bo PKK ê tûne bikin. Ev 25 sal derbazbûn kû li dijî PKK ê şer dike, her roj dibêje me PKK xelas kir, lê hîna PKK jiyan dike, hêza wê ji hemû demê zêdetire û şansê serkeftinê hîn nêzîktire.
Bi munasebeta cejna Remezan ê KCK û Kongra-Gel daxwaz ji hêzên HPG ê kirin kû di her sê rojên cejnê de xwîn neyê rijandin, da kû dayîk hêstirên çavan ne barênin û cejin li gorî wateya xwe derbaz bibe agirbestek sê rojî xwestin kû bidin despêkirin. HPG ê ev yek bi erênî pejirand û ji raya giştî re da diyarkirin kû wê di her sê rojên cejnê de şer nekin û bikevin di parastina rewa de.
Li himberî vê biryara HPG ê, dewleta Tirk firset dît û di roja yekem ya cejnê de êrişî hêzên HPG ê kir û carek din xwîn rijand. Li vê derê mirov dikare bêje ev bû bersiva erênî ya kû artêş û AKP ê dayî agirbestê! Ev yek tê çi wateyê?
Ji xwe piştî ku AKP û artêşê li ser tûnekirina PKK ê li hev kirîn, bi rêya ragihandinê dan diyarkirin kû wê li himberî PKK û gelê Kurd şerê ‘Tupyekun’ bidin despêkirin. Ev yek diyar û li ber çave wê hertim dewlet êrişên li dijî gelê Kurd û PKK ê nede rawêstandin. Ji xwe armanca wan jî eve. Dixwazin carek din li dervey sinor êrişekê li dijî başurê Kurdistan û PKK ê bidin despêkirin.
Piştî kû tezkere sala derbazbuyî di meclisê de ji bo salekê hat pejirandin, operasyon li dijî başurê Kurdistan ê dan despêkirin. Di van operasyonan de windayîyên mezin dan, bi ser neketin, li rastî berxwedanek mezin ya HPG ê hatin û neçar bûn paşve zivirîn. Ev jî serkeftinek mezin ya gerîla û gelê Kurd bû. Li himberî vê berxwedenê gelê Kurd li her derê gerîla silav kirin û rabûn serhildanan.
Demê tezkerê diqede, dixwazin carek din demê tezkerê ji bo salekê dirêj bikin. Bi rêya peran û bi zorê li meclisa Tirkiyê dixwazin carek din tezkerê bidin qebulkirin. Ji xwe bi hatina Îlker Başbug ya li ser text biryar girt kû li dijî başur operasyonekî nû bidin despêkirin. Gelo wê ser bikevin yan jî wê carek din patika xwe bixwerênin û serê xwe bitewênin?
Dewleta Tirk, AKP û artêşê bi rêya direwan bi dehan sale raya giştî ya Kurd, Tirkiye û Cîhanê dixapênin. Her roj berpirsên dewletê derdikevin televizyonan, îdia dikin û dibêjin; PKK hatiye xala şikestinê û deh ji wan jî nikarin bên gel hev, tenê di hinek şikeftan de çend kes mane, hêzên me li wan jî digerin û wê wan jî bigirin. Bi rêya van direwên bê binyat raya giştî ya cîhanê bi salane di xapênin. Dibêjin; li Tirkiyê mafê Kurdan heye, nehatiye binpê kirin, em wekî dû bira û dû gelên cûda bê pirsgirêk bi hev re jiyan dikîn. Lê hîna li Tirkiyê zimanê Kurdî qedexeye, kes nikare navên Kurdî li zarokên xwe bikin û Kurd nikarin bêjin em Kurdîn! Ma demokrasî û biratî eve?
Serfermandarê artêşa Tirk bi direwên mezin yên kû digotin; deh kes nikarin bên cem hev, carek din dixwest gelê Kurd bi xapêne. Lê 10. kongreya PKK ê ev direwa wan vale derxist, bi hêjmarek zêde delege bejdarbûn û bu yek ji kongreyên herî serkeftî yên PKK ê .
Piştî kû artêşa Tirk di cejnê de ji ber diyarkirina agirbestê firseta êrişê dît û êrişî hêzên HPG ê kir, diyar bû wê ev yek bê bersiv jî nemêne. Di 3 ê Cotmehê de gerilayên HPG ê cara pêncem êrişî qereqola Bêzelê kirin, 62 leşker hatin kuştin, ji 30 an zêdetir birîndar û bi hêjmarek zêde çek ketin destê hêzên gerîla. Her wiha 9 gerîlayên HPG ê jî di vê êrişê de şehîd bûn.
Ev êriş wateyek ya xwe ya giring heye, ya yekem; dewletê digot; PKK hatiye xala şikestinê, ya dûwem demê qebulkirina tezkerê nêzîk dibe, ya sêyem û ya herî giring jî eger Tirkiye êrişekî li dervey sinor li dijî başûr û PKK ê bide despêkirin, wê li rastî berxwedenek mezin ya HPG ê bêt. Yanî ev êriş di demekî pir giring de hatiye li darxistin û bi vê êrişê carek din direwên wan vale hatin derxistin.
Ji bo li Tirkiyê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, pêwîste dewleta Tirk dest ji direwan berde, raya giştî ne xapêne û ji bo çareserkirina pirsgirêkê gavên ber bi çav û demokrasî bavêje. Eger Tirkiyê pirsgirêka Kurd çareser kir, wê demê dikare bibe dewletek demokrat û wê bikare bibe endamê Yekitiya Ewrupa.
|
|
Yazdır Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|