|
Xwendevanên xwo þewîst û giyanpakên hêja! Beguman çîroka ku naha di destê we de û hûn dixwînin, çîroka kureke ji kurên dayika me ya pîroze. Ez. yanî Mîrza Þerevan. Yanî kureke wekî her kur û keçên dayika me ya xwedî keser û dîl girtî, bi destên zirbavan heviyên wî hatiye çirandin û dene ber bayê mirin ê, bes bes yekim. Elbet û bêguman, ev çîrok nebitenê vegotina jiyanek þexsiye. Hercend naveroka çîrokê birîn, kêf, xweþî û nexweþiyen kesiyek tîne ziman jî, lê di esasê xwe de rastiyek gelanperî jî radixe ber çavan û her wiha eþ û elemên me yên çivakî jî, dinav xwe de parastiyê. Fermo em bi hev re beþa duyemîn ya çîroka Mîrza Þerevan bixwîn in.
1..Piþtî hefteyekê mayîna li navenda polîsan ez derxistim pêþberî dadger. Tiþtekî pir balkêþ bû ku ji bo sahidiyê, du polîsên ku ez li kolana fomarayê girtibûm bin çavan, anîbûn. Bi þahidiya her du polîsan, dadger gûya min bi gul û guldanka di destên xwe de, xwestiye ku ez li polîsan bidim, salekê û heþt meh cezayê bendîxanê da min. Min got û pê re ji cêba xwe cixarek girt û pêxist. Piþtî çend bîn ji kiþandina cixarê, bi ser gulasmînê re vegeriyam, û:
2..Belê gulasmîn bîranîna min ev bû Min got: û pê re ew rojên dijwar bi hemû aliyên xwe ve, weke situka fîlmeke di ber çavên min de derbas bûn. Elbet û bêguman, bibîranîna wan rojên kirêt û kêliyên ku li min dibûn deqîqe, deqîqeyên ku li min dibûn saet, saetên ku li min dibûn roj, rojên ku li min dibûn hefte, hefteyên ku li min dibûn meh, mehên ku li min dibûn sal, hîç ji bîr û hizra min, jîndariya xwe kuta nedikir. Di gelek þêvên li vî welatê xerîb û di bin koxê xaniyê de ku tenê þahidê êþ, tirs û girînên min bû û ew tenê baþ dizane ku ka çawa xewên þevan li min diherîmîn. Gava ew rojên bibû sedemê neweþiyên kirêt û li ser her qurziyek cestên min birînên nejibîr vekolabû bi bîra min diket, ez bi dengekî xof, lerizî, hewar û nîþana tîkayê tê de hebû ji xewê vediciniqîm û peyva min a yekem dayê bû. Belê ez di çîk reþiya þevên malwêran de, li rihma dayika xwe digeriyam. Lê çi heyf e ku min êdî nedikarî dayika xwe bixweþî bidîta. Bi alîkariya xwedayê mezin, Zirbavan ez hê di temêne min ê bîst salî de, ji ber paxil, cezeb û çokên wê girtibûn û berê li ser cestên min hemû cureyên êskencê ceribandibûn û piþtre ez kiribûm mehkûmê rêwiyên riya mirinê, riya xeribiyê, riya xerîbiya xopan û veneger. Wê jî ji ber rewþa nebaþan ji parçeyeke kezeba xwe tê de, xwe ranegirtibû û bi qirîza dil çûbû ser dilovaniya xwe. Bêguman weke her kesî min jî dixwest, belê min jî dixwest cara dawîn hînê nehatiye definkirin, xwe bigihênim ser û kefenê li cestên wê pêçayî vekim û serê xwe deynim ser paxila wê û:
Ka rabe yadê, ez hatim. Xeribê dilê te, hesreta dilê te, kezeba te, cîwanmêrê li ber dilê te yê kesertijî, stêrika li esmanê dilê te yê ev bû heft sal hêvîmirî, gula li dibîlîstanê dilê te yê tarûmarkirî, Mîrzayê te, berxê te hat. De rabe yadê! Ka te yê hîn ez ji vegera xerîbiyê pêþwazî bikirama û bi destên xwe cilên zavatiyê ji min re bidurîta. Ka te yê hîn bi destên xwe tiliya min a qilîçê hene bikira û me yê di govenda dewata min de, çepkî bilîsta û kilam li hev vegeranda. Ka roja berê ku ez bibûma zava, te yê ez cara dawîn li ber paxil û dilê xwe bikirama xewê û bi dest û tiliyên xwe yên pîroz, porê min miz bida û ji min re behsa kitekitên þeva ewil bikira. Ka te yê hîn ez li ser per û baskên dilê xwe yê þewitî bikirama û em ê bifiriyan nik nêçîrvanê pezkoviyan çiyayê þerevdina serhedê. Ka em ê bibana mêhvanê þivanên çiya û zozanên þerevdîna serhedê û me yê bi tevê wan bistra kilamên kal û bavan, guhdar bikira ji bilûr, tenbûr û gotinên wan efsaneya Evdalê Zeynikê, Mem û Zînê, Siyabend û Xecê. Ka te yê hîn di bin þehidiya stêrikên li esman ê pîroz de, kul û kesare xwe ya heft salan ji min re vebigota. Ka roja min xatir ji te xwestibû û te tayek ji nav porê min wergirtibû û di paxila xwe de, bi tinayeke mezin parastibû û te yê îadê min bikira. Ka te "saeta" roja ku ez ji bendîxanê hatibûm berdan diyariyê min kiribû û dema min ji te xatir xwest û ez ketim riyên mirinê, dîsa ji min wergirtibû û ji bo roja ku ez werim û bibin zava û te yê dîsa li ber þehîdiya hemû dawetvaniyan bixista milê min. Oy yadê!!! ka ez bê te tenê çawa bi serê xwe karibim xwe li hember fetlokên jiyanê biparêzim digot û çavê xwe dikuta pencerê û:
"Li min bibore yadê! Gotinên ku min heta niha li gel te par vekiribûn, hema ji binî ve direw bûn. Di her axaftinên me de, ji bo ku ez kulek, kesereke din nekim tûrikê te yê ji derd û kulan werimî, birîneke din li dilê te yê birîndar zedê nekim, rondikeke din li rondikên çavên te zêde nekim, þeveke din li þevên te yê bêxewn zêde nekim, li stêrikên esmanê dilê te yê vemirî stêrkeke din zêde nekim, min her rastî û zehmetiyên jiyana xwe ji te vediþart. Le ez êdî nikarin van direwan ji te veþêrim. Her çiqas tu êdî min nebihîzî jî, lê ez divê soza ku min dabû te bi cih binim. Nizanim! Bi bîra te tê. Roja ku ez ketim riya veneger, te deng li min kiribû "Mîrza Kurê min! tu divê sozek bidî dayika xwe. Cihê ku tu lê bijî çi kêf, xweþî, nexweþî û nerihetiyên pergên te bên, tu yê ji min re binivisî û bi riya postê biþînî." Mixabin yadê! li vî welatê biyanî tu rojeke xweþ nebû para min, min ji te re binîvîsa û te jî nameya min werbigirta û kêfa xwe bi der û cîranan re par vekira. Li min bibore ku min kêfek welê nekir para te. Lê belê ez ê dîsa soza xwe nexwim û ji te re, bes behsa çend rojên xwe yên xewrevok bikim. Her çiqas tu ji vê saetê û pê ve hewar, hesret û dengê min nabihîzî jî, lê ez ê hesret û jiyana xwe ya kesertijî, li ser baskên kevokan