Mahmut Aslan
Mahmut Aslan“Bilge, Entellektüel” ve Bukalemun
Cemil Bayık
Cemil BayıkÊrîşên dewletê nîşaneya têkçûna wê ne
Kakşar Oremar
Kakşar OremarSeyîd Rizayê Dêrsimî wiha gotibû...
Erkan Kobanlı
Erkan KobanlıKürdistan'da ki AKP'li belediyeler piyondur!
Selahattin Erdem
Selahattin ErdemYerel seçim
Songül Beyazgül
Songül BeyazgülYine bir Güney klasiği mi?
Ahmet Dere
Ahmet DereErdogan har bûye
Rotînda Yetkîner
Rotînda YetkînerDevşirmeler Insanlığın başına beladır
Serbest Rêzan
Serbest RêzanKî Dibêje Başûr bê Deng e?
Günay Aslan
Günay AslanDiyarbakır savaşları
Mehmet Sögüt
Mehmet SögütTekçilik ve Türkiye gerçekliği
Mizgîn Bîngol
Mizgîn BîngolCîhan, Obama û tirk
Cemo Devrim
Cemo DevrimSAVASMALISIN !!!
Kasım ENGİN
Kasım ENGİNOmurgasız Bir Kişilik, Mukallit Erdoğan
Ahmed Aktaş
Ahmed Aktaş‘...(Kurd) derkevin biçin...’
Özgür BİLGE
Özgür BİLGEHa Beyrut kasabi Şaron,ha Kürdistan kasabi Qerdoğan
Fırat Penaber
Fırat PenaberŞiirlerim kadar eski/ kalbim kadar yenisin
Mîr Qasimlo
Mîr QasimloAlastina rastiyên veṣartî (1)
Nurhak Erdal
Nurhak ErdalİKİNCİ 5 KASIM DÖNEMİ
Konuk Yazarlar
Konuk YazarlarDawî nêz dibe, dijmin hartir dibe
Hozan Dîno
Hozan DînoKÜRT MÜZİĞİNİN TARİHSEL DİRENİŞİ
Abdullah Öcalan
Abdullah ÖcalanEn Etkili Birey Herkese Bir Şeyler Verendir
Mihemed ORHAN
Mihemed ORHANDewleta Tirk Hertim Dixwaze Raya Giştî Bi Xapêne
SONGÜL BEYAZGÜL
 SONGÜL BEYAZGÜL ‘Her şehit için bir DTP’li öldürülmeli’
Mahir Deniz
Mahir DenizFELSEFEYE GİRİŞ -17-
Hemîd DILBIHAR
Hemîd DILBIHARŞEVA ÇÛYÎ
Ömer Dilsoz
Ömer DilsozHer însan siwarê hêviyên xwe ye
Ülkem Zeremya
Ülkem ZeremyaEBEDİ KOMUTAN’A
Teman Dep
Teman Dep1 HAZİRAN KADIKÖY MİTİNGİ, ÖLÜM DEĞİL ÇÖZÜM VE MEDYA
Siyamed Sipan Uğurlu
Siyamed Sipan UğurluNobedarên Azadiyê
Ömer Yüce
Ömer YüceAvusturya’nın Graz kentinde Amara Gençlik Festivali heyecanı başladı.
Halil Uysal
Halil UysalEylül…
Hayri Cewlik
Hayri CewlikBir Newrozun Anlattıkları
RC TEC
RC TECBu Haftaki Oyunumuz : Icindeki Dj
Berfîn Dilav
Berfîn DilavYüreğin Aydın yaşamın Yılmaz dı senin
Umut Özgür
Umut ÖzgürGÜNEŞİN GERÇEK SAHİPLERİ
Sedat İnci
Sedat İnciDağlara nakış ettik izlerimizi
Mehmet Mekin Yıkın
Mehmet Mekin YıkınKürt basını üzerine bir kaç söz
Zana-Qenco
Zana-QencoOPERASYON ve GELİŞMELER
Polat Can
Polat CanGERYANEK DI CÎHANA WÊJEYA NÛJEN YA KURDÎ DE
JÊHAT BÊRTÎ
JÊHAT BÊRTÎAnlatılması zor anlar
Rızgar Azad
Rızgar AzadŞaşırmayın; yanlış yapmayın!
İbrahim Güney
İbrahim GüneyEy TC! Senin gücün Kenan Güzel'e yetebilir mi?
Mehmet Alagöz
Mehmet AlagözUluslaşma ve Sanat
Firaz Baran
Firaz BaranBüyükanıt'ın yaptıkları
Hevîdar Munzur
Hevîdar MunzurTîrêjên Roja me îro ji herdemê geştirin
Argeş Arjin
Argeş ArjinGençlik eyleme, zafere....
Remzi Zilan
Remzi ZilanÖzgürlüğün Dili: ÇIĞLIK !!!
Cudi Arif
Cudi ArifÖzlemin patikalarında

