|
Hevdilên min! Hun bawer kin, min pir bêriya we kiribû. Heke ez þaþ nevim ev ji mehek zêdetire, ku em ji hev u du durman. Lê ji xwedê re hemd û sena û sed car jî þikir, em bi nivîsek nû dîsa bihev re ne.
Hevdilên min! Em ê divî nivîsê de, di þûna devjeniyên di behra zimanê kurdî de, li ser tehluke, xemsarî û terkexemiya me kurda, bisekinin.
Wekî ku hûn jî dizanin, ji mêj ve ye zirbavên xwînmij nemazê "dolên asena-Komara kemalîst ya direwîn û virek, dixwaze behra me li me zuha bikin û me wek mesiyan bê av bihêlin ku em di zûtirîn demê de, biqelin. Elbet û bêguman, em nikarin lome û gazinên xwe li wan bikin. Ji ber ku ew dijminin û ji dijmin lome û gazin nave. Yanî ne bigorî aqile ku meriv ji dijminên xwe lome û gazinan bike.
Lê çi heyfe ku em jî bi helwest, xemsarî û bi goh firehiya xwe ji listik û politikayên wan ên zuhakinê re, di bin alîkar. Ango ji politikayên wan yê piþavtinê re, di bin hicet.
Hevdilên min! Wekî ku hun jî pê dizanin, li ser mijara ziman û terkexemiya me, min di gelek nivîsên xwe de cîh dayê û li ser terkexemî û tehlukeyên ku li ser zimanê me heye sekînî me û min biqender rê zanîna xwe aniye ziman. Bê guman ne min bi te nê aniye ziman. Di mijara ziman de, gelek hevdilên min jî, bi heman armancê di nivîsên xwe de, bal kiþandine ser xemsarî û tehlukên, li ser zimanê kurdî.
Lê gelo fêdê wan nivîsên me çidibin? Ango kes goh didine hewarên me? Nizanim! dibe ku kesan goh dabine me. Berkû gelek kes nivîsên me yê di derheqî ziman de dixwînin û piþtre xwe bi xwe " wellehîn û bilêhînê xwedê, heval rast nivîsiye. Gotinê heval wek hedîs û ayetê quranê rastin û rastiya me kurda tîne ziman" Li îhtimale ku gava ji ser "pc" radibin heye ku ji bîr dikin û her wek berê "her çiqas heval rast anîbe ziman jî, lê ji bo fêr bûna ziman hê dama me heye û dê çawa be em ê rojek li ser ziman jî bisekinin"
Dibe ku hin kesên din jî piþtê xwendina nivîsên me, xwe bi xwe "binavê Xwedê, ev kesên ku behna nijadperestiyê ji wan tê û diser de mijara ziman jî ji xwe re kirine rûpoþ, mala me li me xiravdikin. Hema dev ji hemû babetên azadî ya gelên me ji nêz ve elaqedar dike berdane û pê bi boçika ziman girtine û ji bilî babeta ziman, ne bibabetek din re mijûl di bin û ne jî dihêlin em bi seriyek aram pê mijûl bin"
Di vî mijarê de dibe ku hin kesên din jî, piþtê xwendina nivîsan her wekî yên din "zimanê me rûmeta me ye. Ê de em çibikin! zimanê kurdî zimanek zor giranê û meriv nikane di zûtirin demê de, fêr bibe"
Hevdilên min! Ev her sê fikrên ku min li jor anîn ziman, divê ne wek fikrên kesekî an jî kesa werê fêm kirin. Ev her sê fikir di rastiya xwe de, her yek bi serê xwe fikrekîne û di roja îro de, temsîla sê derudorên ku dinav civaka welatparêz û tekoþînê de cîhên xwe digirin, dike.
Lê gelo ev her sê fikir rastin an?