bikin û biþînin ser wê gora te. Ew goraku min hê nedîtiye. Ew gora ku min hînê du rondik ji çavên xwe di ser de nerijandiye. Ew gora ku min hînê axa wê hemêz nekiriye û di ser de nelorandiye. Ew gora ku tu ji min dizî û ez kirim sêwî, gerokê þev û rojan û pelgeheke hiþk a bêwate. Oy yadê!! Piþtî çûyina te, ez bûm gerokê þev û rojan. Di gelek þavên li vî welatê biyanî de, di mala xwe ya tîr û tazî, mala xerîbiye, mala xerîbiya xopan, mala derd û keseran, mala þahidê hewarê dilê min, du ode, du odê bingirtî û her odê weke ruhistinê giyana zindî min di nav pî û pêlên xwe de, geh li dîwarê çepê û geh jî li dîwarê rastê dixist, ne giyan ji min digirt û ne jî dihiþt ku ez bi aramî bijîm. Pirê caran di mala xwe ya tîr û tazî de, tenê dostek li nik min bû û ew dost jî cixara Firansî ya sor bû. Lê mîrat kambax ne ji min fêm dikir û ne jî dûkêla wî dibû bersiva hewarên dilê min. Pirê caran demjimêra li dîwarê odê daliqandî guh li êþên min nedikir û bi awayekî lez ber bi beyana sibê ve diherikî. Diherikî û bi beyana sibê re, tav ji rohilat hilayî bi tîrêjen xwe perda reþahiya li ser gerdûnê diqelaþt û hawirdor bi tîrêjên xwe dixemiland. Her wiha bi tîrêjên tavê re, dar û daristan, gul û kulîk, rûbar û çem û hemû heyî û jîndarên li ser rûyê erdê gerdûne xwe ji serma û qesema beyana sibê hildiweþandin û bi rûyekî aram û jîndar, xêr hatin li tavê dikirin. Li milê din jî, mirovên þevên bihorî bi kêf, eþq, sefa û sexsê li paþ xwe dihiþt û her yek bi awayekî perekende, li ser cihên xwe dirêj dibûn. Di þevên bihorî de, ew cestên tezî yên ku di hemêz, paxil, li ser bihûþt û qamîþan avjenî dikirin û di helehelkê de, axîn û ofe ofên ji nav dil û kezebên xwe dikiþandin û her wiha ew destên li nav pêsîr, qun û qorincan bi awayekî hostatî diçûn dihatin û nêçîra xwe pêk dihanîn cihê xwe ji cestên sar, dest, qun, bihûþt û qorincê westiyayî re dihiþtin. . Lê ez!! Weke her carî dîsa li ser kursiyê xwe yê çermikî bi sed melhezî û fikrên têkilhev, bi çavên xwe yên westiyayî û bi þêweyeke bêwate, li tîrêjên tavê temaþe dikir. Ji van rojan rojek û di mudeta temaþekirina li tîrêjên tavê de, ji niþka ve çûçikek wekî baya leza birûskê hat û li ser guliyê dara ku li nik pencerê alî derve bû lê danî û bi hemû qeweta xwe kir çive çîv. Çive çiva çûkê, hema diþibiya melodî û rîtma bilûrvanekê ku li bilûrê bixe, weke hewara dayikekê bi tesîr, weke muzîka kilamekî bi dûzan bû. Wisa aþkere dibû ku li ber çavê çûkê nîþana westanê hebû û per û baskên wê þil û baþ dixuyan ku ew jî weke min bêhevrê û bêhêlîn mabû. Çûka li ser guliyên darê, bi wan çavên xwe yên westiyayî li min dinihêre û mîna ku ji min re bibêje" Ho hevalo!!!!tu jî weke min ji refên xwe qetiyayî. Tu jî weke min ketiye nav dest, pî û pêlen çerxa gerdûna segbav. Tu jî weke min bûyî rêwiyekî di berf û bagera zivistanê de riya xwe wendakirî" û piþtre baskên xwe li hev dixist û ber bi cihekî din ve difiriya.
Belê yadê! weke çûkê ji digot: "Tu jî weke min bûyî rêwiyekî di berf û bagera zivistanê de riya xwe wendakirî" Bêguman min ne bitenê riya xwe winda kiribû. Her wiha ji mala te bi þênayî û qerebalix, ji mala te ya qor bi qor mêhvan diezimand, ji mala te ya li ser argûnê celeb bi celeb xwarin û vexwarin tê amadekirin, ji mala te ya li dîwarên oda notivên Kurdî û li erdên oda xalîçeyên ku bi wan dest û tiliyên te yên pîroz dihate neqiþandin jî hatibûm dûrxistin. Yadê.. nizanim! Bi bîra te tê. Dema ku me koçî wî bajarên mezin yê li welatê Roma Reþ kiribû, pê re xerîbî û penaberiya me jî dest pê kiribû. Di wan salên pêþîn yên xerîbiya me de, yek caran Apê Mihemed dihat mêhvaniyê û civat li dora wî dicîviyan. Te jî bi wê mirovheziya xwe, mirovên dihatin malê bi awayekî herî pak diezîmand û ji xwarinên ji aþxana herêma Serhedê, çaya qaçax û þekira Mûþê ikramê wan dikir. Piþtî xwarin û vexwarinê çîrok, bîranîn, kilam û serpêhatî di devên û lêvên van mêhvanan de, bi awayekî hostatî bi lêv dibûn û hetanî nîvê þevê didomiya.
Lê çi heyf e ku piþtî jihevbelavbûna mezin, xatirxwestina te ya ji dinê û qaþo di bin navê nûjêniyê de, me hemûyan piþta xwe da kevneþopiyên xwe û gelek caran jî me henekên xwe li rastî û taybetmendiyên ku me ji me ve li hember pergalên zirbavan parastibû, dikir. Ji ber vê hindê, sed mixabin di roja îro de, çu tiþt ji wan çîrok û bîranîn, apê Mihemed û kilamên wî, ew dawetên bi rojan dihatin lidarxistin û li milekî keçên kubar û li milê din jî xortên azeb û xweþik bi ser hev de vedigerandin kilamê dilan, ew xwarinên celeb bi celeb dihate amadekirin û li dawetvaniya dihate belavkirin, ew berbûk û vexwendiyên bi stranên xwe dawet û dîlan xweþ û geþ dikir, ew bûk û zavayên bi cilûbergên kurdiyên li ser xwe gav davêtin jiyana xwe ya zewacê, nemane. Belê yadê! þopangerên kevneþopiyên me her ku diçe kêm dibin. Lê wek tu jî dizanî, sozek di navbera min û te de hebû û ji bo ku ez mesûliyetên soza min dabû te di jiyana xwe de pêk bînim, te kilîda gencîne û pêmayinek ji bo min hiþtibû. Belê ji te re hezar û sed hezar car spas ku te kilîda gencîne û pêmayinek wisa ji bo min hiþt. Tu niha bêþik di gora xwe de binve. Ez kurê te me û ew kilît diyarî û emanetê te ye ji bo min. Ev emanetê te ji bo min hiþt, tenê ji min re dibe sedema sebir û teamûlê. Ev emanet zimanê ku te fêrî min kiribû bi xwe ye. Ew zimanê ku te pê ji min re çîrok digot; bi xwe ye. Ew zimanê ku te pê ji min re behsa serhildana Agirî û rêberê serhildanê Îhsan Nûrî Paþayê Milî û ligel wî Mendûh Selim beg û bi hezaran nefer û mêrxasên wê serhildanê dikir bi xwe ye / Ew zimanê ku te pê ji min re strana lawîkê metînî distra; bi xwe ye.
