|
Carna li himber hin bûyeran gotin têr nakin. Hevok jî têr nakin ku mirov vê rastiyê bi lêv bike. Belê dîsa li welatê min zarok hatin qetilkirin. Hezên xwînxar dizanin ku rojên herî xweş û geş bi zarokên welatê me wê pêk bên. Ji ber ku ew xwedî heviyên mezin in, di nav kolanên bajaran de zarokên me hatin qetilkirin. Belê weke nivîsa di rojnameya Yeniden Ozgûr Polîtîkayê de ya nivîskar Metîn Aycicek. Wek nivîskar Metîn Ayçîçek jî dibêje di demên wiha de mirov dikare hevokan li peyhev rêz bike. Ya rat ez jî di nav heman hestan de me. Lê dîsa jî divê li himberî vê komkujiya devletê mirov bê deng nemîne û tekoşînê li hember bimeşîne. Qetilkirina zarokan bi kuştina Ogurê biçuk despêkir û herku çû zêde bû li welatê min. Îro jî Mizgîn, Zîlan, Şîlan û Evîn jî bûn mizgîniya aştiyê û ketin nav karwana şehîdan. Ew jî li hejmara zarokên hatin qetil kirin zêde bûn, li welatê wendahî. Ew hê zarokên pir biçûk bûn, lê evîna wan a azadiyê pir mezin bû. Li welatê me zarok hê di temenek pir bûçik de, di kevin nav lêgerîna azadiyê. Ji ber vê yekê hezên xwînxar tehemûla wan nakin û di temenê biçûk de wan dikujin. Ev yek ne bi bûyerên ku sê roj berî niha li Amedê pêk hat eşkere bû, berê jî gelek caran zarokên me bi xwînxwarî hatin qetil kirin. Lê ev bûyera dawî dilê mirovan perçe perçe dike. Hê 24 saet di ser banga aştiyê de derbas nebûbû. Hêzên xwînxar bi rijandina xwîna zarokan bê tehemûliya xwe ya li hember aştiyê nîşandan.
Bi zimanek eşkere dan xuyakirin ku li vî welatî aştî naxwazin. Mizgîn, Zîlan, Şîlan û Evînê jî di temenê biçûk de bi xwîna xwe berdêla aştiyê dan. Ev zarokê welatê min in. Zarokên bi salan bê nav û bê war man. Gelo li himberî vê yekê piştî kuştina ciwan, zarok û jinan gelê Kurd wê çawa nêzî dewletê bibe? Ma wê tim destê Kurdan vala û banga wan bê bersiv bimîne? Her çiqas ew roja zarokên me di beharê de reş kirin jî, lê dîsa wê Mizgîn, Zîlan, Şîlan û Evîn li welatê min zêde bibin. Rayedarên dewleta Tirkiyê dibêjin vê bûyerê PKK kiriye. Lê nizanin ku wê hemu cîhan bi wan bikene. Ji xwe TÎT piştî bûyerê bi demek kin bûyer girtserxwe. Li Şemzînan, Colemêrg, Gever û deverên din bûyerên bombeyî girtibûn ser xwe. Di vê êrişa ku bi plan û amadekarî pêk hat de, raste, rast zarokên Kurdan hedef hatin girtin. Berê jî li heman cihî zarok nehatin kuştin? Enes Ata, Mehmet Akbulut, Îsmaîl Erkek û yên din. Bi kinahî ew dijminê zarokên me ne jî. Zarokên hê haya wan ji ti tiştî nîne. Bûyera dawiyê jî xedariya wan ya salan nîşan da.
Hêvîdar Munzur |