 
DURÛTIYÊN DEWLETA TIRK HETA KENGÎ?



Yazar Adı: Kakşar Oremar

Yazar İletişim: kakshar_oremar@yahoo.de


Yazarın Tüm Yazıları

Eklenme Tarihi: 13.10.2008 Saat: 15:55

Dema serokwezîr û berpirsên komara Tirkiyeyê tên Ewropa, rojnameya Azadiya Welat jî dixin bin çingilê xwe û dibêjin: “Ha babam li memleketê me demokrasî heye, zimanê kurdî azad e, em xwedî dewleteke demokrat in, kî dibêje tirk bêmedeniyet in…”.!!!
Bi van gotin û kiryarên sexte ew dixwazin di vê sedsala satalît û înternetê de jî raya giştî bixapînin. Hemû armanca wan ew e ku kilîla deriyê welatên yekîtiya Ewropayê bikeve destê wan. Piştre ew ê çi bikin? Zaten ji karê wan yê niha de xuyaye: Sedî 100 ew ê hemû prensîbên bav û kalên xwe yên dûr ji exlaqê mirovahiyê hema mîna berê bidomînin.
Rejîma dagirker a Tirkiyeyê ev çend meh e ku dîsa jî amadekariyên şer û operasyonên mezin dike. Berê rojnameya tirkî ku li ser pirsgirêka kurdan dinivîse, tê berbendkirin, niha jî Azadiya Welat ji weşanê diwestînin. Li bakurê Kurdistanê tiştek bi navê zagona dewleta navendî tuneye. Di navbera Wan û Bursayê da ferqên mezin hene. Dema mirov ji Antalya û Enqereyê diçe bajarên Kurdistanê, mîna wê hindê ye ku çûye welatekî din yên cuda!! Carna li Gever û Colemêrgê rojek du rojan xeta telefonan tê birîn û bêdengî atmosfêrê welat dadigire. Temaşekirina TV’yên satalîtê pir bi zehmet e û bi giştî rayedarên T.C dixwaze netewa kurd ker, lal û kor bin. Gelo di vê cîhana îro de ma karekî wiha mimkûn e? Lê ew jî mîna padîşahên Fransî yên sedsala 17’an ji rojname û pênûsa azad ditirsin, diricifin û çareseriyê di serkutkirin û berbendkirinê de peyda dikin!!. Ji aşkerebûna sir û razên xwe yên veşartî ditirsin. Ew dizanin ku êdî Amed bûye kela demokrasîxwazan, bûye kilîla vekirina cîhaneke nû ji hemû azadîxwazan re. Ew dizanin ku Amed paytexta kurdan a manewî û siyasî ye, hemû saziyên kurdan li wir kom bûne û kiryarên dewleta dagirker aşkere dikin. Ew naxwazin kes rûreşiyên wan û rayedarên komara Tirkiyê bên dîtin. Ew dizanin ku qedera Kerkûk û Diyarbekirê bi hev re girêdayî ye. Ji bona wê jî ew ê dest bi her karekî bikin ku kurd li ser bîr û xweziyên xwe yên siyasî-dîrokî nebin yek û di pratîkê de tiştekî nekin.
AKP demeke ku dibêje ew ê kela kurdan Amedê jî bêxin bin kontrola xwe. Bi navê ol û dînê sexte di nava gel de propagandeyên xwe dikin. Ew dizanin ku rojnameya Azadiya Welat di aşkerekirina çewtiyên wan ên siyasî û bilindkirina sewiya rewşenbîriya gel de roleke pir dîrokî û aktîv dilîze, ji bo wê jî bi du armancan weşandina rojnameya kurdan a herî populer li Tirkiyeyê berbend dikin:
1. Ew dîsa amadekariyên operasyonekê dikin ku başûrê Kurdistanê jî digire nava xwe. Ew ê hewl bidin ku dîsa berê kurdên Başûr û Bakur bidin hev. Dîsa dixwazin ji bo armancên xwe kurdan mîna meymûnan bireqisînin.
2. Hilbijartinên şaredariyan nêzîk in û bi karekî wiha re çavsoriya xwe nîşanî DTP, rewşenbîr û saziyên kurdan didin ku gel ji wan bireve.
Bi wan hemû îdiayên ku AKP li ser azadî û demokrasiyê dike, siyaseteke wiha 180 dereceyî dûr e ji rastiyê. Lê êdî ew nidikarin raya giştî ya cîhanê bixapinîn û ne jî dikarin raya kurdan a aştîxwaziyê û aşkerekirina derewên dewletê bigirin.
Di rewş û mercên wiha hesas, dîrokî û girîng de pêwîst e hemû kurd, hemû rewşenbîr û saziyên kurdan li dora hev bicivin, bibin yek û daxwazên xwe yên demokratîk bi dengekî hê bilindtir beyan bikin. Bila dîsa derfetên ji destê me neçin û em dîroka xwe dubare nekin.
Gelo em ê heya kengî dem û temenê xwe bi van durûtiyên rayedarên tirk, vala derbas bikin? Heya kengî em ê li wan binêrin ku bi keyfa xwe hemû cûre sivkatiyan bi netewa me bikin?
Ez bi baweriyeke bêdawî dibêjim ku: westandina weşana Azadiya Welat dê rûreşiyeke din li ser rûçikê dewleta Tirkiyeyê hilde.
Ji bîr nekin ku ronahiya momikekê di nava dilê hemû tartiyên cîhanê de nayê veşartin û winda nabe. Ew ronahiya kêm yê gur û gurtir bibe û bibe agirê canê hemû dagîrkerên Kurdistanê.