Belê yadê, vê gavê li mik min, bi zimanê ku te fêrî min kiribû, bi dehan pirtûk hene û hemû rastiyên ku te ji min re bi devkî digot; niha di van pirtûkan de heye û ez kîngê rêzekê ji van pirtûkan dixwînim tu, zanîbûn û þerazeyiya te tê bîra min û pê re axînek jî nav dil û hinavên xwe dikêþim û dibêjim "Xwezî yadê! xwezî tu niha li vir ba û te bi çavên xwe bidîta ew zimanê ku te fêrî min kirî çiqas pêþketiye, çiqas dewlemed e, çiqas þêrîn e, wek keçekî hînê dest lê nekêtî. Belê yadê! ew zimanê ku te fêrê min kirî, îro min wek te diparêze. Ew jî wek te, min di paxila xwe de diezimîne û dike xew. Ew jî wek te, her þev ji min re çîrok û serpêhatiyên welatê jibîrbûyiyan dibêje. Ew jî wek te, min ji tengasî û her celeb xirabiyan diparêze û ev rû û hinarikên min ê bi hesreta maçkirina te, maç dike. Ew jî wek te, her þev porê min miz dide û min di paxila xwe de aþ dike. Nizanim! lê ez gelek ji wî zimanî hez dikim yadê. Ji ber ku ez kengê bi vî zimanî biaxivim tu tê bîra min. Di her gotineke vî zimanî de, bîhna te digrim. Di her rêznivîsek vî zimanî de, jan û zehmetiyên te kêþane hîs dikim. Nizanim! lê eger bi destûra te ya xwedayî û dayikî be, ez ê ji îro û pe ve, ji zimanê ku te fêrî min kiriye re bibêjim yadê."
Belê ez ê ji îro û pê ve, ji zimanê ku te fêrê min kiriye re bibêjim yadê. Ez ê ji bo te, ji vê zimanê bi dehan torina çêkim. Xwestê ka te ew bû ku ez bizewiciyam û min bi kêmanî çend torina diyariyê te bikira. Bi gotina te, te yê navê zarokên min ê lawîn daniya "Bedirxan, Kamuran, Qasimlo, Siyabend û navê kêçikan jî " Zînê, Leyla qasim, Rûþen û leyla Bedirxan" Le weke tu jî zanî û çi heyfe ku piþtê êskenceyên giran yê li ser cestê min heta ceribandin, min hêza xwe ya zarok çêkirinê wendakir û mixabin ew daxwaza te jî pêknehat.. Li min bibore! Le eger tu jî qebûl bike? min dil heye ku ez ji zimanê ku te fêre min kiriye, çend torina diyarê te bikim. Navê ku te dixest tu li zarokên min bike, ez ê wan nava li gotar, çîrok û nivîsên xwe yên ku bi zamanê te fêre min kirîye û dinîvîsim , bikim. Piþtê her qedandina çirok û nivîsa, ez ê bibêjim fermo yadê! ha ji te re torinek. Tu qe xema nexwe û bêþîk di gora xwe de binîve. Torinên ez ê ji bo te biafirinim, dê bifirin esmên û ji wir bi tirêjên xwe axa ku li ser gora te ye biqelêþînin û ew e werin di paxila te de, binîvin. Di paxila te de mezin bi bin. Di paxila te de, bikenin. Di paxila te de bigirin. Tu yê wan weke min di paxila xwe de, biezimîne, porê wan miz bide, rû û rûcikên wan maç bike.
*** Belê li berderê bîraxana yewnan, li ser masa hesinî û bi teva gulasmînê, ez hê di nav van xewn û xewnjîn û di bin tesîra jîna xwe ya kesertijî û tesîra wan rojên dijwar û kirêt de diramiyam, bi dengê telsizekê re vecîniqîm. Gava min çavê xwe vekir, sê reþayî hema rast li ser serê min weke ewrên reþ, tarî, mij û dûmanek girtibe, radiwestiyan. Ji bo ku ez wan baþ ji hev derxînim ka kî ne, min bi destên xwe çavên xwe miz da û piþtî çend kêliyan ez têgihîþtim ku polîs in. Hema hema her sê jî diþibiyan hev. Rûyê wan gilover, tijî û çavên xwe çîk hêþîn bûn. Rengê ûnîformayê li ser wan kesk û di destê wan de telsizên ku min tu car ji dengê wan hez nedikir hebû. Ji wan yek nêzî min bû.
Tu kî yî û li vir çi dikî?
Peda xwedê li ser we be, hûn bi xêr hatin e.Ma hûn ê rûnenên. Ka kerem kin, rûnen. Em qasek biaxivin.
-Em nehatine li nik te rûnên û bitere biaxivin.
Wa, nexwe lo! Ma hûn hatine çi? Min got: û piyala þereba sor ya dagirtiya di destên xwe de, ber bi wan ve dirêj kir û:
-Ji xêrhatina we re, noþ. Her çuqas ez ji îniforma û telsizê di destên we de hîç heznekim jî, lê mêhvan ezimandin û rûment lê girtin, pêgirteke azbeta min ê. Hûn bi xêr û xweþî hatin û ji bo tendurîstiya wê noþ, noþ, noþ.
-Temam heyran, bila wek te be.
-De ka ji kerema xwe, rûnên. Min dil heye ku ez ji we her yekî re, piyalek þeraba sor îkram bikim?.
-Na, hewce nake. Tu kî yî?
-Ez?
-Belê tu?
-Ez! welle wekî tu jî bi wan çavên xwe dibînî, însan im. min got: Ma qey we ez çi hesibandim??
-Hii! zimanê te pir dirêj e ha, wî got: Tu divê bi me re hetanî navenda polîsan werî?
-Çima! Ma min çi qebehat kiriye ku ez bême navenda polîsan?
-Tu vê dikana zêrfiroþî dibînî?
-Belê, ma çi bûye bi dikana zêran?
-Îro pîþtî nîvro, li vê dikanê zêr hatine dizîn û li gor agahiyên ku me ji karkeran wergirtine, diz diþibe te.
-Wa! diþibin min! Çawa! Ku dera wan diþibe min?
-Bi gorî gotegotan rî, por û simêlên wî jî wekî yên te li sitûyê hev sarbûyî bûne.
-Wîî!! welle min we baqil dizanibû. Min got: Rî, por û simêlên lawê xwedê "îsa" jî heye, ma gelo "îsa" jî diz bû?
Di guherînên rû û rûçikên wî de, welê dixuya ku ji gotinên min ên dawîn pir aciz bûbû û lewma bi dengekî berz "Ma tu xwe çi dihesibînî gemaro! îsa lawê xwedê ye û divê tu hay ji gotinên xwe hebî. Berî ku biaxivî, tu divê gotinên xwe bipîvî û wisa biaxivî. Rabe em diçin û van gotinên xwe yên vala jî ji xwe re veþêre.
- Wa ez niha vala diaxivim! Hiii Baþ e, em dikarin biçin… Lê hûn divê baþ zanibin, ku hûn ne baqil in. Hûn jî hema mîna wan mislimanên qûnneþûþtî ji fêmkirin û qîmetdayîna vîna însan bêparin.
Min gulasmîn parast û em rabûn û ketinê rê. Piþtî bîst deqîqa me xwe gihand nik navenda polîs. Navenda polîs li cihekî tenha û bi çar aliyên xwe, bi darên qaj û cûreyên din yê darikan ve hatibû xemilandin. Li alî rast û çepê avahî gul û kulîlkan zikê axê qelêþtibû û her yek weke keçên xama bi delalbûna xwe ahangeke zor xweþ û hêjayî temaþekirinê, radixistin ber çavan. Gava çavê min bi gul û kulîlkan ket, ez rawestiyam û xwe bi xwe" îhtimal e ku ez ê çend saet an jî çend rojan li vir bimînin û teqez wê gulasmînê ji min biqetînin. A herî baþ ew e ku ez ji van gulan yekê bigrim ba xwe. Eger van kûçikbavan ez avêtime hucreyê, hema bi kêmanî bila ew li nik min be ku ez pê hewaniya xwe bînim" got: û bi awayekî lez û bi gavên mezin ber bi gulan ve çûm. Û tevê xwesteka min a wergirtina gulek ji nav gulan, min dil hebû ku ez xwe hema çend kêliyan di nava gul û di bin siya daran de dirêj bikim. Min hîn xwe negihandibû cihê gul û dar lê ne, bi dengê berz yên polîs re, ne bi dilê xwe be jî di cihê xwe de rawestiyam.
