Li Şemzînanê (Navşarê), gundên bi navê BÊ dest pê dikin gelek in: Bêzelê, Bêsosin, Bêgor, Bêgaltê, Bêgozê, Bênavok, Bêdawê û hwd. Van gundan hemiyan pala xwe daye Çiyayê Zagrosê û li dora Çiyayê Govendê civiyane. Derdorên van gundan, hemî dar û devî û bax û bexçe ne. Her yek bi serê xwe weke bihûştekê ye. Lê mixabin dewletê û cehşan ev bihûşt(cunet) herimandine. Belê, van hêzên neqenc, her çendîn xerabiyan dike; daristanan dişewitînin, zilmê li gel dikin, dîsan jî nikarin bigihên armancên xwe. Gel ber xwe dide, gerîla çiya bernade, dar ji nû ve şîn tên û jiyan her berdewam e. Weke ku, dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Tê zanîn ku, Îskenderê Zilqurneyn, bi wê mezinaya xwe ya bi hemî cîhanê dabû pejirandin jî, dîsa nikaribû ev cih û waran bi dest xistana. Nizanim, dibe ku leşkerê Başbug ji yên Îskender zîrektir û jêhatîtir be! Helbet divê em ji bîr nekin, ev erdnîgarî, di dîrokê de her dem bûye armanca hêzen êrîşkar. Weke jina gotibû, pakbûna min li serê min bûye bela, diyarê xweş erdnîgariya vî welatî û xweş mirovayiya vî gelî jî lê bûye bela, ku ew qas hêzên derdor dilê xwe dibijînê û hez dike bixe destê xwe. * * * Ev gotina BÊ jî balkêş e. Li vê herêmê gelo ev nav çira ew qas pir e ? Li gorî qasî ku ez zanim, ev peyv, tê wateya; ew ê bê, ew tê, de were,,,, Dibe ku, li hemberî ew qas êrîşên dijwar û piralî, gelê me, her xwedî hêvî bûye û gotibe; EW Ê BÊ, EW (rizgarvanê me) TÊ... Eger carcaran jî hêrs bûbe gotibe; DE WERE êdî bes e. Ev gotin hêjayî lêkolineke berfireh e û ev kar jî dikeve ser milê Enstîtuya Kurdî. Di nava gel de biwêjeke hinek reng oldarî be jî tê gotin; dê MÊHDÎ rabe were û me hemiyan rizgar bike û êdî gur û mih bi hev re dijîn û bi kurtayî mirovatiya cîhanê ava dibe û her der dibe bihûşt ! Loma niha hinek oldarên me û bi hejmareke pir gelê me jî gihiştiye wê qenaetê, ku MÊHDÎ rabûye û Rêber APO bi xwe ye û gerîla jî leşkerê wî ye û ev sî sal e li dijî zilmê şer dikin, bêedaletiyê radikin, ji bo wekheviyê xebatê dikin û bêguman azadiyê tînin û aştiyê saz dikin. Ev dîtin ne dûrî aqilan e. Ez jî tev li nêrîna milet dibim û bawer dikim ev xaka pîroz neheqiyê û zulmê û dagirkeriya biyaniyan qebûl nake. Ez dîsa bawer dikim gelê me û bi taybetî gerîlayên me, bi erk û wacibê xwe yê dîrokî rabûne û heta rizgar nebin û azadî û aştiyê neynin welatê xwe ranawestin. Eger dewleta tirkan biaqil nebe, hîn gelek aqûbeta BÊZELÊ tê serê wan. Bi hêviya êdî lazimî bi şer nebe, bê şer û zûtirîn wext pirsgirêk çareser bibe.
|
|