| |
| Eklenme Tarihi: 13.10.2008 Saat: 15:56 |
|
|
Zextên li ser saziyên ragihandin-çapemeniya azad û alternatîf her diçe zêde dibin. Girtina rojnameya Azadiya Welat jî yek ji xelekek ji siyaseta zextê ye.
Têkildarî êrîş û mudaxeleyên rejîma şerê taybet a tirk de beriya niha me nirxandin kiribûn. Di van nirxandinan de bal hatibû kişandin ku rejîma şerê taybet a tirk dixwaze êrîşên xwe bi rengekî giştî zêde bike û rêbazên şerê taybet ê qirêj derxe asteke bilindtir. Mîna beriya niha girtina rojnameyên Alterternatîf, Gerçek, Gelecek û Ozgur Ulke û hwd. girtina rojnameya Azadiya Welat jî van nirxandinên hatine kirin piştrast dike.
Di vir de ya girîng ku derdikeve pêş ev e; ka çima di nava hedefên destpêkê û yên rasterast de saziyên weşana azad tên. Bingeha şerê giştî yê qirêj ku rejîma şerê taybet dimeşîne, şerê psîkolojîk e. Di meşandina vî şerî de jî bêhtir saziyên çapemenî û weşanê bi kar tîne. Li Tirkiyeyê di roja me de bi dehan sazî û dezgehên weşan û çapameniyê bi vê armancê tên bikaranîn û ya tê xwestin ew e ku ew bê alternatîf bimînin. Ev saziyên weşan û çapemeniyê ku her yek ji wan bûye amûreke şerê taybet û qirêj raya giştî di bin bombebarana agahdariyên yekalî de dihêlin, her wiha gelê Tirkiyeyê jî li hember gelê kurd tehrîq dikin. Ji ber vê yekê jî îro li Tirkiyeyê saziên çapemenî û weşanê amûrên herî bi tehlûke yên şerê taybet-qirêj in.
Sedem ev e ku rejîma şerê taybet a tirk ji aliyekî ve civakê di bin bombebarana agahî û nûçeyên yekalî de dihêle, li aliyê din jî dixwaze hebûnên alternatîfê xwe tune bike. Di bin êrîşên li dij çapemenî û ragihandina alternatîf de ev rastî heye.
Rejîma şerê taybet a tirk di pêvajoya herî zehmet a dîroka xwe re derbas dibe. Polîtikayên wê yên bingehîn ên înkar û tunekirinê îflas kirine. Bi hebûnên xwe yên siyasî ku li ber rizîn û têkçûnê ne, ji pêkanîna pêşketin û gavavêtinê gelekî dûr e. Ev rastî jî dibê sedem ku bêhtir bibe êrîşkar. Bi êrîşkirina organên çapemenî û weşanê yên alternatîf hewldide rastiya xwe ji raya giştî veşêre.
Di dîrokê ev yek tim wisa bûye.
Dema ku kurd dihatin qetilkirin û nefîkirin jî, tiştên dihatin kirin ji cîhanê dihatin veşartin. Niha jî bi êrîşkirina organên çapemenî û weşana alternatîf û bi dawîanîna weşana wan dixwaze heman tiştî bike. Gelo wê ji bo van rêbazên êrîşê ên rejîma şerê taybet a tirk re wê destûr werê dayîn. Bê gûman na. Tiştên di dîrokê de qewimîne piştrast kir ku; ji ber ku li hember wan bêdengî hebû an deng ne vedan bû sedema êşên mezin. Ji ber vê yekê jî li hember zextên her diçe dijwar dibin li ser organên çapemeniya azad û alternatîf re bêdengî nabe. Organên çapemenî û weşana azad û alternatîf; mîna dengê gelê me yê bindest, ku tê perçiqandin û di bin mêtîngeriyê de ye wê were dîtin û xwedî lê bê derketin.
Di dema ku rejîma şerê taybet a tirk pêvajoyeke herî krîtîk de dijî de; dixwaze ji êrîşên xwe enecamê bi dest bixe. Difikire ku dema di vê yekê de bi ser keve wê karibe temenê xwe dirêj bike. Ji ber vê yekê jî derfeta derketiye holê li gorî xwe bi kar tîne. Hilbijartinên herêmî yên di demên pêş de pêk werin jî ji bo xwe mîna derfetekê dibîne. Dikare were gotin ku rejîma şerê taybet a tirk, hemû heviya xwe ya li dijî Tevgera Azadiya Kurd bi vê hilbijartinê ve girê daye. Rejîma şerê taybet a tirk ji bo xwe bigihîne hedefên xwe dixwaze encamê bidest bixe. Di dema li meclîsê guftugoyên ji bo dirêjkirina tezkereya derfetê dide êrîşên leşkerî yên derveyî sînor û civînên dawî yên di bin navê “ewlekariyê” de di vê çerçoveyê de guftûgo hatine kirin. Zextên li ser çapemeniya azad û alternatîf jî di encama plansaziya di vê çerçoveyê de tên meşandin. Di dema pêş de, rejîma şerê taybet a tirk wê bixwaze di vê plana komple bi giştî di jiyanê de pêk bîne.
Heger li dijî vê yekê neyê sekinîn û têkoşîn neyê dayin, ev ê ji bo serketina plana rejîma şerê taybet a tirk re bingehê ava bike. Em tenê bi tekoşîna dijber dikarin êrîşên rejîma şerê taybet a tirk pûç bikin. Ji bilî vê riyeke din jî tûne ye. Xwedîderketin û parastina organên çapameniya azad û alternatîf ji bo vê yekê pêwist e. Ji ber vê yekê jî kî dibêje ew li dijî polîtika û êrîşên rejîma şerê taybet e, divê karibe bibe xwediyê sekneke saxlem jî. Kî dibêje ew li dijî rejîma şerê taybet li cem gelê me cih digire, divê ji bo di hilbijartinên herêmî de dersekê bide rejîma şerê taybet divê ji niha ve bikeve nava tevgerê.
Divê neyê jibîrkirin ku riya pêkanîna van tevan jî di xweparastin, xwedîderketina li organên çapemeniya azad û alternatîf re derbas dibe. Ji ber ku ji bilî organên çapameniya azad û alternatîf tu derfetên ku em karibin dengê xwe bilind bigihînin, xwe biparêzin û xwe îfade bikin tûne ye.
|
|
Yazdır Yorum Ekle (Not: Yorum sadece üyeler tarafından yazılabılınır. Yazılan yorumlar yönetim tarafından onaylanmak için beklemeye alınıyor.) |
|
|
|
 |
| |
|