-Hey zilamê terodîn, tu bi ku de diçî?
- Tu van gul û dara dibînî! Min got: Ha ez diçim nik wan, te niha fêm kir?
-Na, tu nikarî biçî nik gul û daran. -Çima! ma milkê bavê we ye ku ez nikaribim biçim?
-Belê, tu çawa fêm dikî bila wek te bî. Li vir zagonên me hene û tu divê rûmet li zagonên me bigrî
-Wa zagonên we! nexwe ev heyiyên xwezayê ne û çawa ji bo te ye, wisa jî ji bo min e. Min mîna ku hiþyariyên wan li min kiribû nebihîstibe, wer bi awayekî ji xwe bawer çûm li nik gulan rawestiyam û min guleke çîksor a nû biþkivî ji nav gulan girt û xiste cêba sakoyê xwe û dûvre vegeriyam ba wan.
-Em dikarin rêya xwe bidomînin, Min got: Her sê polêsên ez dibirim bersiva pirsa min nedan û hema wer bêdeng mîna qayê zexel dane pêþiya min û em ber bi hundir ve çûn. Piþtî me xwe gihand hundir, ez birim qata çaran û li odeke teng û bingirtî dame rûniþtandin. Li odê maseyek textika sor û li çar aliyê wî jî kursiyên çermikîn hebûn. Li çar aliyê masê û li erdê odê dosya û kaxizên bi nivîsên rengereþ û rengesor wer perekende xuyadibûn. Mirov digot qey ne odeye, hema kadîn e. Bêyî ku tiþtek bikim, min gulasmîn danî ser masa li pêþiya xwe û rast li ser kursiya li nik xwe rûniþtim û bi çavên xwe yên xwestiyayî welê binugerî û hinek jî bitirs li tevahiya odê mêzand. Ya rast tu tiþtek ji vê rewþa ku ez li bendê nebûm û pergî min bibû, nediket serê min. Bîn li min çikiya bû, ez hîn bêbîn dihîþtim. Dilê min ê tenik her ku diçû teniktir dibû. Bi vê bûyara ku ez qet li bendê nebûm û pergî min hatibû derdekî din, kesereke din, li tûrikê jan û kulên min zêde kiribû. Jixwe ji mêj ve jan û keser bibûn heval û hevriyên min. Min êdî gazin ji fetlokên jiyanê û qedara reþ ya felekê kiribû para min, nedikir. Ma eger min bikira dê çi fêdê xwe heba! Ji mêj ve bû hemû deriyên hêvî û keserparvekirinê li rûyê min hatibûn girtin. Min di gelek þêvên dirêj yên li vî weletê biyanî de, li mala xwe ya tîr î tezî de, berê li ser kursiyên xwe yên çermikî weke mêvanekî rûdiniþtim û dûvre radibûm diçûm li ser kursiyên darikî yê min ji xwe re wek kursiyê xwedîmalê dihesiban pal dida û min çavê xwe dikuta kursiya çermik ya çend kêl berê weke mêhvan lê rûniþtibûm "û pê re diaxivîm. Belê ji ber bêçariyê min xwe wek du însan didît. Geh dibûn mêhvan û min guh li keserên xwe dikir û geh jî dibûm xwediyê malê û min êþ û kulên xwe ji kesayeta xwe ya min wek mêvan didît re parve dikir. Lê ev curê metodê min ji bo ku ez xwe ji hîsa tenêtiyê rizgar bikim hilbijartibû, ji binî ve têra çareseriya xwetenê dîtinê nedikir. Ez radibûm û li riyên nû digeriyam. Piþtî çend vold dayina xwe ya li nav malê, min çavê xwe dikuta pêncerê û li dinya piþta wî difikirim. Difikirim û min baþ hîs dikir ku ji xeynî min, hemû kes di nav kêf û xweþiyê de digevizin. Min baþ his dikir ku ji xeynî min, hemû kes li bar û lotikxanan di milê jinên spehî de bûn û bi awayekî þadî û bextewarî þeraba di qedehên xwe de dibirin ser lêvên xwe û dadiqurtandin nav hinavên xwe. Min baþ hîs dikir ku ciwankeç û ciwanmêran, bi lêvên hev dimijiyan û gotinên þadiyê pêþkêþî hev dikirin. Belê min baþ hîs dikir ku ez jî wekî welatê xwe tenê me û ev tenêbûn ji mêj ve bi destên deshilatdaran ji me re wek qederekê hatibû destnîsankirin. Û bêguman encamek ji encama vê qederê bû ku ez li nik navenda polîs bûm. Min çavê xwe yê ew çend bû li seranserê odê digerand vekêþan û rast ber bi erzemînê ve vegerand û xwe bi xwe "Ma lawo ez ev çî! Ew polîsên çavhêþîn çima ez anîm vê dûjehê! Ma lawo jixwe jiyana min her dûjehiye. Xwedêyooooo!!! tu vî cihî neke para kujerê bavê min. Ez û vir? tobe tobe! "
Ez hê di nav van pirs û fikrên tevlihev de bûm, yek ji deriyê pêþin ê odê kete hundir. Yekê dirêj ê bêsimbêl û her wek yên din çavhêþîn û rûtirþ.
- Bi dengekî berz- Mîrza tu yî?
-Belê, ezbenî.
-Hiii ezbenî! mirovek wekî te jî dizane bibêje ezbenî?
-Çima te ez çi hesibandim?
-Welle nizanim! lê mirovên bîna diziyê ji we re û di ser de jî di nava gemariya simêl û rî da be, mirov nikane gotinên "ezbenî" û yên weke wî ji bipê.
-Wa! niha min ji xwe û ji kesayeta xwe fedî nekira, min ê bi çend gotinan bersiva te bida. Min got: Dizê herî mezin hûn in.
-Wey hevalên min neþaþ gotine; rastî jî zimanê te pir dirêj e. Te ev gotin ji kî dizî ne?
-Nexwe ew gotinên min in, ne ku min ji yekê dizine.
-Hiii! baþ e, mabesta te ya "Dizê herî mezin hûn in" çi ye! tu dixwazî çi bibêjî?
-Belê, dizê herî mezin hûn û hevpeymanên we ne. Ev bû heþtê sal e ku hûn û hevpeymanên xwe diziya me dikin. We ne tenê zêrên me dizî ne, her wiha hemû heyiyên me jî, bi destên we hatine dizîn.. Vêga jî mîna ku qet tu tiþtek nebûbe, tevdigerin û di ser de me tewanbar dibînin. Min got: Tu niha têdigihêjî ka ez çi dibêjim?
-Na. Çi eleqa hevpeyman, diziya zêr û heyiyên we bi mijara me disekine. Rast jî te mejî li nav hev xistiye. Dev ji wan gotinên xwe yên beredayî berde û bersiva pirsên ku ez ê niha bikim, bide.
-Baþ e, pirsên xwe bike. Lê jibîr neke ku eger ez îro li vir li nik te me, ev jî emcamek ji encamên dizibûna we ye.
-Min got dev jê berde.
-Çima!! Hûn evqas ji rûbirûmayina rastiyên xwe ditirsin?
-Navê xwe bibêje, dev ji van gotinan berde.
-Navê te?
-Mîrza
-Paþnavê te?
-Þerevan
-Tu Tirk î??
-Weeyyy çima! Ma qey li vê dinê ji xeynî tirkan milet, netew tune ne? Min got: Min pir meraq kir ku çima te hema di serî de ez wek tirkekî dîtim?
