|
Îro dîsa em di van rojên germ ên hevînê dene. Tîrmeh dîsa di heman germahiyê deye û mirovan bi tîrêjên roja xwe dişevitîne û mirovan bêhal dıke. Lê ruxmê vê germahiyê bi şev û roj şervanên ku tekoşînê didin hene. Û şervanên azadiyê di Tîrmeha sala 1999 de di heman germahiyê de bûn û ne li sarbûna şevê û ne jî germahiya rojê dinêrîn, ji bo pêşerojek azad û germtir têdikoşiyan. Meha pûşpera pîroz cihê xwe dida Tîrmeha germ. Ji ber ku di vê mehê de jî gelek qehremanên ji bo jiyanek bi rojên azad hebûn. Dîsa di sala 1999 de gerîllayên rêwiyên azadiyê di rêya azadiyê de lez dan meşa xwe. Di 15 Sibata 1999 de bi komployeke navnetewî Rêberê Azadiyê dîl hatibû girtin û teslîmê dewleta faşîst hatibû kirin. Di nava şerwanên azadiyê de jî hestên tolhildanê her roj zêdetir dibû û diviyabû şervanên azadiyê ne roj û ne şev sekinîbana. Pêwîst bû bi çalakiyên cûrbecûr tola vê dîlgirtinê hilanîbana . Di heman demê de biryara îdamkirina Reêberê Azadiyê di rojeva dewleta Tirk debû û diviya şervanên azadiyê ev biryar rakiriba û hewldanên dewleta Tirk û hêzên komloker pûç bikira.Bbi van hestan şev û roj dijîn gerîlla û biryara ku li bajarê Çomanê ya li Başurê Kurdistanê ye çalakiyekê çebikin bi sedan gerîllayên azadiyê hatin amadekirin. Di 1’ê Tîrmeha sala 1999 de bi sedan gerîllayên azadiyê ji bo ku bi hestên tolhildanê tijîne, rêya cihê çalakiyê girtin û hemû li qada Kelaşînê kombûn. Kelaşîn cihêke Zozane. Roja lê hitlê mirovan bi germê dişewitîne û şevên wê jî bi qasî rojên wê sar e. Lê ji ber ku şervanên azadiyê bi hestên tolhildanê tijîbûn guh nedidan ne germahiya rojên kelaşînê û ne jî sermaya şevên kelaşînê. Ji ber ku tiştên şervanên azadiyê pê re mijûl bibin zêde bûn. Ji ber ku sala 1999 bi xwe re demeke tekoşînek nû anî bû. Divê ew tekoşîn bi bedelên mezin jî hatiba dayîn. Demek wisa dagirtîbû, şervanên azadiyê herroj pêşniyarên çalakiya dikirin. Ew çalakî çi yên fedayî bana çi jî çûyîna li ser noxteyên hêzên dijmin lê diman bana. Û biryar hatibû dayîn ku wê li hemberî hêzên alîkerê dewleta Tirk PDK çalakî bihata lidarxistin. Û biryara êrîşa li ser hêzên PDK’ê yên li Çomanê hat dayîn..
Hêzên ku ji bo çalakiyê hatibûn amadekirin li benda ku bombeya yekem bi teqe sekinîbûn û hêrsa wan di asta herî herî bilind de bû. Dem, destpêkiribû ku çekên giran guleyên xwe dibarandin li ser Çomanê û bêhna barutê li herderî belav bûbû.
Agirê li Çomanê hatibû vêistin li her deverê Çomanê belav bûbû û her der weke rojê ronî kiribû. Tevahiya şervanên azadiyê li bendê bûn ku çalakî bi serdeftî derbas bibe, wisa jî bû. Lê gûleyên dijmin ên xayîn ku ne dizanîn bi sekinin berê xwe dabûn 5 şervanên azadiyê û dawî li jiyana wan pênç kesan anîbû.
5 şitil, 5 kulîk û 5 evîndarên azadiyê.
Piştî van 5 rêviyên azadiyê jiyana xwe ji dest dan hêrsa rêhevalên wan hîn zêdetir bû û hestên tolhildanê hîn zêdetir bûn. Çoman ji hêzên dijmin hatibû standin lê 5 kulîlk jî li Çomanê hatibûn dîyarîkirin. Diyariyek pirr bedew û delal bû ji ber ku her pênç jî pirr ciwanbûn û pirr rêhevalên bedew bûn. Her pênç jî di dema ku rêya vê çalakiyê de pirr bi coş bûn ku vê çalaki bi serkeftî derbaskiribana. Çoman çiqasî bajareke giranbûhabû ji bo wan ku destê wan li venediqetiyaû di hêmbêza çomanê de cihê xwe çekirin.
Ronahî, Şiyar, Botan, Rizgar û Murat çiqasî hêja bûn hûn. Şeş sal derbasbûye li ser çûyîna we hîn jî destê min nagire ku ez bêjim wê em pey xwe re hiştin hûn çûn. Lê ez vê yekê jî dizanim ku hûn evîndarê azadiyê bûn û we evîndariya xwe ya bi azadiyê bi evîndariya Çomanê re jî kir yek û hûn li çomanê bûnê stêrk derketin ezimanan.
Dîsa em di germahiya havînê dene û dîsa li her deverê êrîşên dijmin bi dijwarî li hemberî şervanên azadiyê têne meşandin.
Şervanên azadiyê piştî sala 1999 têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bi parastina rewa dabû destpêkirin lê mixabin em hîn jî dibînin ku di her mîlî de êrîş li ser Kurdan tê meşandin û ev yek jî dide xuyakirin, ku hêzên xwînxar wê tu car nexwazin civatek aştiyane bê avakirin. Ji ber ku çavên wan bi xwînê hatine dagirtin.
Çoman bi vê çalakiyê cihê xwe di rûpelên dîroka tekoşîna azadiyê de girt. Û niha bê-denge Çoman. Niha bendê aşîtiyek mayînde ye. Di hembêza Çomanê de rêhavalên delal di xewa şêrîn dene.
Ronahî, Murat, Rizgar, Botan û Şiyar di xewa şêrîn de li hembêza Çomanê razayîne. Û li benda rojên xweş û geş in. Û em jî dîsa di germahiya Tîrmehê de bi hesreta hêviyên rojên xweş û germ dene. Û wê tevahî şehîdên me her tim di dilê me de bin û emê bi hesretek mezin bijîn.
Hevîdar Mûnzûr |