Bi gor nêhrîna min; her sê fikir jî, ji vir û hetanî mala xwedê ne rastin, çewlsin û ji rastiyê dûrin. Bi taybet ev her sê derudorên ku em niha behsa wan dikin, bi van fikrên xwe, ji tiralî û terkexemiya xwe re, li eger û rêyan digerin û dirastiyê xwe de, bes xwe dixapînin. Ji bo fikrê xwe yên nerast rast û rewa bi din nîþan, ji deh kaniyan avê tînin û egerên wan jî ji xwe di cêbên wan de amade ne. Tu biteqez nikane ji wan re, behsa aciliyeta ziman bike. Heke dema te kir jî, hema gotinên van derudor û kesan weke reçeteyên bijîjka di cêba wanda amade ye. " heval elbet ziman mihûme, lê belê" De edî hun dizanin ka piþtê "lê belê" çi têne gotin. Ya rast ew e ku ev kesên welê difikirin, ji xwe ne bawerin û ji wan wetrê, ji rastiya xwe revîn çareseriye..
Bêguman kêmasiyên ku niha diwarê ziman û fêr bûn û xwedî li derketina ziman de têne jîyandin, ne bitenê kêmasiyên hin kes û derudoran e. Kemasiyên ku hene, Kemasî û terkexemiyek gelemperîye. Em zimanê xwe, wek zimanek civakî nabînin. Ango ji bo zimanê me dinav hemû çîn û tebeqeyên gel de, bi awayek gelemperî were bikaranîn û dinav xelkê kurdsitanê de, weke zimanêk jîn û jîyanê were dîtin, em xwe naêþînîn û destên xwe bi an gorî tê xwestin nakin bin kevir. Niha ranevin û ji min re nebejin "keko tu þaþe". Hema tu þaþiyek van gotinên min tune û ji vir û hatanî mala xwedê rastin. Heke em bihiþmendî dên û bala xwe bidine civaka Kurd, dê em ê biteqez têbigihêjin rastiyên ku ez hina tînim ziman. Gelo çîne ev rastî? Bêguman gelek hêlên vê rastiyê hene, lê ez ê serê we neêþînim û qîma xwe bes bi çend hêlen vê rastî yê bînim.
Di roja îro de, baþ zelal û aþkereye ku çi li kurdistanê û çi li ewropa, ciwan û jinên Kurd, yekser bi zimanê kurdî naxivin. Bi taybet jinên kurd di mijara ziman de, di xetariyek pir mezin dane. Jina kurd ew jine ku ji dîrokê bigrin û hetanî roja îro parezgerên herî ber bi çav yê ziman, çand û toreyên gelê kurd e. Jina kurd, xizmetek bêhempa ji bîr û felsefe, tor û tîtal, çand û zimanê gelê Kurd re, kiriye. Dîroka jina kurd; vê rastiya han ê bihemu hêlan xwe ve, bi me dide zanîn. Lê çi heyfe ku jina kurd di roja îro de, ji temsiliyet û erka xwe ya dîrokî pir û pir dûre. Di heyama îro de, bi dehan sazî û weqfên binavê jinên Kurd hatiye damezirandin, hene. Le mixabin zimanê van sazî û weqfan yekser bi zimanê tirkiye û ev rewþa hanê di xebatên çandî û hunerî de jî, her welê ye. Her wiha ev rewþa han, bi xwe re hikariyek negatîf jî li ser civata kurd û bi taybet li ser ciwan û neslên nû dike.
Yek jî ji hêlen van kêmasiya ew e, ku mixabin em zimanê xwe tenê wek zimanê kalemêr û pîrejinan dibînin. Ango zimanê nevseran dibînin. Her çiqas ev nêhrîna han, bi awayek zanatî nebe jî, lê ji ber neaxavtin û ne mijûl bûnê, rastiyek welê derdikeve pêþiya me.
Hevdilên min! Divê tu car neyê jibîr kirin, ku hîm û binyeta civat, netew û miletan, ciwan û jinên wî bi xwe ne. Heke netewek ango miletek, diwarê mejî, hêst û hisiyatê de, ciwan û jinên xwe wenda bike, ne minkune ku ew milet ango ew netew xwe li ser piyên xwe bigre û taybetmediyên xwe biparêze. Heke rewþ welê be, yanî netewek ciwan û jinên xwe, di warê mejî, hest û hisîyatê de wenda bike, mixabin êdî ew netew dikeve prosesa tekçuyîn û wendabûne.