-Rû, rûçik, reng û girêdana te diþibe tirkan.
-Nexwe. Ma hûn hemû mirovên rengeqemer, por û çavreþ tirk dihesibînin çi? Min got: Gotinên qasek berê niha min ji hevalên te yên ku ez anîme vê derê gotibû; ji bo te jî dubare dikim. "Min hûn baqil dizanîn, lê mixabin hûn ehmeq in" Eger we jî devê çend pirtûkan vekira û bixwenda, we yê ev pirsên ku ne li cih in nekirana…
-Tu ji kîjan neteweyê yî?
-Elbet ez ji xwedî ziman, edet û axekê me. Lê bi kêmanî ev bû hêþtê sal e ax, ziman û edetên min di bin zilim û zordariya we dizan de ye û ji van dizan yek ji deshilatdarê weletê te ne. Lê tu eger di warê fermî de pirs bikî, pasoporta min di destê te de ye, li rûpela sisiyan binêre di wir de dinivîse ka ez hevwelatiyê kîjan dewletê me?
Polîsê çavhêþîn wekî ku ji gotinên min ên dawîn aciz bûbe wisa bi hêrseke mezin li rûpelên pasaporta di destên xwe de nêrî û dûre "ka li vir der heqê hevwelatiya te de, tiþtek nanivîse. Tenê hatiye nivîsandin ku tu hevwelatiyê tu dewletê nîn î."
Rast e, ez niha hevwelatiyê tu dewletekê nîn im. Min got: Berî niha heþtê sal bi hev kariya Brîtanya, Fransa û bi kêmanî jî be welatê we û Tirkan pê li vîna me kirin û welatê me di nav çar dewletên rojhilat de, dane dabeþkirin. Ji whe rojê û hetanî roja îro, her roj em kuþtin, mal û milkên me dizîn û tevî vana di dawiya dawîn de, me ji hevwelatiya xwe jî avêtin. Ya rast ew e, ku min jî hevwelatiya wan a bi darê zorê bi min dabûn qebûlkirin, nedixwest. Ji xwedê re hemd û sena be ku wan ez ji hevwelatiya xwe avêtime.
-Piþtî van gotinên min, polîsê me hinek bêdeng ma. Serê xwe kire ber xwe û çend kêliyan welê bêdeng fikirî û ji niþka ve "tu qehweyê dixwazî?
-Welle nizanim! Min got: Bi gorî we ez dizim. Eger diz jî zanibe qehweyê vexwe, êêê! wê demê ez jî dizanim. Ji kerema xwe.
-Belê, çawa! Diz jî însan in û mafê wan ê jiyan, xwarin û vexwarinê heye.
Çawa! Yanî tu hînê min diz dibînî?
-Mixabin ez naxwazim bibêjim tu diz î. Lê em mecbûrin ku der heqê we de, lêpirsînekê çêkin. Tu diz î an jî ne diz î, wê pistî lêpirsînê zelal bibe.
Di vê navê de polîsekî qehweya ku hatibû xwestin anî û me qehwa xwe vexwar. Polîs wisa di bin çavan de li min dinêrî. Diyar bû gotinên min hinek tesîr li ser wî çêkiribû. Qet nediaxivî. Bi ewraqê di dest xwe û bi yên li ser masê re mijûl dibû. Cixarek pê xist û jê çend bînê kur kiþandin nava kezebên xwe. Rû û rûçikên wî yê lezeke berê meriv ditirsan, xwe ji ken û xweþahiyê re hiþtibû. Di wê navê de min riya tuwalêtê jê pirs kir. Bi destên xwe milê cepê ravî min da û bi rûyekî biken "tu nerevî ha" Min lê vegerand "Xema nexwe. Tu divê ji min bawer bî, ez ne tewanbar im ku birevim. Dilê min paqij û hesabên ku ez nadim nîn e" Min sakoyê li ser xwe derxist û danî ser kursiya çermik û ber bi tuwaletê ve çûm.
Ez gava ji tuwaletê vegeriyam oda polîs, du polîsên din jî hatibûn odê. Min ew nedinasîn. Ji wan yek li min vegeriya "ew dizê behsa wî tê kirin tu yî?”
-Belê mixabin, lê ez ne diz im. Min got: Ew cihê dikana zêrfiroþ lê ye, hema wek mala min a duyê ye. Ez her êvar diçim li ber derê wê bîraxana li nik dikana zêrfiroþ rûdinim û dikandarê li wê sûkê hema ekserî hemû min nas dikin. Lê min ev rastiya xwe bi kesî neda fêmkirin. Ez ne diz im, vê bizanibin.
-Polîsê nûhatî biken, ez te nas dikim. Rast e, tu hema hema her êvar li wê sûkê ye. Gelo tu her êvar çima tê û bi saetan li wir rûdinî?
-Ji ber ku ez xerîb û penaber im. Min got: Eger li welatê xwe bam, ez ê ne li ber bîrexaneyekê bi saetan rûniþtama. Min ê jiyan û demên xwe, di dawet, kêf û þevbuhêrkên de derbas bikira. Lê nizanim! niha dibe ku wan gotin û hêstên min, ji bo we tu mane û wateya xwe tunebe. Lê devê tu caran neyê jibîrkirin ku ancax penaber ji rewþa penaberan bizane. Ancax mirovên bênasname ji rewþa bênasnameyan bizane. Ancax mirovên bêwelat ji rewþa bêwelatiyan bizane. Ez serê we neêþînim. Ka hûn ji min çi dixwazim, bibêjin. Ez dixwazim di demeke zûtirîn de, ji vir herim. Niha mala min, pirtûkên min, li hêviya min in. Ev bû du þev min devê pitûkên xwe venekiriye. Niha çîroka Ceîse dê, lawikê berxvan û helbestên Apê Osman Sebrî li heviya min in. Ez divê wan nedime sekinandin. Ez divê herim. Ez ne diz im.
-Tuyê heta sibê mevanê me bî. Sebir ke bila bibe sibe.
Piþtre ez birim avêtim hucrekê. Piþtî heþt salan vêca li welatekî xerîb, ez mêhvanê hucrê bûm. Min hucre dinasî. Ji ber nasnama xwe, ez li welatê weledê "Goza Turek" çend caran hatibûn girtin û tevî ku êþkenceyên giran hatibûm hucrekirin. Sê aliyên hucrê dîwar û alî pêþîn jî bi hesinên zirav li hev anibûn. Cihek welê bîn girtibû, meriv bi rihet bikanîbû diþibiya gora miriyan. Di hucrê de, tuwaletek û tevê ranzeyeke gemar a ku jê bîhna kûfikê dihat hebû. Di navberekê de, min dil kir ku xwe li ser wê ranzê dirêj kim û hinek bîhna xwe vedin. Lê di navenda doþekê de, gol bi gol lewt hebûn û ewende gemar dixuyan, ku dilê min anî devê min. Min li hember wê gemarê nema xwe ragirt û pê re veriþiyam.