YAZDIR Yazdır     Yorum Ekle Yorum Ekle
(Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.)
 
Seçenekler
   Çıktısını Al
   Arkadaşına Yolla
   Köşe Yazılarına Dön

Arşiv
·Seyîd Rizayê Dêrsimî wiha gotibû...
·Sed saliya Jidayikbûna Casimê Celîl…
·Bi agirê dilê kurdan nelîzin...
·Tama Jiyanê: Kurdistan u Ewropa
·Tama Jiyanê: Kurdistan u Ewropa
·Çend Dîmenên bedew...
·ŞEHÎDÊ ÇAPEMENIYA AZAD: MUSA ANTER
·Li Îranê rewşa xwendevaên Kurd
·Gulistan û Baxçê Gulan...
·Êşa Giran: Xwekujî...

© 2004 Rojaciwan.com
Bütün HaberlerTürkce HaberlerNuceValid robots.txt


English: All the comments, articles and other contents are property of their owners.
German: Die Artikel und Kommentare sowie Foren- und etwaige Chatbeiträge und alle anderen Inhalte sind Eigentum der Autoren.
Turkish: Rojaciwan sitesi özgür bir tartışma platformu olup, sitemizde yayınlanan bütün yazılardan, yorumlardan ve hernevi multimedia dökümanlarından sahipleri sorumludur.


Sayfa Üretimi: 0.170 Saniye
SQL: 26
Rojaciwan Theme by Rojaciwan Webtasarim.