Divî mijarê de, her çiqas ji mej ve ye herekata Kurd (Kongra gel)behsa acîliyeta ziman dike û bi girêdayi vê behse xwe, di her konferans, kongre û komcivînên xwe de, babeta ziman wek babet û xebatek bingeh digire rojeva xwe û di ser de bi dehan biryar digire jî, lê mixabin ev biryarên ku têne girtin tenê wek biryar dimînin. Divê baþ were zanîn ku di mijara ziman de, biryar girtin tenê bi serê xwe çu tiþtek nîn e. Ji biryarên têne gitin re piratik divê. Heke piratik hebê, wê demê meriv dikane mane û wateyek bide biryarên ku hatine girtin.
Hevdilên min! Di mijara ziman de û di her qadên jiyanê de, tiþtekî pir mihum heye û ew jî ev e: Di jiyana kes, malbat, tevger, civak û netewan de, xwestek û daxaza tiþtan pir mihûmin, lê a herî mihum ew e ku hûn ji bo bidestxistina xwestek û armançên ku we ji xwe re kiriye xwestek û armanç, xwedî hewl û tekoþîne bin. Heke hun tenê bixwazin, lê ji bo daxwazên xwe tênegoþîn, de hûnê çawa bigihêjin daxwaz û xwestekên xwe û di daxwazên xwe de, serfiraz û serkeftî bin?.
Beguman rewþa me ya diwarê ziman de, diþîbe bersiva pirsa jorîn. Çi ye ev bersiv? Em di xwestina tiþtan de, xwe pir xwurt û zana dibînin. Li naven de Enqere û her wiha li gelek deverê din, daxuyanî li ser daxuyaniyan didin çapemediyê û ji hukumet û rayedarên Komara direwîn û virekan daxwaz dikin ku ew zimanê me, bi taybet li kurdistanê û her wiha li tirkiye wek zimanek fermî bibînin û bipejîrînin. Baþ e, hatanî vir pir baþ e. Em hevdilên zimanê kurdî ango kurmancîhezên ku bi gor gelek kesan "nijadperest" xwedî yê van daxuyaniyan pîroz dikin û bejna xwe ji bin lingên xwe hetanî ser serên xwe, li ber wan ditewînin. Lê divê were pirsîn ka gelo ew kesên ku van daxuyaniyan didin û daxwaza ziman ji Komara direwîn û virekan dikin, di yek civin, kongre û konferansê xwe de, jêçêtirgirtina xwe li kêjan zimanê dikin? li zimanê kurdî, an li zimanê tirkî?
Beguman û guman jê re nîne ku ew kesên ku em niha behsa wan dikin, bi yek gotinek jêçêtirgirtina xwe li zimanê tirkî dikin. Ma îja welê dibe? Ma bivî þeklê cidiyet û þopandina daxwazan dibe? Elbet nabe û divê em êdî dev ji xapandinê berdin û xwe nexapînin. Beyî ku em tiþtên ji dijminê xwe dixwazin, divê berê her kesî em bi xwe mesuliyêt û erkên xwestekên ku em dixwazin di jiyana xwe de bijîn û bidinê jiyandin
Xwendevanên hêja û hevdilên min? bi minasebata vê nivîsê, ez dîsa beng û daxwaza xwe dubare dikim. werin dev ji xemsariyê berdin. Daxwaza ziman tenê bi gotin û xwestinan navê û naçe serî. Dibe ku mirov di despêka fêr bûna ziman de, hinek aciz bibe. Lê heke mirov xwedî baweriyek xwurt û ji xwe bawer be, navber nede xebatên xwe, ez dikanim bi dilek rihet ji were bibêjim ku hûnê di mudetek pir kin de, zimanê kurdî pir baþ fêr bibin.
Bi heviya fêr bûna zimanê kurdî, ez we bi dilên xwe yê dilþuþe silav dikim. . 13. 07. 06. Firat_Mîrqasimlo
|