Bi veriþandinê re, dayika min û ew mala wê ya têr u tijî ku tê de deh qat mivînê razanê hebûn, bi bîra min hat. Min xwe li hember hestên xwe ranegirt û pê re giriyam. Rondikê ji çavê min hema weke barana meha Gulanê welê bêrawestan di ser hinarikên min de, xwe ber bi erdzemînê ve berdan. Min axîneke kûr ji nav dil û kezebên xwe kiþand, ji cêba xwe tûtina xwe derxist, libek pêça û bi têra dilê xwe kiþand.. Lê ne dûkêla cixarê û ne jî rondikê çavê min, nikanibû agirê ku li dilê û hinavê min peydabûbû vebimiranda. Þewata ku li cestê min her ku diçû zêde dibû. Di wê momenta þewatê de rondika çavê dayika min, hate ber çavê min. Belê rojên ku min ê êdî xatir ji mal û malbatê bixwesta û berê xwe bida welatê xerîb, ez bûbûm þahidê histêrên çavên wê. Wê jî wek her dayikekê bi hêviyên mezin, ez mezin kiribûm. Wek her dayikekê xwestekên wê jî ji min hebû. Gava ez hîn zarok bûm, pirên caran serê min dida ser çokên xwe û bi rihm û hezkirina dayikî porê min miz dida û digot:
'Lawo me jiyana xwe di nav xizanî û belengaziyeke pir dijwar de derbas kir. Hayê me ji dinê tune bû. Dinyaya me tenê gundê me bû. Me jiyana ciwanî nedizanî. Tê bîra min ez hînê sêzde salî bûm, li mala kalê te her roj qor bi qor xwazgîniyên min rûdiniþtin û ez dixwestim. Xelkê gund ez wek keçeke li ber zewacê dihesibandim. Lê min ne mêr û ne jî zewac dizanî. Rojek ji rojên hevînê, ez ji ber siwalan hatibûm. Wisa birçî bûbûn ku zikê min ji ber birçîbûnê dikir qure qur. Bi hêviya xwarinê, min berê xwe rast da xaniyê malê, ku herim û li wir xwarinê bixwim. Qet ji bîr nakim, dapîra te hema hema her roj xwarina savar-bilxur çêdikir û eger heba çeqilmas jî dida ber û bi me dida xwarin.. Wê rojê jî min dîsa bi xeyala xwarina bilxur û vexarina çeqilmasê xwe gihand nik xaniyê malê. Gava ji derê xaniyê mala ve ketim hundir, li hundir çend jinên min qet nedinasîn li nik dapîra te rûniþtibûn û bi hev re diaxivîn. Dapîra te ji jinên li nik xwe re got: "Keça ku hûn dixwazin ji xwe re bikin bûk ev e. Meyrema min ev e." Gava dapîra te ez bi wan dame nasîn, devê jînên li wir wer bi deh gezan vekirî ma û hema bi çavekî mirov sewala begem bike, li min nihêrîn. Min tu tiþt ne ji dapîra te û ne jî ji wan jinên diþibiya zebaniyan fêm kiribû. Ez wer devvekirî man. Ji nezanîbûn û tênegihêþtina wê rewþê,hetanî xwedê qewet da, min ji xaniyê malê bazda der. Li der ez bi têra dilê xwe giriyam û min rast berê xwe da goma berxên virnî û di eynî wextê de ew hevalên min ên çola û zozanan bûn.
Min di vir de, gotina wê dibirî û:
-Yadê çima nik berxan, ne cihekî din? Taybetiya berxikan çi bû, ku te ew ji xwe re hildibijartin?
-Ax kurê min, kesekî guh li gotin û xwestekên me nedikir. Li ba wan ha miyek ha em, tu ferq nedikirin navbera me. Hilbijartina min a berxikan jî,ji ber vê rastiyê bû. Qedara me jinan, berxan, miyan û cure heywanên din diþibiyan hev du. Her çend em xwedî ziman, aqil û mejî bûn jî, lê ji ber rastiya çivaka me ya girtî û pergalên sitûr yên malbatê, em bêziman, bêmejî û ji bidestxistina mecalên ku em karibin bi dest bixin û hindav bidine jiyana xwe, bêpar dihiþtin. Ji ber vê hindê, tiþtên ku min nedikanî li nik mal û der û cîranan bigota û pevre bikira, li nik berxan bi dilekî rihet û bêþik dikanîbû par ve bikira. Her çendî ew bêfam û nediaxifîn jî, lê bi kêmanî guh li mirovan dikirin û ya herî mihûm jî, ne zorbek bûn. Min kilam êþ û elemên xwe bi wan re, parve dikir. Wê þevê jî hetanî saet duwzdehê þevê ez li mik wan mam. Dapîr û bapîrê te li min geriyabûn. Ez ji der û cîranan pirsibûm, lê tu encam wernegirtibûn. Di dawiyê de aqil kiribûn ku ez li goman,li nik berxikan im. Li gomê min serê xwe kiribû nav her du çengên xwe û bitirs û xofeke bêpayan diramiyan û pê re diricifîm. Di navekê re çirinî ji derê pêþiyên goma hat. Min ji ber ku dîzanî ew in, ez qet netirsiyam. Di destê dapîra te de, çira pêxistî hebû û rast hate ser min. Pê destê min girt û got: "Meyrema min, gelek kes te dixwazin û êdî dema mêrkirina te jî hatiye." Ji bo ku min îkna bikin û ber bi dilê min bidin, "Ka binêre keça filankesê, keça bêvankesê derî li qismetên xwe girtin û di dawiya dawîn de, di mal de man. Tu divê bi ya me bikî ku me tu daye mêr. Wê hefta pêþîn malxwezîranên te werin þêrîniya te. De rabe tu niha birçî yî, em biçin mal"
Bi bîranîna dayik û gotinên wê re, ez wer di xew re çûbûm. Gava min çavên xwe ji xewê vekirin, min fêm kir ku ez di xewa þêrîn de, dîsa ketime nav xewn û xewnjînan. Tevliheviya xewê ez sergêjî kiribûm. Serê min welê diêþiya ku hema mîna bi dehan kesan di mejiyê min de govend qirtibin û ji ber reqsa lingên wan, mejiyê min li bin guhê hev bikeve û jê êþek nedîtî li cestê min belav bibe, diêþiya. Hema wer dewxa min çû, ez bêquwet mam. Ez þikestim. Hemû tiþtên li ber cavên min reng guhart û ez bûm wek miriþkekî serjêkirî û perpitîm. Tayekê xwe li bedenê min pêça. Li min sar bû. Hucrê sar bû û ji ber sermayê ricifînek li canê min peyda bûbû. Ez hema saet ji duwzdehê þeva bihorî û vir ve, wer bêbelîf û tenê bi cilên li ser xwe ve ketibûm xewê. Cestê min ji ber sermayê tevizîbû. Min nema xwe tev bida. Ez bibûm weke kalekî hêþtê salî û bêteqet ketibûm. Her çendî min dixwest ez xwe tovê ser hev kim jî, lê hewldanên min bêencam dimam. Çawa ku pîremêrek nikane bêqapol rabe ser piyan û bimeþe, hema rewþa min a wê gavê jî, diþibiya kalemêrekî wisa.. Di wê navê de min xwe sipart bêdengiyê. Yek caran bêdengî baþtirî her tiþtî ye û bi xwe re ji bo merivan aramiyê tîne. Ez hinek bêdeng wer di cihê xwe de rawestiyam û min hinek bîn veda.. Piþtî çend kêliyan min xwe da hev, rabûm ser xwe û di hucreya bîngirtî û qicik de, çend vold da xwe. Hucre di ser serê min de hilweþiya. Belê hucrê qesra hêviyên di dilê min de hilweþand. Qijînek di dilê min de olan da. Birûskên mirinê perda esmanê dilê min çirand . Teblikên ewrên reþ, aramî û zalaliya esmanê dilê min, daqurtan nav reþahiya xwe û hîseke saw î bi xof li min peydabû. Min xwe di nav agirê dûjehê de, hîs kir. Ez hema weke rûnek li ser argûnê biqijile, qijilîm. Cest li min sist bû. Jixwe, ji roja ez berfamê xwe bibûm û hetanî wê saeta li wê hucrê, jiyana min her bi keser, serêþî û di nava tenhayiyê de derbas bibû. Ya rast ez xeribê van mekanan nebûm. Min hema hema heft salên xwe di hucreyê teng, bingirtî, bi teqûreqê û di riyên xeribî û penaberiyê de, derbas kiribûn. Ji ber vê rastiya xwe, min gunê xwe bi xwe neanî. Jixwe eger min jî gunê xwe bi xwe bianiya, êdî wateya jiyanê nedima. Diviyabû min bi bîr bianiya ku ez mirovek, ji mirovên netewa bi sedsalan e ku hatiye hucrekirin im. Diviyabû min bi bîr bianiya ku qedere min û netewa min ne jî vir dûr û cuda ye.
