|
TE HEZ DÝKÝM
“Ber ku tu gerîlla yî”
Polat CAN
polatcano@hotmail.com
“Tu hîç ji wan bawer neke, piþta xwe nede wan û hêviyan ji wan neke, xapandina wan pir qirêje, goh neda gotinên wan û di rêya xwe de biçe, bi wan re neçe, tenê biçe û zû biçe…”
Þîretên kalê Ereb yên ji min re berî gelek salan kirî, dema me hevudu di rêya beyarên germ ên çolistana bê av de dît, em bi hev re ketin rêya berve welatê þîn, welatê bi av û welatê çav reþan. Di rê de kalê Ereb ê ku diran di devê wî de nemabûn, piþta wî xûz bibû, bênahiyên wî kêm bibûn, goh giran bibûn û nedikarî bi asanî bimeþe, êdî ew ji rûpelên roznameya rojgarê hatibû avîtin, lê yek tiþtî ew li ser linga hîþtibû, di nava koma hestîk û çermê wî yê qermiçî de bayê jînê mabû. Min ew nepenî ya di mayîna wî ya li ser herdu lingan nedizanî û wêrekiya pirseke wisa jî, jê nekir.
Mêrê Ereb yê Kal, weku li yekî weke min ji zû va digeriya ta hemû xezîneya þîretan jê re bibêje, lê dema ku ew þîretên li jorê ji min re kir, dilê mi keliya, kelgirî kete nava qirika min, firmêskeke sêwî bi germî xwe berda ser henarûkên rûyê min, wê demê min xwest bi dengekî bilind, bi hêrs û kerb lê vegerînim û jê re bibêjim: “ Na Kalê Ereb! Na, ev dunya evqasî xerab nebûye, mirov evqasî neketine, hîn baþî ji cihanê xelas nebûye û hîn jî hevalên ku ez bi wan re bimeþim jî hene”. Lê min nedixwest bêrêziyê li hember kalekî li ber diriyê mirinê ye bikim, lewma jî mi bidengî hilbijart û bixwe re ketim nava sermeda galegalên kûr.
Newîla hate bîra min, her ku tê bîra min rûyê wê her tim bi ken, hin caran jî rûyê wê yê xemamî yê xemgîn xuya dibû. dengê wê yê nizm mirov digot qey di nava olgehekê de dipeyîve û naxwaze pêlên dengê wê aramiya kevir, buxur, oldar û kevalên nebatî xerab bike.
Newîla her roj bi þiklekî dibe, hin caran rûyê wê sor dibe, taybetî jî dema westa be, hin caran spî, hin caran jî esmer, lê rewneqa çavên wê her weku xwe dimîne, çavên miþt ken, hêvî û dilpakî.
Dema Newîla hate bîra min, gotinên Kalê Ereb weku pîrhebûkan kirin qîje qîj û xwe berdan nava kûnên xwe. Kevala Newîla li ber çavên min Kalê Ereb xûztir, pîrtir û lawaztir nîþan da.
Newîla niha jî li dereke dûre, ew her tim û weku her caran xemilandiye, li dora nava wê kemberê þîn, ê bi narincokan xemilandiye, kefiya wê ya bigulî li ser milê wê weku weku taraya bûkên xewnan bû, porê wê bi hedarî û þarezayî hatib3u þeh kirin, keziyeke biçûk ji nava serê xwe paþva berda bû, þal û þapikên wê yên çiyayî, bejna wê a zirav dirêjtir xûya dida, ew bibû weku bûkên perî û cinan. Her kes ji Newîla hez dike, her kes dibe evîndarê wê, her kes ji Newîla rûken re helbestan dihûnê û pexþanan dinivsîne… mirovê bextawer ewe ku wêneyek Newîla bi dest bixe. Newîla ji wêneyan pir hez dike, wêne kêþandin ji re bûye weku derd. Wêneya Newîla ya herî xweþ jî, li ber kenara çem, di bin darên çinarê, li ser pelên sor, zer û mor ên weþiyayî, û tev çeka xwe girtibû ye. Her kes jê hes dike, hin wê nas nakin, lê wêneyên wê mezin kirine û li mala xwe xistine, dema wêneyek ji kovarekê hatibe qutkirin, wê demê baþ bizanibe ku ew wêneya Newîle ya ye.
Newîla her kes jê hes dike, ji ber ku ew gerîlla ye, ew elbestên payîzê ye, kulîlka buharê û ava nîsanê ye.
Dema ku wêneya Newîla êrîþî mejî û hizriên min dikir, ez dikeniyam, dilê min þad dibû û pêlên lerzînê diket nava canê min. Lê kux kuxa kalê Ereb ez ji nava xeyaln derxistim û dîsa þîretên xwe dûbare kirin “li wan gohdar neke, ew te dixapînin, tu mirovekî dilpakî, tu yê winda bikî, lewma jî xwe dûr bixe ji her kesî, bawerî nede wan, li ser xaliyê wan rûnene, ewna gora te dikolin…” Min digot qey ji devê Kalê Ereb pîrhebûk, dûpiþk, gumgumuk û çirçirok dibarine, her di nava kevala wî ya reþ û tarî de xeyala Newîla dihat ber çavên min û dibû qîj qîja wan kêzikan, diriviyan xwe ber didian nava rî û simbêlên Kalê Ereb, wêneya Newîla ronaktir diyar dibû, lê kalê Ereb hêza xwe kom dikir û devê xwe ji barandina kêzikan û pîrhebûkan re vedikir. Te digot qey di navbera wêneya Newîla rûbiken û kalê Ereb de þer heye, lê ku tu rastî biwazî ew her du jî tûnebun!
Kalê Ereb dîsa þîret kirin: “ Tu hîn ciwanî, dev ji wan berde, karê xwe, jiyana xwe, çareya serê xwe binêre, tu yê pêþkî Newîla û yên weku wê. Ez mirovek amojgarim, li min gohdarî bike tu ziyan nabînî…”
Lê dîsa jî wêneya Newîla ji nava destên min derket û li ber çavên min ên westiyayî çû û hat. Gotin wê kêliyê hat bîra min, ew jî : “Ez ji te hez dikim, ber ku tu gerîlla yî” min ev gotina xwe bi dengekî nizim dûbare kir, her car jî dengê min bilintir dibû, êdî gotina min bû qîr, bû ken û bû girî, bû baran, bû helbesta payîzê, navê wê “ Ji te hez dikim; ber ku tu gerîlla yî”. Kalê ereb bi xemgînî serê xwe hejand, dev ji min berda û rêya bi serê xwe domand. Jixwe rêya me jihevudu cuda bû, min berê xwe da memleketa Newîla rûbiken, kalê Ereb jî dest bi firotina kêzik, pîrhebûk û çirçirokan kir. |