Piþtî bêdengiya biskekê, min xwe bi xwe "Ez û welatê xwe û vê hucra hanê çiqas diþibînim hev. Xwedêyooooo!! ma te hemû hucreyên li ser rûyê vê gerdûna segbav ji bo me avakirî û kiriye para me? Ma em ji heyiyek ji heyiyên te afirandî nebûn? Min got: Eger welatê min nehucrekiriba û wek her welatî û netewî aza û serbixwe ba, ez ê jî niha li vir di vê hucra bîngirtî de nebama" û:
Gelo li vê dinê ji xeynî me kurdan, neteweke din heye ku evqas hatibe hucrekirin? Gelo ji xeynî me kurdan, kesên din hene ku evqas hatibin pelçiqandin û tarûmarkirin? Gelo li vê dinê ji xeynî me, mafê kê evqas hatiye binpêkirin? Hey felaka xayîn ma gune û qebheta me çi bû ku te em kirin leyîstok û benîþtokê devê vê gerdûna sekbav, direwîn û bênamûs! Piþtî van pirs û fikirindina li pirsan, çavên min li pencereya hucrê ket. Pencere bi ber û dirêjahiya xwe, pêncî santîm dixuya. Pencere li cihê dîwar û ban digihêþtin hev, hatibû çêkirin. Eger mera hizra reva di ber wê pencere de bikira jî, lê ji ber bilinbûn û tengbûnê, pencerê mecalên revê nedida. Tenê riyek revê hebû û ew jî diviyabû mirov biba çûkek, bazek, teyrek an jî kevokek ku kariba di ber wê pencere re bifire keta û ber bi azadiyê ve bifiriya… Belê min wê gavê xwest ez bi bim çûcek, teyrek û per û baskên xwe li hev bixim û di ber pecenrê re, bifirim û serîlêdanekê li warê kal û bavan bidim. Weke tê zanîn, li welatê kal û bavan ne hucre, ne polîs û ne jî tenêbûm heye. Li welatê kal û bavan deþt, zozan û çiya bi hemû dewlemendî û xweþikbûna xwe pêþwazî li mirovan dike û bi dilekî herî germ, merivan di singê xwe de, diezimîne. Gulên li welatê kal û bavan weke kenên þadî û bextewariyê, li ser hinarikên mirovan leylan didin û her û her jîndarin. Çiyayên welatê kal û bavan weke navenda du pêsîrên keçên hijde salî xwe ji mirovan re dikir sitargeh û mirov ji her tofan, bextreþî û nerindiyan diparastin. Rûbar û çemên welatê kal û bavan weke keçên xama zelal, weke heyvaronê bêqusûr, weke tîrêjen stêrika bibiriqe, dibiriqin û ahengeke zor xweþ a lihevhatî pêk dihanîn û bala mirovan dikêþa ser xwe û dibûn cihê avjeniyan. Newal û geliyên welatê kal û bavan weke bihûþta keçan, mirov dikiþandin ser xwe û dibûn cihê þadî û jiyaneke avzûnkar.
Di navekê re, ez bi xwe hesiyam. Bi hesandina xwe re, çavên min bi derzûkên pencerê ketin. Welê dixuya ku tav li ber ava bû. Çirûskên tavê di ber derzûkên pencerê ve, qurziya ku min lê pal dabû û ketibûm nav cûre melheziya ronî dikir. Her çend çokên min qerimîbûn jî, lê min nedixwest ez cihê lê rûniþtî biguherim. Ji ber ku weke her kesî, min jî ji mêj ve pir ji çirûskên tavê û her wiha ji cûrên ronahiyê hez dikir. Her wiha eger ez ji cihê lê min pal dabû rabama û li qurziyeke din rûniþtama, min ê hesebê çîkreþiya malkambax jî bikira. Ji ber vê egerê min xwe bi xwe got: "Na babo, ez ê cihê xwe neguherim. Jixwe welê tê fêmkirin ku ez ê îþev û ihtîmal e ku çend rojên dî jî, li vir bim. Heta çirûskên tavê li nik min bin, ez ê jî cihê xwe neguherim."
Piþtî qasekê çirûskên di ber derzûkên pencerê de, ji bo min di vî çîkreþiya dûjehî de, dibûn sedema hêvî û melheziya piþtî berdanê, rûyê xwe ji min badan û kuta bûn. Ez wê gavê têgihêþtim ku tav çûye ava û þevê bi pergalên xwe gerdûn di nav tariyê de, fetisandiye. Bi bîra min ket ku ew tarîtî û reþahiya gerdûnê di nav pergalên xwe de fetisandiye, li ber çîkreþahiya hucra ku ez lê ne tiþtek bû. Bi kêmanî li derve, cûrê aletên dikanibûn gerdûn ji tariyê biparasta û ronî bikirana hebûn. Lê ev derfet ji bo min jî hebûn? Bêguman ev derfet ji bo min, ji binî ve tune bû û ez ji wê derfetê bêparbûm. Çûnkî ez hucreyî bûm û ji bo hecreyiyan mafê wergirtina ronahiyê tunebû. Jixwe min jî ji ev rastiya ha baþ dizanîbû. Û lewma ne hewce bû ku min xwe ji bo tiþtên bidestxistina wê nemimkûn aciz bikira.
Piþtî bêdengiyekê ez ji cihê xwe rabûm, min li hucra teng çend vold da xwe. Dûvre çixarek pêxist û jê çend bînên kûr kiþande nav kezebên xwe yê ji kul û keseran çîkreþ bibû.. Bi kêþandina çixarê re, ez pê hesiyam ku birçî bûme. Ji þeva bihorî û heta vî gavê, qirika min ne vexwarin û ne ji xwarin dîtibû. Min xwe bi xwe got: "Ma lawo, ev kûçikbav nehatin tiþtek negotin û ne jî xwarin û vexwarinek anîn. Ma gelo wan ez ji bîr kirim çi?” Ez rabûm ser xwe û bi fikra derîlêdanê û çend xwestekên wek çixare, parceyekî nan û bi tevê îskanek av ber bi deriyê hucrê ve çûm. Min destê xwe alan, derî dît û bi lep û piyan ketime. Wer bi qenderê bîskekî, min lêdana derî domand, lê mixabin min tu îþaretek ji bo bersiva lêdana derî wernegirt. Wisa xuyabû nobedar ya nedixwest lêdana min a derî bibihîze, ya jî li cihên xwe nebûn. Ez piþtî qederekê rawestiyam, min çokê xwe þikand û rûyê xwe kir nava her du çengên xwe û bêdeng mam.
Di mudeta wê bêdengiyê de, bi sedan fikir li min peydabûn. Min melheziya gelek tiþtan kir û piþtre ez wer bêhemdê xwe û perakende razabûm... Dema ez ji xewê hiþyar bûm, çavên min dîsa li pencerê ketin û ez ketim nav xeyalên ku ji bo min pêkanîna wê nemimkûn. Lê belê di wan çend kêlîkan de, min xwe di warê rih de weke ez li nik xweþiyên weletê bav û kalan bim, hîs kir. Gava ez hinekî din jî bi xwe ve hatim, min dîsa hîsa bêkesî û tenayiyê bi hemû aliyan ve, li ser giyana xwe hîs kir. Hîseke welê dijwar bû ku min hema xwe zindî di gorê de, hîs dikir. Belê, min xwe saxî di gorê de hîs dikir. Ez dîsa vegeriya bûm, rojên ku min xatir ji mal, malbat, dê, bav û heval hevriyên xwe xwestibû. Her çiqas ew momenta ji hev xatir xwestinê hîç ji bîr û hizra min, jîndariya xwe kuta nedikir jî, lê piþtî ewqas salên dirêj min bi sed hewlê hesret û hewara dilê xwe, xapandibû aþ kiribû. Lê min dîsa weke navê xwe dizanî, ez bi vî þeklî nikanim bi teqez û bi tevahî çareseriyekê ji hesret û dilþewatiya xwe ya ji bo malbat, welat, heval û hevriyên xwe, pêk bînim. A min dikir, hinek li ber dilê xwe dayin bû. Û ev jî bêguman ji binî ve, ne çareseriyek bû. Lê min weke din jî mecal nîn bû. Gava hevoka "Lê min weke dîn jî mecal nîn bû" di ser lêvên min ên çiryayî de bilêv bû, çizînek ji kezeba min çû. Hema weke bi dehan tîr li cestên min asê bibe, ez ji nig û hetanî ser serê xwe ricifîm. Singê min xwe li hember hestên min yên bi salan bûn, min pêþî lê digirt û bi sed teseliya ve aþ dikir, ranegirt û hestên min weke pêlên zeryayekê li bin guhê hev ketin. Xuhdaneke nedîtî li min peydabû. Ji ber xuhdanê porê min wekî perda reþ, xwe berda nav rû û rûçikên min. Min nigê xwe bi erzemînê ve kir yek, tiliyên xwe guvaþtin, çavê xwe kuta pencerê û bi dengekî berz, bi dengekî ozanî, bi dengekî peritî, bi dengekî berxwedanî, bi dengekî hezkirî, bi dengekî melûl, bi dengekî helbestavanî, bi dengekî þikeþtî û cara dawîn lêvên xwe þil kirin û:
Ez xerîb û penaber im /Li welatê xwe ez serxweþ û meþ bûm / di xwezaya axa xwe de wek çûkeke azad, ligel dotman û pismaman dilgeþ bûm/ Lê sarê hespên boz û ber bûkên deweta keç û xortan bûm/ Ser dîlan bûm di dawetê ceng û bez de, di milên kubar û xortan de serbilind, bi qedir û bi qîmet bûm/
Li vî welatê biyanî ez xerîbim xerîb, ne xwediyê nasnameyekê û ne jî hêlîneke min heye ku tê de weke mirovekî azad û bi rengê xwe bijîm. Digot: û piþtî bêhnvedanekê, hestên min dîsa li bin guhê hev diketin û bi hemû bawerî û dilþûþebûna xwe, berê xwe ber bi deriyê hucrê dikir û bi dengekî berz ê ku noberdar û perda çîkreþ a hucrê min bibihîze, bizanibe ku ka ez kî û ji kîjan nijadê me.
Belê, Ez Kurê.. Ez kurê netewa di peymanên nevwelatan de welatê xwe, bihûþta xwe, xaka xwe, war û wargehên kal û bavên xwe windakirî, bi xwe meeeeeeee / Ez kurê netewa di bin ezmanekî misinî de û di rêwîtiya þevên dirêj de, giliyên xwe li heyveronê dikir, bi xwe meeeeeee / Ez kurê netewa bi hestên þikestî û bi dil û kezebên peritî xef û xef ji welatê kal û bavan xatir dixwestin û cara dawîn oooooooooo û cara dawîn, li mejiyên erdê dilivî, li zikê bûkên bi singû qeliþî, li miriyên çavên wan çîk cemidî û zîk vekirî, li goristanên her ku diçû zêde dibûn dinêrîn û hêviyên xwe li nik goristanan dihîþtin û kom bi kom xwe dispartin çiyayên mezin û ji welatekî koçî welatekî din dikir, bi xwe meeeeeee/ Ez kurê netewa bi darê zorê û ne bi dilên xwe, xatir ji xaka wetanên xwe dixwest û diketin riyên mirinê, bi xwe meeeeeee/ Ez kurê netewa li ser rûyê erdê gerdûnê, li ser rûyê erdê gerdûna sekbav, hemû deriyên jiyanê li rûyê wî dihate girtin û pê re hêviyên xwe yê jiyanê jî winda dikir, bi xwe meeeeeee/ Ez kurê netewa xwedî çil mîlyon û eger bixwesta tenê bi mîza xwe dikaribû lehiyekê weke tofana nûh bi serserê wan de rakira, lê ji ber derfet nîn bûne, ji ber mecal nîn bûne, ji ber hêz û parastin nîn bûne weke sêwiyên li ber der û dertûlan di destên bazirganên biyanî dihate kirîn u firotin, bi xwe meeeee/ Ez kurê netewa qesra hêviyên dilê wî hatiye helweþandin, bi xwe meeeee/ Ez kurê dayika me ya xwedî çil mîlyon kur û keç û lê ser cestên wê yê pîroz, lê ser her qurziyên cestên wê yên pîroz birûskên mirinê dihate caribandin, bi xwe meeeeee/ Ez kurê netewa di bin ronahiya xav ya rojê de, bi þûrê zalimî, bi þûrê mirinê li ser cestên zarokên wê yên tifal û hê navhilnedayî dihate caribandin, bi xwe meeeeee/ Ez kurê netewa di revên ji ber komkujî û talanan de, dayikên dil bi agir hêviyên dîtina þervanên ji parçeyekî cestên xwe, ji bo careke din di singê xwe de, di qurziyeke dilê xwe yê kesertijî de vediþartin û dimeþiyan, bi xwe meeeee/ Ez kurê dayika dilê wê bi hezar û sed hezar tîren ve, hatiye çirandin bi xwe meeee/ Ez kurê dayika roj û þev, dayika þaristaniyê, dayika þerazayiyê bi xwe meeee/ Ez kurê dayika Goto, Lolo, Horo, Mitan, Med, Mahabat, Hewlêr, Amed û Amûdê bi xwe meeee/ Ez kurê dayika Cizîrî, Xanî, Cigerxwîn, Mem, Zîn, Xec, Siyabend bi xwe meeeee/ Ez kurê dayika Qasimlo, Mela Mistefa Barzanî, Xelîl Begê Cibrî, Nurî Paþayê Milî, Seyîd Rizo, Þêx Seîd, Nurî Dersîmî, Selahetînê Eyûbî, Qazî Mihemeh, Leyla Qasim, xweda û Xwedawend Zîlan, Sema, Bêrîvan, Viyan, Egît, Mazlûm û Engîn bi xwe meeee/ Ez kurê dayika þerezayê mezin, îlim û ildar Öcalan bi xwe meeeee/ Ez kurê netewa di hebûnê de hatiye tunekirin bi xwe memmm/
Ho yadê! bila sond be bi sonda qesemê ku ez ê serî li hember çîk reþiya hucrê netewînim/ Ez/ yanî kurê te/ yanî ew ciwanmêrê li ber kezeba te ewende delal û þêrîn dê serê xwe ji hevpeymanên zirbavên ku cestên te bi xwîna keç û kurên te þûþtiye, netewînim ./ Ez ê niha vê kêlê, vê deqê, vê gavê zincîrên stûr yên ku bi destên zirbavan li hest û deriyê dilê min hatiye xistin yek bi yek biþikênim û gotinên xwe yên birîndar, gotinên xwe yên baskþiketî, li ser per û baskên kevokan bikin û biþînin ser wê xaka te, ser wê cestê te yê di bin nîr û sîtemkariya zirbavan de, dinale/ Bila ew zirbav û ev hevpeymanên wan ên ku niha ez mehkûmê vê hucrê kirime, zanibin ku ez kurê kê me, bi pêsîra kê mijiyame. |